Benlisoy: DYA nexwest Îbadî ji dest biçe 2017-11-02 09:26:35 STENBOL –Nivîskar Fotî Benlîsoy, der barê geşedanên li Herêma Kurdistana Federe de, diyar kir ku ji ber ku DYA naxwaze Îbadî ji dest biçe, li cem wî cih girtiye. Her wiha Belisoy got ku di operasyona Îdlîbê de hedefa sereke ya Tirkiyeyê Efrîn û destketiyên gelê kurd e.  Nivîskar Fotî Benlîsoy, geşedanên li Herêma Kurdistana Federe, operasyona Îdlîbê ya Tirkiyeyê û amadekariyên êrîşa li dijî Efrînê, rizgarkirina Reqayê nirxandin.    'SIYASETEKE XELET BÛ’    Benlîsoy, ji bo referandûma Herêma Kurdistana Federe û geşedanên piştî referandûmê wiha got: “Em dizanin ku referandûm pêngaveke siyaseta hundurîn a Mesûd Barzanî bû. Lê diyar bû ku siyaseteke zaf xelet bû. Gelek mirovan vê yekê wek şaşiya Seddam a di dema dagirkirina Quweytê de, nirxand. Bi rastî jî dibe bibe cihê şaşiyeke mezin. Dibe ku hin destektiyên Kurdistana Başûr ji holê rabin û veguhere rewşeke ku vegera wê tune ye.” Benlisoy, diyar kir ku tiştên piştî referandûma Herêma Federe derketin holê, dê bi awayekî giştî qada siyasî ya kurd diyar bike û wê du hêz bi krîzeke cidî re rû bir û bimînin. Benlisoy, got ku dema Barzanî biryara referandûmê da hevsenga hêzî baş analîz nekiriye û ev tişt gotin: “Ev rewş jî tê wateya lêpirsîna pêşengiya wî. Nîqaşa taloqkirina hilbijartinan jî tê vê wateyê. Wê di warê siyaseta kurd de encamên cidî xwe bidin der.”    'DYA NEXWEST ÎBADÎ JI DEST BIÇE’    Benlisoy, anî ziman ku hêzên emperyal ên wek DYA û Rûsya, polîtîkayeke hevsengî dişopînin û bi alternatîfekê tenê tev nagerin. Benlisoy diyar kir ku dema mijar Iraq be DYA Îbadî diparêze. Benlisoy, diyar kir ku dema Îbadî hat şûna Malîkî, bi vê yekê hat xwestin ku bandora Îranê bikişînin nav Îranê û wek namzetekî Amerîkayê hat ser kar. Benlisoy, got ku DYA ditirse ku heke Îbadî biçe dibe ku yê nû di bin bandora Îranê de bimîne. Benlisoy, dest nîşan kir ku ji ber vê yekê DYA di dema êrîşa li hemberî Kerkûkê de deng dernexistiye û li cem Iraqê cih girtiye. Benlisoy wiha got: “DYA êrîşa Kerkûkê tesdîq kir û Barzanî nikaribû li hemberî vê li ber xwe bide.”    Benlisoy wiha got: “Wê her du partiyên sereke yên Kurdistana Başûr bi pêvajoyeke bêîtibariyê re rû bir û bimînin. Çimkî di warê netewî de bi awayekî cidî têk çûn. Ez vê yekê tenê wek têkçûyîneke leşkerî nabînim. Bi taybetî vekişîna bêyî pevçûn, di rojek du rojan de jiholêrakirina desketiyên bi salan, ji aliyê her du partiyan ve bêîtibariyeke siyasî ya cidî derket holê. Wê ev yek bidome.”    'HEDEFA SEREKE EFRÎN E’    Benlîsoy, gotinên Serokomar Erdogan ên “Piştî operasyona Îdlîbê dê dor bê Efrînê” jî nirxandin û got bi vê yekê armanc ew e ku tê xwestin li Kurdistana Başûr û Rojavayê destketinên kurdan ji holê bên rakirin. Benlisoy, dest nîşan kir ku meseleya sereke ya Tirkiyeyê jiholêrakirina Rojavayê ye an jî qet nebe wê sînordar bike. Benlsioy, diyar kir ku ji ber vê niha çav berdaye xeleka herî lawaz a Rojavayê Efrînê. Benlisoy got ku Tirkiye dixwaze hema sibê êrîşî Efrînê bike, lê belê li benda guncavbûna şert û mercên navnetewî ye. Benlisoy got ku heke DYA an jî Rûsya sinyalê bidin, wê operasyoneke wisa çê bibe.    Benlisoy, dest nîşan kir ku heke kurd bi temamî ji ser masê bên rakirin dê Mertalê Firatê û Operasyona Îdlîbê bibin cihê encamên cuda û wiha got: “Wê Tirkiye li wir tenê ne bi hêzên leşkerî, dê di navbera wê û gelê herêmê de jî pevçûnên cidî derkevin holê û wê bibe hêza dagirker. Ev yek jî rîskeke mezin e.” Benlisoy, diyar kir ku ji bo kurdên li Tirkiyeyê meseleya Rojavayê meseleyeke hesas e û wiha got: “Lê nizamin îktîdar hay ji vê heye yan na. Çimkî hûn dizanin, rejîma Tirkiyeyê bi temamî ji xeteke ku dijberiya kurdan dike pêk tê. Yanî bi awayekî giştî tê xwestin ku destketinên siyasî, demokratîk û netewî yên kurdan ji holê bên rakirin.”    MA / Bilal Seçkin