Kobanê remza cîhan û mirovahiyê ye 2017-11-01 09:17:48 STENBOL - Berdevka Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê Hacer Elçî diyar kir ku Roja Kobanê ya Cîhanê ya 1'ê Mijdarê di dîroka mirovahiyê de remzek e û ev tişt got: "Em ê rojekê biçin wir û ji jiyana ku zarokên me xeyal dikirin re şahidiyê bikin." Serkeftina Kobanê ya mohra xwe li dîroka Kurdistan, Rojhilata Navîn, Tirkiyeyê û cîhanê da, di 1'ê Mijdarê de ji bo tevahiya cîhanê bû remzekî. Piştî serkeftina Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê ya 1'ê Mijdarê hat îlankirin. Ciwanên ku bi pêlîstokên ji bo zarokan ketin rê û xwestin di avakirina Kobanê de cih bigirin, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da.    Yek jî gaziyê Pirsûsê Yasîn Can û Berdevka Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê Hacer Elçî der barê berxwedana Kobanê de axivîn û piştrast kirin ku Kobanê di dîroka cîhanê de bûye remzekê.   ‘KOBANÊ REMZEKE MIROVAHIYÊ YE’   Yasîn Can ê bi birîndarî ji hovîtiya DAIŞ'ê rizgar bû, diyar kir ku Kobanê ji bo wan gelekî girîng e, serkeftina Konabê li dijî jiyana qirêj mirovahiyê temsîl dike û wiha got: "Jiyana qirêj di DAIŞ'ê de xwe da der. Kobanê ji bo mirovahiyê tiştekî taybet rave dike. Niha jî neyarên mirovahiyê serkeftina Kobanê qebûl nakir. Em li Pirsûsê bi komkujiyekê re rû bi rû man; lê li Kobanê her kêlî û her deqe heman komkujî pêk dihat. Em ji bo bajar ji nûve ava bikin û jiyaneke komunal bi pêş bixin ketin rê. Lê çeteyên DAIŞ'ê nehiştin em li cihê wê jiyanê ji nû ve ava bikin."   'JI BO ZAROKAN BAXÇEYÊ TÊKOŞÎNÊ’   Can destnîşan kir ku li Rojava û Kobanê şerê mirovahiyê tê dayîn û wiha axivî: "Kobanê ji bo Rojhilata Navîn remza ji nûva qezenckirina jiyanê ye. Di serî de li Kobanê, li tevahiya Rojava mirovahiyê nûve qezenc kir. Meclisên gel û jinan hatin avakirin. Baxçeyên ku zarok bi azad lê dileyzin hatin avakirin. Kes li wir zerarê nade hev, kes ji ber ol, ziman û nijada xwe nayê darizandin. Ji ber wê Kobanê di Rojhilata Navîn de keleha dawî ya mirovahiyê ye. Ji ber wê jî di serî de Ewropa, divê her welat piştgiriyê bide Kobanê û xwedî lê derkeve."   Can derbirî ku Roja Kobanê ya Cîhanê ya 1'ê Mijdarê di dîroka mirovahiyê de remzek e û wiha pê de çû: "Ev roj ji bo her kesên ku şer kirin rojek pîroz e. 1'ê Mijdarê ji bo her kesî xwedî wate ye. Bi şerê qirêj re kes xwe nagihîne cihekî. Ji ber wê jî divê ev serkeftina bi destê jinê hatiye qezenckirin, her kes xwedî lê derkeve û vê jiyana hevpar ava bike."   'XEYALÊN WÊ Lİ KOBANÊ ŞÎN BÛN'    Berdevka Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê Hacer Elçî jî anî ziman ku dema wan xwest ji navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji bo zarokên Kobanê pêlîstokan bibin, êrîş li dijî wan pêk hatiye û ev tişt got: "Li her derê Tirkiyeyê 300 ciwan hatibûn û ji bo avakirina Kobanê dixwestin tiştekê bikin. Ciwanan bi banga SGDF'ê dixwestin tevli xebatê bibin, bi êrîşa çeteyên DAIŞ'ê hatin qetilkirin. Kobanê ji bo 33 rêwiyên xewî xwedî wate ye. Kobanê ji bo malbatên Pirsûsê cihekî taybet digire. Kobanê têkoşîna hevpar a mirovahiyê ye. Berxwedana Kobanê ji bo hemû cîhanê bû roja aştiyê. Xeyalên 33 rêwiyên xewî li Kobanê zîl da."   ‘EM Ê JI XEYALÊN ZAROKÊN XWE RE ŞAHIDIYÊ BIKIN’   Elçî aşkera kir ku li Kobanê xeyalên hevpar ên mirovahiyê zîl daye û wiha pê de çû: "Ew hexaya meclisa jinan a her kesî dikir, hat avakirin. Ji bo şehîdên Pirsûsê daristan hatin avakirin. Ew jiyana ku 33 rêwiyên heqîqetê pênaseya 'Jiyana Nû' dikir hat hûnandin." Elçî piştrast kir ku di êrîşa li Pirsûsê de 11 jinan jî jiyana xwe ji dest daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me dît ku azadiya jinê li Kobanê di jiyanê de ava bû. Em ê rojekê biçin wir û ji xeyalên zarokên xwe re şahidiyê bikin."   Elçî 1'ê Mijdarê jî wekî remza cîhan û mirovahiyê pênase kir û bang li her kesî kir ku xwedî li Kobanê derkevin û di hemû qadên civakê de jiyanê ji nûve ava bikin.