NAVENDA NÛÇEYAN - Kameravanê Kurdistan Tv. Ekrem Şerîf şevê din li navçeya Dakûk a Kerkûkê kesên nasnameya wan ne diyar qirika wî jê kirin û qetil kirin.
Kameravanê kurd Ekrem Şerîf, kesên navnameya wan nediyar şevê din li mala wî ya li gundê Hewt Texarî yê bi ser navçeya Dakûk a Kerkûkê qirika wî jêkirin û qetilkirin. Nehat zanîn ku Şerîf ji aliyê kê ve hatiye qetilkirin. Çapemeniya nêzî PDK'ê angaşt kir ku kujerên Şerîf, Heşdî Şabî ye. Şerîf bavê sê zarokan bû û li qenala Kurdistan Tv dixebitî.