Her tişt ji DBP'ê re 'qebhet' ji qeyûm re 'edet' e

  • rojane
  • 11:51 31 Cotmeh 2017
  • |
img

AMED - Cumalî Atîlla yê wekî qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, raporên xebatê yên di dema Kişanak û Anli de hatin amadekirin, ruxmê lêkolînên mufetîşan jî ji derveyê muwzûatê hatin dîtin, malên ku nayên barkirin hin ji wan ji saziyên sivîl û weqfan re hatin tahsîskirin. Projeyên ku hatin betalkirin di 6 mehan de 73 milyon û 600 hezar TL ji bo wan hat razandin, qeyûm ji bo ewlehiya xwe jî 481 hezar TL veqetand.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak di 25'ê Cotmeha 2016'an de di Komîsyona Derbeyê ya TBMM'ê yê de axivî, dema vedigerina Amedê li balafirgehê hat binçavkirin û di 30'ê Cotmehê de bi hevşaredar Firat Anli re hat girtin. Wezareta Karê Hundur li cihê wan qeyûm tayîn kir, dora şaredariyê bi barîkatan girt. Cumalî Atîlla yê wekî qeyûm tayînê şaredariyê kirin, meclis bê bandor kir û bi kadroya encumenan a ji 5 kesan pêk tê re, hemû malên şaredariyê yên nayên barkirin, yek bi yek dewr kir.
 
RUXMÊ MUFETÎŞAN JÎ 'DERVEYÊ MEWZÛATÊ YE'
 
Atilla destpêkê bi meclisa encumeyan a ku ava kir re, hemû raporên xebatê yên di navbera 1'ê Çileya 2016'an û 1'ê Mijdara 2016'an ku Kişanak amade kiriye, bi biryara 172'yan a di 17'ê Adarê de derxist re, beyî ku delîlekê bide nîşan, derveyê mewzûatê dît. Rapora xebatê kêm dît û bi xwe amade kir û bi pêşniyaran da qebûlkirin.
 
BÊ BERDÊL TAHSÎS KIR
 
Atîlla bi biryara hejmar 179'an a di 15'ê Gulanê de derxist re, "Dikanên Hejnar 55-56 ên di Sûka Binerdî ya Selahattîn Eyyubî de beyî ku berdêlek bê dayîn ji Weqfa Alîkarî û Çandê ya Malbatên Şehîd û Gaziyan a Amedê re divê bê veqetandin û di vê der barê de rayeya protokolê da Serokê Şaredariya Bajarê Mezin Cumalî Atîlla, ev bi dengdanê hat qebûlkirin."
 
NAVÊ PROJEYAN HAT GUHERTIN
 
Sosretiyên Atîlla bi van re sînor nînin, di demê re gelek proje û planên ku di dema Kişanak û Anli de hatin amadekirin, yek bi yek hatin betalkirin, li ser heman proje û navan butçe hat veqetandin. Di biryara hejmar 168'an a di 13'ê Nîsanê de hat derxistin, di çarçoveya projeya nû hatiye sererastkirin de; ji bo Projeya Sererastkirina Daristana Aştiyê 2 milyon û 500 hezar TL, ji bo Projeya Sererastkirina Derûdora Fîskayayê 100 hezar TL, ji bo Projeya Payzaja Ketina Bajêr 5 milyon TL, ji bo Projeya Rehabîlîtasyonê ya Sumerpark û Parka Newrozê 2 milyon TL, ji bo Projeya Parkên Aromatîk Tibî û Gulan 3 milyon TL, ji bo Projeya Sererastkirina Derûdorê ya Etaba 1'emîn a Daristana Bajêr 2 milyon TL ku hatibû veqetandin, hat betalkirin. Ji bo Projeyên Çêkirina Parkên Navçeyan milyonek TL, ji bo Projeya Hilberîna Seraya Şitilên Nû jî milyonek TL hat veqetandin. Lê qeyûm projeyên ku betal kir, bi îmzeya xwe û bi heman hejmarê rêje diyar kir. Dema ev yek kir ji bo projeyên Avakirina Qadên Hilberîna Serayên Fîdanên Nû û Çêkirina Parkên Navçeyan cara duyemîn pere veqetand.
 
JI BO EWLEHIYA XWE 481 HEZAR TL VEQETAND
 
Civîna di 13'ê Nîsanê de di pêşengiya qeyûm de hat çêkirin, bi biryara li gorî hejmara 167'an hatiye girtin, ji bo alavên ewlehî û X-RAY'ê û hwd. 481 hezar TL hat veqetandin. 
 
JI BO LI SÛRÊ TOKÎ BÊN ÇÊKIRIN RAYE DAN QEYÛM 
 
Li navçeya Sûrê di 23’yê Gulanê de di bin navê “veguhestina bajarvaniyê” de hilweşîn dest pê kir û ji bo çêkirina TOKÎ’iyan ji aliyê Serokatiya TOKÎ’yê ve raye dan Atîlla. Piştî raye dan Atîlla biryara çêkirina TOKÎ’yan hat dayîn. 
 
DU BENDÎ TÊ KIRIN 
 
Bi biryara di civîna encumenan de derket ji butçeya şaredariyê li gorî dîroka 4’ê Nîsanê 2017’an û hejmara 24’an a biryara meclisê 20 milyon û 500 hezar TL bê bedel dan Şaredariya Sûrê. Lê 2 milyon TL butçeya pêvek ku divê ji bo şaredariya DBP’ê ya Çinarê bihata dayîn bi hinceta qanûnî nîne nedan Şaredariya Çinarê. 
 
PÊWÎSTÎ BI XEBATÊN UNESCO'YÊ NEDÎTIN 
 
Li ser biryara qeyûm di civîna encumanan a 13’ê Adarê de li navçeya Sûrê, Baxçeyên Hevselê û Geliyê Dîcleyê di lîsteya UNESCO'yê de ne û Serokatiya Daîreya Parastina Nirxên Çandî ku ji van cihên bên parastin berpirsyar bûn hat rakirin. Bi vî awayî hewcehî bi UNESCO'yê nehat dîtin. 
 
QEYÛM XWEST WEZARETÊ DA 
 
Di serdema Kişanak û Anli de alîkariya ji wezaretan dihat xwestin yek bi yek dihatin redkirin, lê piştî qeyûm hat îlankirin serlêdanên hemû pêdivî û alîkariyê qebûl kirin. Hêjayî gotinê ye qeyûm bi “lezgînî” daxwaz kir û wezaretê jî da. 
 
HEMÛ DERÎ LI KIŞANAK Û ANLI GIRTIN 
 
Di serdema Şaredariya DBP’ê de hemû projeyên hevşaredaran hatin betalkirin û deriyên hemû saziyên dewletê ji Kişanak û Anli re hatin girtin. Serlêdanên projeya tranvay hatin betalkirin û ya qeyûm jî hat qebûlkirin. Hemû projeyên şaredariya DBP’ê yên hatin betalkirin û an jî hatin redkirin niha ji aliyê qeyûmê ve dixwazin bixin meriyetê. 
 
MA / Ozgur Paksoy
 
 

Sernavên din

01/11/2017
09:13 Yildirim: Êdî bawerî bi Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê nayê
09:13 Herêma Bodrumê dikin sergoyê HES'ê
09:11 Mirina masiyên Dîcleyê zêde dibin
09:05 Îmralî 2287 rojin ji parêzeran re girtî ye
09:00 ROJEVA 01'Ê SERMAWEZ'A 2017'AN
31/10/2017
22:18 Rojnameger Kizilkaya û Sancili ji girtîgehê derketin
16:35 Girtiyê nexweş rastî lêdana gardiyanan hat
16:27 Doza ‘Nelirêtiya qeyûm’ li Rojnameger Sûr hat vekirin
16:26 Doza Dogru taloq bû
16:21 Dadgehê serxwebûna Katalonyayê betal kir
16:10 Esnafê zarok îstîsmar kir hat berdan
15:59 Çalakiyên ji bo Ocalan zêde dibin
15:29 Gardiyan gef li girtî xwar: Tu nikare ji vir derkeve
15:22 Serlêdana hevdîtina 700’emîn jî hat redkirin
15:04 Halîme Candemîr ji nexweşxaneyê hat derxistin
14:36 Kuçeya Konurê hat girtin 2 kes binçav kirin
14:23 Bîlgen: Ocalan ne kesekî ji rêzê ye tecrid nayê qebûlkirin
14:11 Ne ji ber hezanê, ji ber ‘PKK’ê hatin girtin
14:05 Nivîskar Aktaş: Bêtir zalim bûn
13:56 Jina bi zorê zewicandin 13 kes kuştin
13:50 Li Heskîfê gorên dîrokî hatin dîtin
13:35 Di rojekê de 3 hekîman dawî li jiyana xwe anîn
13:09 Gel birçî dihêlin milyaran ji bo ewlehiya xwe vediqetînin
12:44 Platforma Saziyan: Tecrîd şer kûr dike bêjin ‘raweste'
12:43 Rojnameger Kizilkaya û Sancili hatin berdan
12:24 'Bes heqîqetê bikujin'
12:07 Dayika Aştiyê ya 60 salî hat girtin
11:53 Deriyê sînor ê Xabûrê radestî Bexdayê tê kirin
11:52 Parêzerên Ocalan cara 700’emîn serlêdan kirin
11:51 Her tişt ji DBP'ê re 'qebhet' ji qeyûm re 'edet' e
11:13 ‘Azadiya jinên kurd bi azadiya Ocalan pêkan e’
10:42 Êzîdiyên li dijî DAIŞ'ê şer dikin
10:32 Ji ber al û şahiya HDP'ê fezleke ji Yildirim re amade kirin
10:23 Cara duyemîn êrişî navê Aram Tîgran kirin
10:09 Ekolojîst Barka: Tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirina ekolojiyê ye
09:54 Şehrîbana Kurdî: Yekîtiya kurdî dê hunerê jî azad bike
09:50 Nameya ji Gulmen re hat şandin, sansur kirin
09:44 Nivîskar Bateyî: Zextên li ser kurdî stratejîk in
09:20 Nexweşê penceşêrê nayê derman kirin
09:19 ‘Gel bê perwerdekirin dê têkoşîna li dijî HES'an xurtir bibe’
09:18 Li vî gundî 'Otel' komîn e
09:17 Dîroka Keşîşxaneya St. Sîmeon tune dibe
09:17 Li girava ‘derhuqûqî' Îmraliyê mafên huqûqî
09:02 Wezîrê Kobanê: Banga Ocalan rê li pêş azadiya Kobanê vekir
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2017'AN
08:47 'Mamosteyên nû li gor feraseta xwe hildibijêrin’
30/10/2017
21:01 Helbestvan Arjen Arî hat bibîranîn
16:42 Hesabê malê û derve yê Astana li hev nehatin
15:53 ‘Ji bo Ocalan herkes berpirsyar e’
15:17 Platforma Saziyên Demokratîk plansaziya ji bo Ocalan aşkere kir
15:16 Wekîlê HDP’ê kelepçe qebûl nekir ew nebirin nexwşxaneyê
15:15 Mêr Bazara Jinan a Şaredariya Rezan vedikin
15:14 4 kes li Yukselê hatin binçavkirin
14:55 'Dê terora binçavkirinê têkoşîna me ranewestîne'
14:23 'Qeyûm gelê Sûrê bêmal dihêle’
14:06 Dozger, serdar û gardiyan bi hevre li kawîşan lêgerîn kirin
14:00 Girtî dernakevin hevdîtinên girtî û telefonê
13:45 'Ji bo azadiya çapemeniyê sibe li Çaglayanê bin'
13:25 Çalakvan: Ocalan xeta sor e bi sebra me neleyîzin
13:15 4 karkerên di binê hezazê de man sîgorteya wan tune
13:14 Şirîkatiya Komeleya Ciwan û Guhertinê ya SCI hat qebûlkirin
12:52 Li herêma Omeriyan gund hatin dorpêçkirin
12:31 Banga 'Tev li rûniştina doza Rojnameger Turfent bibin'
11:29 ‘Hemû hêzên li Rojhilata Navîn li dijî Ocalan têk çûn'
11:28 Kameravanê Kurdistan Tv li Dakûkê hat qetilkirin
11:14 'Heta agahiyê ji Rêbertiyê negirin divê gel li piyan be'
10:53 Mayîn teqiya: Kolberek birîndar bû
10:22 Ji bo CPT biçe Ocalan ziyaret bike kampanya maîlan
09:58 Wekîl, rojnameger û ofîsên YNK û Goranê bûn hedef
09:47 Berxwedana Kobanê cîhan rakir ser piyan
09:24 Buhayê benzînê derket 5.50 TL, motorîn jî bû 5 TL
09:10 Sadak: Ji bo diyalog bi pêş keve rakirina tecrîdê girîng e
09:09 Rastiya lîstika Sûrê ya 'Teslîm bûn' derket holê
09:08 Li Çiyayê Madrayê gefa siyanurê: Dê 100 salên pêşiyê jehrî bihêle
09:06 Dr. Demîrer: Tecrîda li ser Ocalan sûcê mirovahiyê ye
09:05 'Dewletê xera kir gotin bêje PKK'ê xera kiriye'
09:04 Bayraktar: Ji bo gelên Rojhilata Navîn divê bi Ocalan re hevdîtin bikin
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2017'AN
29/10/2017
20:33 Rayeya Barzanî dewrî parlamentoyê hat kirin
19:14 Polîsan kêlikên gorên HPG’ê û YPS’ê rûxand
17:46 Barzanî: Di 1'ê mijdarê de dest ji peywîrê berdidim
16:44 Ji bo rojnamegerên girtî kampanya îmzeyan: Çeka herî mezin têkoşîn e
16:43 Gardiyenan: Leşkar jî, polîs jî û dewlet jî ezim
16:32 Tecrîda li Îmraliyê bi xwe re şer tîne
15:18 KESK’ê KHK nirxand: Dê têkoşîna me dewam bike
15:09 Di şewata li Tehranê de 6 karkerên kurd jiyana xwe ji dest dan
15:05 Roj 355: Polîsan 3 çalakger binçav kirin
15:02 Helendî ji peywira xwe îstifa kir
15:00 Greva ji bo Azadiya Ocalan bi koma 2'emîn didome
14:41 Girtî pêxwas sirgûn kirin
14:30 Rêveberê HDP'a Karakopruyê hat binçavkirin
14:14 Li Cizîrê cejna mecbûrî
13:49 Katalonya: Em biryara Îspanyayê nas nakin
13:10 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
12:50 Xwendina rojnameyê li Girtîgeha Bolu qedexe ye
12:39 Halîme Candemir ji beşa komayê derxistin
11:55 Prof. Altıntaş: Welat bi aboriya ganimetê bi rêve dibin
11:24 Li Wanê berfa salê bariya
11:01 Delîl nedîtin xirqeyê dayikê kirin delîl
11:01 'Barzanî dixwaze peywirê bi awayekê fîîlî dewam bike'