Kobanê remza cîhan û mirovahiyê ye

  • rojane
  • 09:17 1 Mijdar 2017
  • |
img

STENBOL - Berdevka Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê Hacer Elçî diyar kir ku Roja Kobanê ya Cîhanê ya 1'ê Mijdarê di dîroka mirovahiyê de remzek e û ev tişt got: "Em ê rojekê biçin wir û ji jiyana ku zarokên me xeyal dikirin re şahidiyê bikin."

Serkeftina Kobanê ya mohra xwe li dîroka Kurdistan, Rojhilata Navîn, Tirkiyeyê û cîhanê da, di 1'ê Mijdarê de ji bo tevahiya cîhanê bû remzekî. Piştî serkeftina Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê ya 1'ê Mijdarê hat îlankirin. Ciwanên ku bi pêlîstokên ji bo zarokan ketin rê û xwestin di avakirina Kobanê de cih bigirin, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da. 
 
Yek jî gaziyê Pirsûsê Yasîn Can û Berdevka Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê Hacer Elçî der barê berxwedana Kobanê de axivîn û piştrast kirin ku Kobanê di dîroka cîhanê de bûye remzekê.
 
‘KOBANÊ REMZEKE MIROVAHIYÊ YE’
 
Yasîn Can ê bi birîndarî ji hovîtiya DAIŞ'ê rizgar bû, diyar kir ku Kobanê ji bo wan gelekî girîng e, serkeftina Konabê li dijî jiyana qirêj mirovahiyê temsîl dike û wiha got: "Jiyana qirêj di DAIŞ'ê de xwe da der. Kobanê ji bo mirovahiyê tiştekî taybet rave dike. Niha jî neyarên mirovahiyê serkeftina Kobanê qebûl nakir. Em li Pirsûsê bi komkujiyekê re rû bi rû man; lê li Kobanê her kêlî û her deqe heman komkujî pêk dihat. Em ji bo bajar ji nûve ava bikin û jiyaneke komunal bi pêş bixin ketin rê. Lê çeteyên DAIŞ'ê nehiştin em li cihê wê jiyanê ji nû ve ava bikin."
 
'JI BO ZAROKAN BAXÇEYÊ TÊKOŞÎNÊ’
 
Can destnîşan kir ku li Rojava û Kobanê şerê mirovahiyê tê dayîn û wiha axivî: "Kobanê ji bo Rojhilata Navîn remza ji nûva qezenckirina jiyanê ye. Di serî de li Kobanê, li tevahiya Rojava mirovahiyê nûve qezenc kir. Meclisên gel û jinan hatin avakirin. Baxçeyên ku zarok bi azad lê dileyzin hatin avakirin. Kes li wir zerarê nade hev, kes ji ber ol, ziman û nijada xwe nayê darizandin. Ji ber wê Kobanê di Rojhilata Navîn de keleha dawî ya mirovahiyê ye. Ji ber wê jî di serî de Ewropa, divê her welat piştgiriyê bide Kobanê û xwedî lê derkeve."
 
Can derbirî ku Roja Kobanê ya Cîhanê ya 1'ê Mijdarê di dîroka mirovahiyê de remzek e û wiha pê de çû: "Ev roj ji bo her kesên ku şer kirin rojek pîroz e. 1'ê Mijdarê ji bo her kesî xwedî wate ye. Bi şerê qirêj re kes xwe nagihîne cihekî. Ji ber wê jî divê ev serkeftina bi destê jinê hatiye qezenckirin, her kes xwedî lê derkeve û vê jiyana hevpar ava bike."
 
'XEYALÊN WÊ Lİ KOBANÊ ŞÎN BÛN' 
 
Berdevka Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê Hacer Elçî jî anî ziman ku dema wan xwest ji navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji bo zarokên Kobanê pêlîstokan bibin, êrîş li dijî wan pêk hatiye û ev tişt got: "Li her derê Tirkiyeyê 300 ciwan hatibûn û ji bo avakirina Kobanê dixwestin tiştekê bikin. Ciwanan bi banga SGDF'ê dixwestin tevli xebatê bibin, bi êrîşa çeteyên DAIŞ'ê hatin qetilkirin. Kobanê ji bo 33 rêwiyên xewî xwedî wate ye. Kobanê ji bo malbatên Pirsûsê cihekî taybet digire. Kobanê têkoşîna hevpar a mirovahiyê ye. Berxwedana Kobanê ji bo hemû cîhanê bû roja aştiyê. Xeyalên 33 rêwiyên xewî li Kobanê zîl da."
 
‘EM Ê JI XEYALÊN ZAROKÊN XWE RE ŞAHIDIYÊ BIKIN’
 
Elçî aşkera kir ku li Kobanê xeyalên hevpar ên mirovahiyê zîl daye û wiha pê de çû: "Ew hexaya meclisa jinan a her kesî dikir, hat avakirin. Ji bo şehîdên Pirsûsê daristan hatin avakirin. Ew jiyana ku 33 rêwiyên heqîqetê pênaseya 'Jiyana Nû' dikir hat hûnandin." Elçî piştrast kir ku di êrîşa li Pirsûsê de 11 jinan jî jiyana xwe ji dest daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me dît ku azadiya jinê li Kobanê di jiyanê de ava bû. Em ê rojekê biçin wir û ji xeyalên zarokên xwe re şahidiyê bikin."
 
Elçî 1'ê Mijdarê jî wekî remza cîhan û mirovahiyê pênase kir û bang li her kesî kir ku xwedî li Kobanê derkevin û di hemû qadên civakê de jiyanê ji nûve ava bikin.
 
 

Sernavên din

03/11/2017
13:12 Selma Irmak bû namzeta Serokatiya Meclîsê
13:11 Bi hinceta heqaret li serokomar kir, doz hat vikirin
13:04 Şahidê bûyerê: Murat Çelîk li şaneşînê înfaz kirin
12:54 Leşkeran dest danî ser jeneratorên kana komirê
12:53 Polîsan 2 kes li Farqînê binçav kirin
12:44 Xwe gihandin cenazeyê 3 kesên li Şîleyê
12:23 Uca: Di 4'ê Mijdarê de jina azad hedef hat girtin
12:22 Kurd jî dawetî civîna Sotşiyê kirin
12:00 Malbata Ocalan serî li dozgeriyê da
11:14 10 sal ceza li wekîla HDP'ê Irmak birîn
11:06 Ji akademîsyenan re rapora kûmpasê: Sîxûrî li ser xwendekaran ferz kirin
10:59 Dozger xwest polîs ji teqîna 5'ê hezîranê bên cezakirin
10:00 Rîşik li ber tunebûyînê ye
09:59 Parêzer Atalay: Şêniyên Tarlabaşiyê hatin ‘tehcîr’kirin
09:47 'Qanûna Miftîtîyê dê bandorek neyînî li ser jiyana jinan bike'
09:46 Hejmara polîsên birîndar ên li Amedê derket 9'an
09:45 Çêj û amadekariya serma Serhedê: Kartol û komir e
09:44 ‘Dawî li tecrîdê bînin, rageşî zêde dibe’
09:44 Ji tirsa hevserê xwe esrar bir girtîgehê hat girtin
09:35 'Bi koçberiya nemislimanan re hunerê jî koç kir’
09:34 Seydi Fırat: Bi tecrîdê gelê kurd tê cezakirin
09:33 15 mehin derman nakin: Hûn bimirin jî em we nabin nexweşxanê
09:31 Karkerekî komirê di hezanê de mir
09:20 'Milê min tune dibên te molotof avêtiye'
09:19 'Piştî 7’ê hezîranê turîzma Wanê û welat têk çû’
09:18 Jin dê bi şîara 'Ne koletî, îsyan heye’ tev li 25’ê Mijdarê bibin
09:00 ROJEVA 03'Ê MIJDARA 2017'AN
02/11/2017
17:35 Cara 701’emîn a serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
16:48 Roboskiyan: Teraziya edaletê di hefteya 305’an de jî şaşwaz bû
15:53 Ji bo Ocalan ji CPT û Wezareta Dadê re name şandin
15:20 Wekilên HDP’ê meşiyan meclîsê
15:19 Rusyayê bersiva Enqereyê da
14:34 Li Kolana Yukselê 2 kes hatin binçavkirin
14:22 Twitterê, hesabê ANF'ê yê li Tirkiyeyê asteng kir
14:18 20 kes li Îzmir û Colemêrgê hatin binçavkirin
14:11 10 endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
13:57 Dayikên Aştiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:40 Pêkhatiyên Helebê ji QSD'ê xwest Tirkiye ji Idlibê derxin
12:32 Dê doza Tuncel, Kişanak û Irmak sibê bê dîtin
12:08 Waliyê Enqereyê 3 mehên din çalakî qedexe kirin
11:53 Nexweşxaneya Cizîrê dê bê bijîşk bimîne
11:51 Rojnameger: Şahidên îfade dane angaştnameya Nedîm pûç kirin
11:51 2 cerdevan û 6 leşkeran jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzerên Ocalan cara 701’emîn serlêdan kirin
11:41 Serokê Komîsyona Mafê Mirovan çima ‘randevûya Ocalan’ îptal kir?
11:30 Operasyona 4'ê Mijdarê: Baluken bi dozgerê xwe re girtî ye
11:21 Gulmen: Dema ez vegerim karê xwe ez ê grevê bi dawî bikim
11:14 Lêpirsîna SÎHA ‘Qeba’ dîtin û red kirin
10:43 Dozgerê komarê: Me tu delîl nedît, lê ev endamên PKK/KCK'ê ne
10:24 Gursel Tekîn: Tecrîd li dijî mirovahiyê ye
10:23 Klasîkek erdhejê: Li Semsatê malan çênakin û restore nakin
09:57 32 HES û 3 bendavên nû Wan û Geliyê Zîlan di bin avê de dihêle
09:56 Li Bergamayê pençeşêr zêde bû: Divê lêkolîn bê kirin
09:55 'Ez di şivaniyê de aramiyê dibînim’
09:54 'Li Îmraliyê tecrîdeke bê dawî tê meşandin'
09:53 Jin ji bo çalakiyên bi hêz xwe amade dikin
09:52 Dê Ceylan û Veysel bi pêşbaziya wêneyan bibîr bînin
09:51 Ji ber serî li ÎHD’ê dan qereqolê gazî wan kir
09:30 Nifşên 78'an: Tecrîda niha wehşeta salên 80’yî jî derbas kir
09:29 Wê Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê, Rojhilatê Behra Spî talan bike
09:28 Wênesaz Ronas: Wêne cîhana jinê ya hundir e
09:27 Aborîzan Sonmez: Ev budçe xizmeta sermayeyê dike
09:26 Benlisoy: DYA nexwest Îbadî ji dest biçe
09:00 ROJEVA 02'Ê MIJDARA 2017'AN
01/11/2017
18:48 Rojnameger Turfent nehat tehliyekirin
17:49 Îdîaya ‘Cenazeyên PKK'iyan bi kepçeyan ji gorên wan derxistin û birin'
17:13 Şahidan: Em Turfent nas nakin me di bin zextan de îfade da
16:30 Girtiyê nexweş Babaoglu emeliyat red kir
16:03 Yildirim: Ocalan xeta me ya sor e
16:01 Berdevkê HDP’ê Bîlgen li Qersê bi gel re civiya
15:44 Di 9 mehan de 15 hezar û 647 maf hatin binpêkirin
15:32 Bang li saziyên navneteweyî kirin: Nebin hevkarê vî sûcî
15:30 1’ê Mijdarê li Kobanê tê pîrozkirin
15:29 Endamtiya SES’ê sûc hat dîtin
15:02 ÎHD li dijî cilên yek reng dikeve tevgerê
14:52 Li Yukselê roja 358’emîn: 3 kes binçavkirin
14:51 HDP'ê bang li AYM'e kir: Salek borî li gorî pîvanên xwe bimeşin
14:30 HDP: Serkeftina Kobanê, serkeftina mirovahiyê ye
14:21 'Şaredarî dixwaze jin bi 400 zilamî re di yek bazarê de bixebitin'
13:48 Serlêdanên ji bo pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
13:39 Rewşenbir û nivîskaran: Kavala dîl hat girtin
13:22 Li ser malbat û girtiyan tekmîlê ferz dikin
13:20 Ranawestin ji cihê mayî dewam dikin
13:03 Operasyona TSK'ê ya li Idlibê têk diçe
12:53 ÇGD: Hûn nikarin ji nûçegihanan sîxuran avabikin!
12:47 Keştiyek di deryaya Şîleyê de noqî avê bû
12:04 5 cenaze li Meletiyê ten rawestandin
11:54 Ji ber 3 peyvan 11 meh ceza li Pîr birin!
11:39 Ker û lalê girtî cezayê 'Dirûşme berz kiriye' lê birîn
11:15 ‘Serkeftinek bêhempa diyarê dijberê kurdan kirin’
10:51 Polîsan li Osmaniye 3 HDP'î binçav kirin
10:40 Îlham Ehmed: Çareserî Sûriyeya Federal e
09:56 Mêrekî li Stenbolê jinek qetil kir
09:32 'Dewlet sewalkariyê tune dike'
09:21 Karsaz Kavala hat girtin
09:20 '900 DAIŞ'î derbasî Tirkiyeyê bûn, dibe êrîşan bikin'
09:19 Parêzera Kemal Kurkut xwest polîsê kujer bê girtin
09:19 Ayhan: Li Kobaniyê nirxên mirovahiyê derketin holê
09:18 Karkerên Akkimê: Em ê bi ser kevin
09:17 Kobanê remza cîhan û mirovahiyê ye