Her tişt ji DBP'ê re 'qebhet' ji qeyûm re 'edet' e 2017-10-31 11:51:29 AMED - Cumalî Atîlla yê wekî qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, raporên xebatê yên di dema Kişanak û Anli de hatin amadekirin, ruxmê lêkolînên mufetîşan jî ji derveyê muwzûatê hatin dîtin, malên ku nayên barkirin hin ji wan ji saziyên sivîl û weqfan re hatin tahsîskirin. Projeyên ku hatin betalkirin di 6 mehan de 73 milyon û 600 hezar TL ji bo wan hat razandin, qeyûm ji bo ewlehiya xwe jî 481 hezar TL veqetand. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak di 25'ê Cotmeha 2016'an de di Komîsyona Derbeyê ya TBMM'ê yê de axivî, dema vedigerina Amedê li balafirgehê hat binçavkirin û di 30'ê Cotmehê de bi hevşaredar Firat Anli re hat girtin. Wezareta Karê Hundur li cihê wan qeyûm tayîn kir, dora şaredariyê bi barîkatan girt. Cumalî Atîlla yê wekî qeyûm tayînê şaredariyê kirin, meclis bê bandor kir û bi kadroya encumenan a ji 5 kesan pêk tê re, hemû malên şaredariyê yên nayên barkirin, yek bi yek dewr kir.   RUXMÊ MUFETÎŞAN JÎ 'DERVEYÊ MEWZÛATÊ YE'   Atilla destpêkê bi meclisa encumeyan a ku ava kir re, hemû raporên xebatê yên di navbera 1'ê Çileya 2016'an û 1'ê Mijdara 2016'an ku Kişanak amade kiriye, bi biryara 172'yan a di 17'ê Adarê de derxist re, beyî ku delîlekê bide nîşan, derveyê mewzûatê dît. Rapora xebatê kêm dît û bi xwe amade kir û bi pêşniyaran da qebûlkirin.   BÊ BERDÊL TAHSÎS KIR   Atîlla bi biryara hejmar 179'an a di 15'ê Gulanê de derxist re, "Dikanên Hejnar 55-56 ên di Sûka Binerdî ya Selahattîn Eyyubî de beyî ku berdêlek bê dayîn ji Weqfa Alîkarî û Çandê ya Malbatên Şehîd û Gaziyan a Amedê re divê bê veqetandin û di vê der barê de rayeya protokolê da Serokê Şaredariya Bajarê Mezin Cumalî Atîlla, ev bi dengdanê hat qebûlkirin."   NAVÊ PROJEYAN HAT GUHERTIN   Sosretiyên Atîlla bi van re sînor nînin, di demê re gelek proje û planên ku di dema Kişanak û Anli de hatin amadekirin, yek bi yek hatin betalkirin, li ser heman proje û navan butçe hat veqetandin. Di biryara hejmar 168'an a di 13'ê Nîsanê de hat derxistin, di çarçoveya projeya nû hatiye sererastkirin de; ji bo Projeya Sererastkirina Daristana Aştiyê 2 milyon û 500 hezar TL, ji bo Projeya Sererastkirina Derûdora Fîskayayê 100 hezar TL, ji bo Projeya Payzaja Ketina Bajêr 5 milyon TL, ji bo Projeya Rehabîlîtasyonê ya Sumerpark û Parka Newrozê 2 milyon TL, ji bo Projeya Parkên Aromatîk Tibî û Gulan 3 milyon TL, ji bo Projeya Sererastkirina Derûdorê ya Etaba 1'emîn a Daristana Bajêr 2 milyon TL ku hatibû veqetandin, hat betalkirin. Ji bo Projeyên Çêkirina Parkên Navçeyan milyonek TL, ji bo Projeya Hilberîna Seraya Şitilên Nû jî milyonek TL hat veqetandin. Lê qeyûm projeyên ku betal kir, bi îmzeya xwe û bi heman hejmarê rêje diyar kir. Dema ev yek kir ji bo projeyên Avakirina Qadên Hilberîna Serayên Fîdanên Nû û Çêkirina Parkên Navçeyan cara duyemîn pere veqetand.   JI BO EWLEHIYA XWE 481 HEZAR TL VEQETAND   Civîna di 13'ê Nîsanê de di pêşengiya qeyûm de hat çêkirin, bi biryara li gorî hejmara 167'an hatiye girtin, ji bo alavên ewlehî û X-RAY'ê û hwd. 481 hezar TL hat veqetandin.    JI BO LI SÛRÊ TOKÎ BÊN ÇÊKIRIN RAYE DAN QEYÛM    Li navçeya Sûrê di 23’yê Gulanê de di bin navê “veguhestina bajarvaniyê” de hilweşîn dest pê kir û ji bo çêkirina TOKÎ’iyan ji aliyê Serokatiya TOKÎ’yê ve raye dan Atîlla. Piştî raye dan Atîlla biryara çêkirina TOKÎ’yan hat dayîn.    DU BENDÎ TÊ KIRIN    Bi biryara di civîna encumenan de derket ji butçeya şaredariyê li gorî dîroka 4’ê Nîsanê 2017’an û hejmara 24’an a biryara meclisê 20 milyon û 500 hezar TL bê bedel dan Şaredariya Sûrê. Lê 2 milyon TL butçeya pêvek ku divê ji bo şaredariya DBP’ê ya Çinarê bihata dayîn bi hinceta qanûnî nîne nedan Şaredariya Çinarê.    PÊWÎSTÎ BI XEBATÊN UNESCO'YÊ NEDÎTIN    Li ser biryara qeyûm di civîna encumanan a 13’ê Adarê de li navçeya Sûrê, Baxçeyên Hevselê û Geliyê Dîcleyê di lîsteya UNESCO'yê de ne û Serokatiya Daîreya Parastina Nirxên Çandî ku ji van cihên bên parastin berpirsyar bûn hat rakirin. Bi vî awayî hewcehî bi UNESCO'yê nehat dîtin.    QEYÛM XWEST WEZARETÊ DA    Di serdema Kişanak û Anli de alîkariya ji wezaretan dihat xwestin yek bi yek dihatin redkirin, lê piştî qeyûm hat îlankirin serlêdanên hemû pêdivî û alîkariyê qebûl kirin. Hêjayî gotinê ye qeyûm bi “lezgînî” daxwaz kir û wezaretê jî da.    HEMÛ DERÎ LI KIŞANAK Û ANLI GIRTIN    Di serdema Şaredariya DBP’ê de hemû projeyên hevşaredaran hatin betalkirin û deriyên hemû saziyên dewletê ji Kişanak û Anli re hatin girtin. Serlêdanên projeya tranvay hatin betalkirin û ya qeyûm jî hat qebûlkirin. Hemû projeyên şaredariya DBP’ê yên hatin betalkirin û an jî hatin redkirin niha ji aliyê qeyûmê ve dixwazin bixin meriyetê.    MA / Ozgur Paksoy