'900 DAIŞ'î derbasî Tirkiyeyê bûn, dibe êrîşan bikin' 2017-11-01 09:20:41 ENQERE - Wekîlê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul got ku "900 DAIŞ'î derbasî Tirkiyeyê bûne" û der barê van îdiayan de hikumet hişyar kir. Togrul aşkera kir ku dibe ku êrîşên cidî bikin û bang li hikumet kir ku tevdîrên cidî bigire. Torgurl da zanîn ku sed mixabin hikumet li dijî êrîşeke muhtemel tevdîr negirtine û divê têkoşîneke bi bandor bide meşandin. Saziya fikrî ya Soufan Center a navenda wê li DYA'yê ye, diyar kir ku DAIŞ'ê derbeke mezin xwariye ji ber wê gelek endamên wê vegeriyane welatên xwe, di nava van de 900 DAIŞ'iyên paya bilind jî hene û îdia kir ku ev li Tirkiyeyê bi cih bûne, dîsa çavê raya giştî vegeriya ser bajarê Dîlokê. DAIŞ'a ku Dîlokê wekî "baregeh" dide xebatê, di vê der barê de Wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê Mahmut Togrul hişyariyên cidî kirin.   'TIRKIYE RÊ DIDE VAN'   Togrul destnîşan kir ku li gorî saziya fikrî DAIŞ'iyên vegeriya ne hejmara wan hêj zêdetir e û wiha got: "Hatina van a Tirkiyeyê, an jî li ser Tirkiyeyê re derbasbûna welatê xwe bibin, ji berê de der barê wan de îdiayên me yên cidî hene. Li Dîlokê DAIŞ'ê xwe pirt cidî rêxistin kiriye. Heke DAIŞ'iyek bê Tirkiyeyê û qasî ku tê xwestin lojîstîk tune be, ew wisa bi rihetî ji Tirkiyeyê derbasî welatê xwe nabe."   'DEMA TENGIJÎN DÊ ÊRÎŞÊN MEZIN BIKIN'   Togrul diyar kir ku tê gotin ku DAIŞ herêma di navbera Deriyê Sînor ê Karkamişa Kîlîsê dixebitîne û di vî warî de îdiayên cidî heye û piştrast kir ku ruxmê vê jî li dijî DAIŞ'a ku li Sûriyeyê windahiyên mezin dan, tevdîrên cidî nayên girtin û wiha axivî: "Çeteyên DAIŞ'ê deriyê Karkamişê yê Kîlîsê dixebitîne. Ji cihekê din re ne pêkan e derbasî Tirkiyeyê bibin. Dema vî derî bixebitînin, cihê ku biçinê jî Dîlok e. Wekî me gotî an dewlet rê dide wan û alîkariya wan dike, an jî rêxistinkirineke wê ya cidî heye. Ji xwe berê jî DAIŞ'ê gotibû ku 'Reqqa çi be Dîlok jî ew e'. Dema ev li ber çavan bê girtin, wê demê rêxistinkirineke wê ya hucreyî heye. Ev jî dide nîşan dema ev çete bitengijin, dê êrîşên cidî bikin."   Togrul li ser êrîşên Amed, Pirsûs û Enqereyê jî rawestiya û da zanîn ku xala hevbeş a van êrîşan Dîlok e û wiha pê de çû: "Ew kesên amadekariya van êrîşan kirin, bi şeklekî piyên wan li axa Dîlokê ketiye. Dîsa têkiliya wan bi hucreyên DAIŞ'ê yên li Dîlokê re heye. Dema ev hemû li ber çavan bên girtin, dê êrîşa li dijî dawetê ya li Dîrokê jî li dû xwe bihêle û hêj êrîşên cidî bike."   'YÊN BINÇAVKIRÎ NE YÊN ŞERKER IN'   Togrul operasyona Wezareta Karê Hundur a demên dawî li dijî DAIŞ'ê jî nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tê gotin ku qasî 160 DAIŞ'î hatine binçavkirin. Lê çiqas ji van yên berê vegeriyayî ye? An jî koma dawî ne? Em van nizanin. Lê ez difikirim ku ev agahiyên berê ne û dixwazin fikarên raya giştî ya di vê der barê de kêm bikin. Yên li wir kesên ji Reqqayê şer dikirin û hatine Tirkiyeyê ne. Ez wisa difikirim." Togrul destnîşan kir ku hikumet bi awayeke cidî li dijî DAIŞ'ê têkoşînê nade û piştrast kir ku piştperdeya komkujiyan jî zelal nake û ev nirxandin kir: "Bi rastî jî dê ev çete bêjin ku 'm hên neqediya ne, em ê bibin nelayeke hêj mezintir' û dê êrîşên pir mezin pêk bînin. Saziyên Tirkiyeyê vê xetereya cidî nabînin û ev kêmasiyeke mezin e."   Togrul diyar kir ku wî demên borî de jî gelek caran xebatên DAIŞ'ê yên li Dîlokê û li Tirkiyeyê biriye meclisê, lê gelek caran ev bi dengdanên AKP'ê hatiye redkirin û lêkolîn nedane detpêkirin. Togrul dîsa hişyariyên xwe dubare kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dibe êrîşên pir cidî pêk bînin. Lê Tirkiyeyê hêj tevdîreke cidî li dijî DAIŞ'ê negirtiye. Hêj wekî ku di bin hişiya wan de sempatiyek heye. Em bi van fikaran bi hin agahiyên di destê xwe de balê dikişînin ser vê mijarê. Ji berê de îdiaya me ev bû; Tirkiye li ser dijberiya Rojava û kurdan, tev li karên qirêj bû. Bêguman dê fatûreyeke wê ya ji bo Tirkiyeyê hebe. Heta me ev pênase Pakistan û Peşaverê kiribû. Heke ev agahî rast bin, dê ji vê saetê şûn de jiyaneke normal nejîn."