'900 DAIŞ'î derbasî Tirkiyeyê bûn, dibe êrîşan bikin'

  • rojane
  • 09:20 1 Mijdar 2017
  • |
img

ENQERE - Wekîlê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul got ku "900 DAIŞ'î derbasî Tirkiyeyê bûne" û der barê van îdiayan de hikumet hişyar kir. Togrul aşkera kir ku dibe ku êrîşên cidî bikin û bang li hikumet kir ku tevdîrên cidî bigire. Torgurl da zanîn ku sed mixabin hikumet li dijî êrîşeke muhtemel tevdîr negirtine û divê têkoşîneke bi bandor bide meşandin.

Saziya fikrî ya Soufan Center a navenda wê li DYA'yê ye, diyar kir ku DAIŞ'ê derbeke mezin xwariye ji ber wê gelek endamên wê vegeriyane welatên xwe, di nava van de 900 DAIŞ'iyên paya bilind jî hene û îdia kir ku ev li Tirkiyeyê bi cih bûne, dîsa çavê raya giştî vegeriya ser bajarê Dîlokê. DAIŞ'a ku Dîlokê wekî "baregeh" dide xebatê, di vê der barê de Wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê Mahmut Togrul hişyariyên cidî kirin.
 
'TIRKIYE RÊ DIDE VAN'
 
Togrul destnîşan kir ku li gorî saziya fikrî DAIŞ'iyên vegeriya ne hejmara wan hêj zêdetir e û wiha got: "Hatina van a Tirkiyeyê, an jî li ser Tirkiyeyê re derbasbûna welatê xwe bibin, ji berê de der barê wan de îdiayên me yên cidî hene. Li Dîlokê DAIŞ'ê xwe pirt cidî rêxistin kiriye. Heke DAIŞ'iyek bê Tirkiyeyê û qasî ku tê xwestin lojîstîk tune be, ew wisa bi rihetî ji Tirkiyeyê derbasî welatê xwe nabe."
 
'DEMA TENGIJÎN DÊ ÊRÎŞÊN MEZIN BIKIN'
 
Togrul diyar kir ku tê gotin ku DAIŞ herêma di navbera Deriyê Sînor ê Karkamişa Kîlîsê dixebitîne û di vî warî de îdiayên cidî heye û piştrast kir ku ruxmê vê jî li dijî DAIŞ'a ku li Sûriyeyê windahiyên mezin dan, tevdîrên cidî nayên girtin û wiha axivî: "Çeteyên DAIŞ'ê deriyê Karkamişê yê Kîlîsê dixebitîne. Ji cihekê din re ne pêkan e derbasî Tirkiyeyê bibin. Dema vî derî bixebitînin, cihê ku biçinê jî Dîlok e. Wekî me gotî an dewlet rê dide wan û alîkariya wan dike, an jî rêxistinkirineke wê ya cidî heye. Ji xwe berê jî DAIŞ'ê gotibû ku 'Reqqa çi be Dîlok jî ew e'. Dema ev li ber çavan bê girtin, wê demê rêxistinkirineke wê ya hucreyî heye. Ev jî dide nîşan dema ev çete bitengijin, dê êrîşên cidî bikin."
 
Togrul li ser êrîşên Amed, Pirsûs û Enqereyê jî rawestiya û da zanîn ku xala hevbeş a van êrîşan Dîlok e û wiha pê de çû: "Ew kesên amadekariya van êrîşan kirin, bi şeklekî piyên wan li axa Dîlokê ketiye. Dîsa têkiliya wan bi hucreyên DAIŞ'ê yên li Dîlokê re heye. Dema ev hemû li ber çavan bên girtin, dê êrîşa li dijî dawetê ya li Dîrokê jî li dû xwe bihêle û hêj êrîşên cidî bike."
 
'YÊN BINÇAVKIRÎ NE YÊN ŞERKER IN'
 
Togrul operasyona Wezareta Karê Hundur a demên dawî li dijî DAIŞ'ê jî nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tê gotin ku qasî 160 DAIŞ'î hatine binçavkirin. Lê çiqas ji van yên berê vegeriyayî ye? An jî koma dawî ne? Em van nizanin. Lê ez difikirim ku ev agahiyên berê ne û dixwazin fikarên raya giştî ya di vê der barê de kêm bikin. Yên li wir kesên ji Reqqayê şer dikirin û hatine Tirkiyeyê ne. Ez wisa difikirim." Togrul destnîşan kir ku hikumet bi awayeke cidî li dijî DAIŞ'ê têkoşînê nade û piştrast kir ku piştperdeya komkujiyan jî zelal nake û ev nirxandin kir: "Bi rastî jî dê ev çete bêjin ku 'm hên neqediya ne, em ê bibin nelayeke hêj mezintir' û dê êrîşên pir mezin pêk bînin. Saziyên Tirkiyeyê vê xetereya cidî nabînin û ev kêmasiyeke mezin e."
 
Togrul diyar kir ku wî demên borî de jî gelek caran xebatên DAIŞ'ê yên li Dîlokê û li Tirkiyeyê biriye meclisê, lê gelek caran ev bi dengdanên AKP'ê hatiye redkirin û lêkolîn nedane detpêkirin. Togrul dîsa hişyariyên xwe dubare kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dibe êrîşên pir cidî pêk bînin. Lê Tirkiyeyê hêj tevdîreke cidî li dijî DAIŞ'ê negirtiye. Hêj wekî ku di bin hişiya wan de sempatiyek heye. Em bi van fikaran bi hin agahiyên di destê xwe de balê dikişînin ser vê mijarê. Ji berê de îdiaya me ev bû; Tirkiye li ser dijberiya Rojava û kurdan, tev li karên qirêj bû. Bêguman dê fatûreyeke wê ya ji bo Tirkiyeyê hebe. Heta me ev pênase Pakistan û Peşaverê kiribû. Heke ev agahî rast bin, dê ji vê saetê şûn de jiyaneke normal nejîn."
 

Sernavên din

03/11/2017
13:12 Selma Irmak bû namzeta Serokatiya Meclîsê
13:11 Bi hinceta heqaret li serokomar kir, doz hat vikirin
13:04 Şahidê bûyerê: Murat Çelîk li şaneşînê înfaz kirin
12:54 Leşkeran dest danî ser jeneratorên kana komirê
12:53 Polîsan 2 kes li Farqînê binçav kirin
12:44 Xwe gihandin cenazeyê 3 kesên li Şîleyê
12:23 Uca: Di 4'ê Mijdarê de jina azad hedef hat girtin
12:22 Kurd jî dawetî civîna Sotşiyê kirin
12:00 Malbata Ocalan serî li dozgeriyê da
11:14 10 sal ceza li wekîla HDP'ê Irmak birîn
11:06 Ji akademîsyenan re rapora kûmpasê: Sîxûrî li ser xwendekaran ferz kirin
10:59 Dozger xwest polîs ji teqîna 5'ê hezîranê bên cezakirin
10:00 Rîşik li ber tunebûyînê ye
09:59 Parêzer Atalay: Şêniyên Tarlabaşiyê hatin ‘tehcîr’kirin
09:47 'Qanûna Miftîtîyê dê bandorek neyînî li ser jiyana jinan bike'
09:46 Hejmara polîsên birîndar ên li Amedê derket 9'an
09:45 Çêj û amadekariya serma Serhedê: Kartol û komir e
09:44 ‘Dawî li tecrîdê bînin, rageşî zêde dibe’
09:44 Ji tirsa hevserê xwe esrar bir girtîgehê hat girtin
09:35 'Bi koçberiya nemislimanan re hunerê jî koç kir’
09:34 Seydi Fırat: Bi tecrîdê gelê kurd tê cezakirin
09:33 15 mehin derman nakin: Hûn bimirin jî em we nabin nexweşxanê
09:31 Karkerekî komirê di hezanê de mir
09:20 'Milê min tune dibên te molotof avêtiye'
09:19 'Piştî 7’ê hezîranê turîzma Wanê û welat têk çû’
09:18 Jin dê bi şîara 'Ne koletî, îsyan heye’ tev li 25’ê Mijdarê bibin
09:00 ROJEVA 03'Ê MIJDARA 2017'AN
02/11/2017
17:35 Cara 701’emîn a serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
16:48 Roboskiyan: Teraziya edaletê di hefteya 305’an de jî şaşwaz bû
15:53 Ji bo Ocalan ji CPT û Wezareta Dadê re name şandin
15:20 Wekilên HDP’ê meşiyan meclîsê
15:19 Rusyayê bersiva Enqereyê da
14:34 Li Kolana Yukselê 2 kes hatin binçavkirin
14:22 Twitterê, hesabê ANF'ê yê li Tirkiyeyê asteng kir
14:18 20 kes li Îzmir û Colemêrgê hatin binçavkirin
14:11 10 endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
13:57 Dayikên Aştiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:40 Pêkhatiyên Helebê ji QSD'ê xwest Tirkiye ji Idlibê derxin
12:32 Dê doza Tuncel, Kişanak û Irmak sibê bê dîtin
12:08 Waliyê Enqereyê 3 mehên din çalakî qedexe kirin
11:53 Nexweşxaneya Cizîrê dê bê bijîşk bimîne
11:51 Rojnameger: Şahidên îfade dane angaştnameya Nedîm pûç kirin
11:51 2 cerdevan û 6 leşkeran jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzerên Ocalan cara 701’emîn serlêdan kirin
11:41 Serokê Komîsyona Mafê Mirovan çima ‘randevûya Ocalan’ îptal kir?
11:30 Operasyona 4'ê Mijdarê: Baluken bi dozgerê xwe re girtî ye
11:21 Gulmen: Dema ez vegerim karê xwe ez ê grevê bi dawî bikim
11:14 Lêpirsîna SÎHA ‘Qeba’ dîtin û red kirin
10:43 Dozgerê komarê: Me tu delîl nedît, lê ev endamên PKK/KCK'ê ne
10:24 Gursel Tekîn: Tecrîd li dijî mirovahiyê ye
10:23 Klasîkek erdhejê: Li Semsatê malan çênakin û restore nakin
09:57 32 HES û 3 bendavên nû Wan û Geliyê Zîlan di bin avê de dihêle
09:56 Li Bergamayê pençeşêr zêde bû: Divê lêkolîn bê kirin
09:55 'Ez di şivaniyê de aramiyê dibînim’
09:54 'Li Îmraliyê tecrîdeke bê dawî tê meşandin'
09:53 Jin ji bo çalakiyên bi hêz xwe amade dikin
09:52 Dê Ceylan û Veysel bi pêşbaziya wêneyan bibîr bînin
09:51 Ji ber serî li ÎHD’ê dan qereqolê gazî wan kir
09:30 Nifşên 78'an: Tecrîda niha wehşeta salên 80’yî jî derbas kir
09:29 Wê Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê, Rojhilatê Behra Spî talan bike
09:28 Wênesaz Ronas: Wêne cîhana jinê ya hundir e
09:27 Aborîzan Sonmez: Ev budçe xizmeta sermayeyê dike
09:26 Benlisoy: DYA nexwest Îbadî ji dest biçe
09:00 ROJEVA 02'Ê MIJDARA 2017'AN
01/11/2017
18:48 Rojnameger Turfent nehat tehliyekirin
17:49 Îdîaya ‘Cenazeyên PKK'iyan bi kepçeyan ji gorên wan derxistin û birin'
17:13 Şahidan: Em Turfent nas nakin me di bin zextan de îfade da
16:30 Girtiyê nexweş Babaoglu emeliyat red kir
16:03 Yildirim: Ocalan xeta me ya sor e
16:01 Berdevkê HDP’ê Bîlgen li Qersê bi gel re civiya
15:44 Di 9 mehan de 15 hezar û 647 maf hatin binpêkirin
15:32 Bang li saziyên navneteweyî kirin: Nebin hevkarê vî sûcî
15:30 1’ê Mijdarê li Kobanê tê pîrozkirin
15:29 Endamtiya SES’ê sûc hat dîtin
15:02 ÎHD li dijî cilên yek reng dikeve tevgerê
14:52 Li Yukselê roja 358’emîn: 3 kes binçavkirin
14:51 HDP'ê bang li AYM'e kir: Salek borî li gorî pîvanên xwe bimeşin
14:30 HDP: Serkeftina Kobanê, serkeftina mirovahiyê ye
14:21 'Şaredarî dixwaze jin bi 400 zilamî re di yek bazarê de bixebitin'
13:48 Serlêdanên ji bo pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
13:39 Rewşenbir û nivîskaran: Kavala dîl hat girtin
13:22 Li ser malbat û girtiyan tekmîlê ferz dikin
13:20 Ranawestin ji cihê mayî dewam dikin
13:03 Operasyona TSK'ê ya li Idlibê têk diçe
12:53 ÇGD: Hûn nikarin ji nûçegihanan sîxuran avabikin!
12:47 Keştiyek di deryaya Şîleyê de noqî avê bû
12:04 5 cenaze li Meletiyê ten rawestandin
11:54 Ji ber 3 peyvan 11 meh ceza li Pîr birin!
11:39 Ker û lalê girtî cezayê 'Dirûşme berz kiriye' lê birîn
11:15 ‘Serkeftinek bêhempa diyarê dijberê kurdan kirin’
10:51 Polîsan li Osmaniye 3 HDP'î binçav kirin
10:40 Îlham Ehmed: Çareserî Sûriyeya Federal e
09:56 Mêrekî li Stenbolê jinek qetil kir
09:32 'Dewlet sewalkariyê tune dike'
09:21 Karsaz Kavala hat girtin
09:20 '900 DAIŞ'î derbasî Tirkiyeyê bûn, dibe êrîşan bikin'
09:19 Parêzera Kemal Kurkut xwest polîsê kujer bê girtin
09:19 Ayhan: Li Kobaniyê nirxên mirovahiyê derketin holê
09:18 Karkerên Akkimê: Em ê bi ser kevin
09:17 Kobanê remza cîhan û mirovahiyê ye