Kameravanê Kurdistan Tv li Dakûkê hat qetilkirin 2017-10-30 11:28:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Kameravanê Kurdistan Tv. Ekrem Şerîf şevê din li navçeya Dakûk a Kerkûkê kesên nasnameya wan ne diyar qirika wî jê kirin û qetil kirin.  Kameravanê kurd Ekrem Şerîf, kesên navnameya wan nediyar şevê din li mala wî ya li gundê Hewt Texarî yê bi ser navçeya Dakûk a Kerkûkê qirika wî jêkirin û qetilkirin. Nehat zanîn ku Şerîf ji aliyê kê ve hatiye qetilkirin. Çapemeniya nêzî PDK'ê angaşt kir ku kujerên Şerîf, Heşdî Şabî ye.  Şerîf bavê sê zarokan bû û li qenala Kurdistan Tv dixebitî.