MÊRDÎN - Li herêma Omeriyan a Mêrdînê bi helîkoptêran sewqiyata leşkerî hat kirin û gundên herêmê hatin dorpêçkirin.
Li gundê Talatê ya herêma Omeriyan a navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi helîkoptêran sewqiyata leşkerî hat kirin. Hat zanîn ku li herêmê amadekariyên operasyonê tê kirin û gundî bi fikar in. Walîtiya Mêrdînê heya niha têkildarî operasyonê daxuyaniyek fermî parve nekiriye.
Hat zanîn ku leşker li herêmê bi cih bûne û zirar didin bax û baxçeyên gundiyan.