Li herêma Omeriyan gund hatin dorpêçkirin 2017-10-30 12:52:52   MÊRDÎN - Li herêma Omeriyan a Mêrdînê bi helîkoptêran sewqiyata leşkerî hat kirin û gundên herêmê hatin dorpêçkirin.    Li gundê Talatê ya herêma Omeriyan a navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi helîkoptêran sewqiyata leşkerî hat kirin. Hat zanîn ku li herêmê amadekariyên operasyonê tê kirin û gundî bi fikar in. Walîtiya Mêrdînê heya niha têkildarî operasyonê daxuyaniyek fermî parve nekiriye.    Hat zanîn ku leşker li herêmê bi cih bûne û zirar didin bax û baxçeyên gundiyan.