Ranawestin ji cihê mayî dewam dikin

  • rojane
  • 13:20 1 Mijdar 2017
  • |
img

STENBOL - Midurê Karê Nivîsan Înan Kizilkaya û Xwediyê Îmtiyazê Kemal Sancili yên rojnameya Ozgur Gundema bi KHK'ê hat girtin, piştî ji Girtîgeha Sîlîvriyê tahliye bûn gotin: "Em ê li cihê mayî dewam bikin."

Midurê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya û Xwediyê Îmtiyazê Kemal Sancili yên rojnameya Ozgur Gundemê, ji ber doza rojnameyê demek dirêj bûn dihatin darizandin, doza li 23'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dihat dîtin, her du jî di rûniştina 5'emîn de hatin tahliyekirin. Rojnamegeran serboriya xwe parve kirin.
 
Kizilkaya da zanîn ku piştî rojnameya wan ji hêla 8'emîn Dozgerê Cezayê Sulhê ve hatiye girtin, piştî wê bi ser avahiya wan de girtine û bi sedan polîsan hemû kel û pelên wan li binguhê hev dane û heqaret li wan kirine.
 
'GUNDEM HER TIŞTÊ DEWLETÊ DIZANE’ 
 
Kizilkaya destnîşan kir ku wan ji polîsan re gotiye ku "Ev der avahiya çapemeniyê ye û hûn nikarin wiha bikevin vir" û ev tişt got: "Lê bi israr ev tişt gotin me: 'Em dewlet in û em ê hêza dewletê nîşanê we bidin.' Lê bila ew jî vê yekê baş bizanibin, rojnameya Ozgur Gundemê ji A yê heta Z yê her tiştê dewletê dizane. Wekî ku bi ser keleha dijmin de digirin, heqaret li me kirin û bi mêvanan re hemû hevalên me binçav kirin."
 
'EM Ê WE WEKÎ MUSA ANTER GEBER BIKIN'
 
Kizilkaya anî ziman li tu dera cîhanê bi vî şeklî bi ser çapemeniyê de nagirin û ev tişt anî ziman: "Em hemû avêtin maşîneyê û di maşîneyê de 6-7 saetan em li nava Stenbolê gerandin û îşkence li me kirin. Dema îşkence dikirin digotin ku 'Hûnê hêza dewletê bibînin', 'Em ê we wekî Musa Anter geber bikin', 'Em ê we bavêjin bîrên asîtê.' Lê Ozgur Gundem hêza xwe ji gel û kuçeyan digire. Ji ber wê dê gotinên wiha bandorê lê neke. Ji ber ku qêrîna weşanên me li Sûr, Gever, Stenbol, Somayê ne. Li her cihê berxwdêr e."
 
'TECRÎDA DERVE LI HUNDUR DEWAM DIKE'
 
Kizilkaya piştrast kir ku tişta ku para çapemeniya azad dikeve, "zindan" û "tundî" ye, qasî 5 mehan di girtîgehê de bi tena serê xwe maye. Kazilkaya diyar kir ku ew gelek binpêkirinên mavan re rû bi rû mane û wiha pê pê de çû: "Wekî kesayetî dibe pêre rû bi rû mabim, dibe nemabim, ev zêde ne girîng e. Lê civaka li Tirkiyeyê îro di bin tecrîdekê de ye. Tecrîda li derve, ya li hundur temam dike. Êdî girtîgehên li Tirkiyeyê ne girtîgehên normal in." Kizilkaya aşkera kir ku ji ber ku ew rojnameger in rastî ew qas zexta nhatine û wiha got: "Anatolya û Mezopotamya baxeçeyên gelan e Di vê baxçeyî de keda me jî heye. Gelên li Tirkiyeyê di tuneleke reş re derbas dibin, lê ronahiya vê tunelê heye."
 
'EV GEFEK E'
 
Xwediyê Îmtiyazê Kemal Sancili jî destnîşan kir ku li dijî wan her dem tundî û şantajek heye û ev nirxandin kir: "Ez hêj ji girtîgehê nû derketim gotin der barê te de dozeke din heye û divê tu biçî îfadeyê bidî. Ev gef û şantajek e. Ez li vir bi vekirî vê bêjim, canekê me heye heke diwazin bila wê jî bistînin. Em di tu wateyê de paşve gav navêjin. Li cihê mayî em ê dewam bikin."
 
'EM BIBIN HÊSTÊN KESÊN LI GIRTÎGEHAN'
 
Sancili piştrast kir ku li Girtîgeha Sîlîvriyê tecrîd dewam dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em ê îro şûn de hêj bi hêztir binpêkirinên li Tirkiyeyê, bi taybetî zextên di dema OHAL'ê de bînin ziman. Em ê ji bo vê têkoşînê bidin. Bi taybetî di vir de bangeke me ji bo gel heye, divê hêj wêrektir têkoşînê bidin. Heke em hinekî jî wêrek bin, ez bawer dikim ku dê gelek pirsgirêk çareser bibin."
 
 
 

Sernavên din

03/11/2017
13:12 Selma Irmak bû namzeta Serokatiya Meclîsê
13:11 Bi hinceta heqaret li serokomar kir, doz hat vikirin
13:04 Şahidê bûyerê: Murat Çelîk li şaneşînê înfaz kirin
12:54 Leşkeran dest danî ser jeneratorên kana komirê
12:53 Polîsan 2 kes li Farqînê binçav kirin
12:44 Xwe gihandin cenazeyê 3 kesên li Şîleyê
12:23 Uca: Di 4'ê Mijdarê de jina azad hedef hat girtin
12:22 Kurd jî dawetî civîna Sotşiyê kirin
12:00 Malbata Ocalan serî li dozgeriyê da
11:14 10 sal ceza li wekîla HDP'ê Irmak birîn
11:06 Ji akademîsyenan re rapora kûmpasê: Sîxûrî li ser xwendekaran ferz kirin
10:59 Dozger xwest polîs ji teqîna 5'ê hezîranê bên cezakirin
10:00 Rîşik li ber tunebûyînê ye
09:59 Parêzer Atalay: Şêniyên Tarlabaşiyê hatin ‘tehcîr’kirin
09:47 'Qanûna Miftîtîyê dê bandorek neyînî li ser jiyana jinan bike'
09:46 Hejmara polîsên birîndar ên li Amedê derket 9'an
09:45 Çêj û amadekariya serma Serhedê: Kartol û komir e
09:44 ‘Dawî li tecrîdê bînin, rageşî zêde dibe’
09:44 Ji tirsa hevserê xwe esrar bir girtîgehê hat girtin
09:35 'Bi koçberiya nemislimanan re hunerê jî koç kir’
09:34 Seydi Fırat: Bi tecrîdê gelê kurd tê cezakirin
09:33 15 mehin derman nakin: Hûn bimirin jî em we nabin nexweşxanê
09:31 Karkerekî komirê di hezanê de mir
09:20 'Milê min tune dibên te molotof avêtiye'
09:19 'Piştî 7’ê hezîranê turîzma Wanê û welat têk çû’
09:18 Jin dê bi şîara 'Ne koletî, îsyan heye’ tev li 25’ê Mijdarê bibin
09:00 ROJEVA 03'Ê MIJDARA 2017'AN
02/11/2017
17:35 Cara 701’emîn a serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
16:48 Roboskiyan: Teraziya edaletê di hefteya 305’an de jî şaşwaz bû
15:53 Ji bo Ocalan ji CPT û Wezareta Dadê re name şandin
15:20 Wekilên HDP’ê meşiyan meclîsê
15:19 Rusyayê bersiva Enqereyê da
14:34 Li Kolana Yukselê 2 kes hatin binçavkirin
14:22 Twitterê, hesabê ANF'ê yê li Tirkiyeyê asteng kir
14:18 20 kes li Îzmir û Colemêrgê hatin binçavkirin
14:11 10 endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
13:57 Dayikên Aştiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:40 Pêkhatiyên Helebê ji QSD'ê xwest Tirkiye ji Idlibê derxin
12:32 Dê doza Tuncel, Kişanak û Irmak sibê bê dîtin
12:08 Waliyê Enqereyê 3 mehên din çalakî qedexe kirin
11:53 Nexweşxaneya Cizîrê dê bê bijîşk bimîne
11:51 Rojnameger: Şahidên îfade dane angaştnameya Nedîm pûç kirin
11:51 2 cerdevan û 6 leşkeran jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzerên Ocalan cara 701’emîn serlêdan kirin
11:41 Serokê Komîsyona Mafê Mirovan çima ‘randevûya Ocalan’ îptal kir?
11:30 Operasyona 4'ê Mijdarê: Baluken bi dozgerê xwe re girtî ye
11:21 Gulmen: Dema ez vegerim karê xwe ez ê grevê bi dawî bikim
11:14 Lêpirsîna SÎHA ‘Qeba’ dîtin û red kirin
10:43 Dozgerê komarê: Me tu delîl nedît, lê ev endamên PKK/KCK'ê ne
10:24 Gursel Tekîn: Tecrîd li dijî mirovahiyê ye
10:23 Klasîkek erdhejê: Li Semsatê malan çênakin û restore nakin
09:57 32 HES û 3 bendavên nû Wan û Geliyê Zîlan di bin avê de dihêle
09:56 Li Bergamayê pençeşêr zêde bû: Divê lêkolîn bê kirin
09:55 'Ez di şivaniyê de aramiyê dibînim’
09:54 'Li Îmraliyê tecrîdeke bê dawî tê meşandin'
09:53 Jin ji bo çalakiyên bi hêz xwe amade dikin
09:52 Dê Ceylan û Veysel bi pêşbaziya wêneyan bibîr bînin
09:51 Ji ber serî li ÎHD’ê dan qereqolê gazî wan kir
09:30 Nifşên 78'an: Tecrîda niha wehşeta salên 80’yî jî derbas kir
09:29 Wê Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê, Rojhilatê Behra Spî talan bike
09:28 Wênesaz Ronas: Wêne cîhana jinê ya hundir e
09:27 Aborîzan Sonmez: Ev budçe xizmeta sermayeyê dike
09:26 Benlisoy: DYA nexwest Îbadî ji dest biçe
09:00 ROJEVA 02'Ê MIJDARA 2017'AN
01/11/2017
18:48 Rojnameger Turfent nehat tehliyekirin
17:49 Îdîaya ‘Cenazeyên PKK'iyan bi kepçeyan ji gorên wan derxistin û birin'
17:13 Şahidan: Em Turfent nas nakin me di bin zextan de îfade da
16:30 Girtiyê nexweş Babaoglu emeliyat red kir
16:03 Yildirim: Ocalan xeta me ya sor e
16:01 Berdevkê HDP’ê Bîlgen li Qersê bi gel re civiya
15:44 Di 9 mehan de 15 hezar û 647 maf hatin binpêkirin
15:32 Bang li saziyên navneteweyî kirin: Nebin hevkarê vî sûcî
15:30 1’ê Mijdarê li Kobanê tê pîrozkirin
15:29 Endamtiya SES’ê sûc hat dîtin
15:02 ÎHD li dijî cilên yek reng dikeve tevgerê
14:52 Li Yukselê roja 358’emîn: 3 kes binçavkirin
14:51 HDP'ê bang li AYM'e kir: Salek borî li gorî pîvanên xwe bimeşin
14:30 HDP: Serkeftina Kobanê, serkeftina mirovahiyê ye
14:21 'Şaredarî dixwaze jin bi 400 zilamî re di yek bazarê de bixebitin'
13:48 Serlêdanên ji bo pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
13:39 Rewşenbir û nivîskaran: Kavala dîl hat girtin
13:22 Li ser malbat û girtiyan tekmîlê ferz dikin
13:20 Ranawestin ji cihê mayî dewam dikin
13:03 Operasyona TSK'ê ya li Idlibê têk diçe
12:53 ÇGD: Hûn nikarin ji nûçegihanan sîxuran avabikin!
12:47 Keştiyek di deryaya Şîleyê de noqî avê bû
12:04 5 cenaze li Meletiyê ten rawestandin
11:54 Ji ber 3 peyvan 11 meh ceza li Pîr birin!
11:39 Ker û lalê girtî cezayê 'Dirûşme berz kiriye' lê birîn
11:15 ‘Serkeftinek bêhempa diyarê dijberê kurdan kirin’
10:51 Polîsan li Osmaniye 3 HDP'î binçav kirin
10:40 Îlham Ehmed: Çareserî Sûriyeya Federal e
09:56 Mêrekî li Stenbolê jinek qetil kir
09:32 'Dewlet sewalkariyê tune dike'
09:21 Karsaz Kavala hat girtin
09:20 '900 DAIŞ'î derbasî Tirkiyeyê bûn, dibe êrîşan bikin'
09:19 Parêzera Kemal Kurkut xwest polîsê kujer bê girtin
09:19 Ayhan: Li Kobaniyê nirxên mirovahiyê derketin holê
09:18 Karkerên Akkimê: Em ê bi ser kevin
09:17 Kobanê remza cîhan û mirovahiyê ye