Ranawestin ji cihê mayî dewam dikin 2017-11-01 13:20:44 STENBOL - Midurê Karê Nivîsan Înan Kizilkaya û Xwediyê Îmtiyazê Kemal Sancili yên rojnameya Ozgur Gundema bi KHK'ê hat girtin, piştî ji Girtîgeha Sîlîvriyê tahliye bûn gotin: "Em ê li cihê mayî dewam bikin." Midurê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya û Xwediyê Îmtiyazê Kemal Sancili yên rojnameya Ozgur Gundemê, ji ber doza rojnameyê demek dirêj bûn dihatin darizandin, doza li 23'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dihat dîtin, her du jî di rûniştina 5'emîn de hatin tahliyekirin. Rojnamegeran serboriya xwe parve kirin.   Kizilkaya da zanîn ku piştî rojnameya wan ji hêla 8'emîn Dozgerê Cezayê Sulhê ve hatiye girtin, piştî wê bi ser avahiya wan de girtine û bi sedan polîsan hemû kel û pelên wan li binguhê hev dane û heqaret li wan kirine.   'GUNDEM HER TIŞTÊ DEWLETÊ DIZANE’    Kizilkaya destnîşan kir ku wan ji polîsan re gotiye ku "Ev der avahiya çapemeniyê ye û hûn nikarin wiha bikevin vir" û ev tişt got: "Lê bi israr ev tişt gotin me: 'Em dewlet in û em ê hêza dewletê nîşanê we bidin.' Lê bila ew jî vê yekê baş bizanibin, rojnameya Ozgur Gundemê ji A yê heta Z yê her tiştê dewletê dizane. Wekî ku bi ser keleha dijmin de digirin, heqaret li me kirin û bi mêvanan re hemû hevalên me binçav kirin."   'EM Ê WE WEKÎ MUSA ANTER GEBER BIKIN'   Kizilkaya anî ziman li tu dera cîhanê bi vî şeklî bi ser çapemeniyê de nagirin û ev tişt anî ziman: "Em hemû avêtin maşîneyê û di maşîneyê de 6-7 saetan em li nava Stenbolê gerandin û îşkence li me kirin. Dema îşkence dikirin digotin ku 'Hûnê hêza dewletê bibînin', 'Em ê we wekî Musa Anter geber bikin', 'Em ê we bavêjin bîrên asîtê.' Lê Ozgur Gundem hêza xwe ji gel û kuçeyan digire. Ji ber wê dê gotinên wiha bandorê lê neke. Ji ber ku qêrîna weşanên me li Sûr, Gever, Stenbol, Somayê ne. Li her cihê berxwdêr e."   'TECRÎDA DERVE LI HUNDUR DEWAM DIKE'   Kizilkaya piştrast kir ku tişta ku para çapemeniya azad dikeve, "zindan" û "tundî" ye, qasî 5 mehan di girtîgehê de bi tena serê xwe maye. Kazilkaya diyar kir ku ew gelek binpêkirinên mavan re rû bi rû mane û wiha pê pê de çû: "Wekî kesayetî dibe pêre rû bi rû mabim, dibe nemabim, ev zêde ne girîng e. Lê civaka li Tirkiyeyê îro di bin tecrîdekê de ye. Tecrîda li derve, ya li hundur temam dike. Êdî girtîgehên li Tirkiyeyê ne girtîgehên normal in." Kizilkaya aşkera kir ku ji ber ku ew rojnameger in rastî ew qas zexta nhatine û wiha got: "Anatolya û Mezopotamya baxeçeyên gelan e Di vê baxçeyî de keda me jî heye. Gelên li Tirkiyeyê di tuneleke reş re derbas dibin, lê ronahiya vê tunelê heye."   'EV GEFEK E'   Xwediyê Îmtiyazê Kemal Sancili jî destnîşan kir ku li dijî wan her dem tundî û şantajek heye û ev nirxandin kir: "Ez hêj ji girtîgehê nû derketim gotin der barê te de dozeke din heye û divê tu biçî îfadeyê bidî. Ev gef û şantajek e. Ez li vir bi vekirî vê bêjim, canekê me heye heke diwazin bila wê jî bistînin. Em di tu wateyê de paşve gav navêjin. Li cihê mayî em ê dewam bikin."   'EM BIBIN HÊSTÊN KESÊN LI GIRTÎGEHAN'   Sancili piştrast kir ku li Girtîgeha Sîlîvriyê tecrîd dewam dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em ê îro şûn de hêj bi hêztir binpêkirinên li Tirkiyeyê, bi taybetî zextên di dema OHAL'ê de bînin ziman. Em ê ji bo vê têkoşînê bidin. Bi taybetî di vir de bangeke me ji bo gel heye, divê hêj wêrektir têkoşînê bidin. Heke em hinekî jî wêrek bin, ez bawer dikim ku dê gelek pirsgirêk çareser bibin."