'Berpirsiyarê sereke yê şewata li kursa Qur'anê miftî ye'

  • rojane
  • 09:07 6 Kanûn 2018
  • |
img
AMED - Li Pasûrê di 2015'an de agir bi kursa Qur'anê ketibû û di vê şewatê de 6 zarok miribûn. Di rapora nû ya pêzaniyê de hat diyarkirin bersiyarê sereke Miftiyê Navçeyê Selahattîn Ozçelîk e û berpirsiyarê duyem jî hîndekarê kursê Farûk Işik e. 
 
Li gundê Karaagaç ê Pasûra Amedê di 1'ê Kanûna 2015'an de bi şev agir bi Kursa Qur'anê ya girêdayî Miftîtiya Navçeyê ketibû di şewatê de zarokên bi navê Nûr Muhammed Bayka, Mehmet Bîngol, Sûat Çankaya, Serhat Sancar, Şahîn Kahraman û Sabahattîn Altûn miribûn. Di doza der barê bûyerê de hat xwestin bi hinceta "peywira xwe baş bi cih neanîne û bûne sedema mirina û birîndarbûna gelek kesan" di navbera 3-18 salan de hîndekarê kursê Farûk Işik û keyayê gund Ozcan Ceylan bên cezakirin. Her wiha Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Amedê xwest bi hinceta "ji ber bûne sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan" ji Heyeta Keyatiyê ya Gund Abdullah Cengîz, Hanîfî Dîzmen, Hiyasettîn Bartar û Sebahattîn Çankaya jî "di navbera 2-15 salan de bên cezakirin. 
 
Miftîtiya Pasûrê ji bo avahiya derî qanûna îmarê hatiye çêkirin û tesîsata wê ya ceryanê qaçax e û saeta wê ya ceryanê tune ye û ji bo wekî kurseke leylî bê bikaranîn serî li Serokatiya Karên Diyanetê dabû. Lê belê der barê rayedarên Serokatiya Karên Diyanetê û berpirsiyarên din de tu doz nehatin vekirin. 
 
TU TIŞT NE LI GORÎ MEWZÛATÊ YE 
 
Piştî bûyerê 6 mehan şûnde rapora ewil a pêzaniyê hat amadekirin û piştî 3 salan şûnde jî rapora pêzaniyê ya duyemîn hat amadekirin. Di raporên pêzaniyê yên daxilî dosyeya dozê hatin kirin binpêkirinên mafan derketin holê. 
 
Rapora pêzaniyê ya ewil ji aliyê Zanîngeha Akdenîzê ve hat amadekirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku ceryana avahiya kursê li gorî mewzûatê nehatiye çêkirin û ev tişt hatin gotin: "Aîdî bînayê saeta ceryanê tune ye û sîgortaya qaçaxê tune ye. Ceryan derî rêziknameyê hatiye kişandin. Pergala kalorîferê nebaş e an jî qet nehatiye xebitandin. Bêyî şert û mercên kursê li gorî fen û tenduristiyê bên amadekirin destûr hatiye dayîn xwendekar lê bimînin. Bêyî kurs bibe xwedî statuyeke leylî û bêyî qeyda xwendekaran bê çêkirin destûr hatiye dayîn xwendekar lê bimînin. Kalorîfera divê ji aliyê kesekî xwedî sertîfîka bê vêxistin ji aliyê xwendekarê kursê ve hatiye vêxistin. Kablo û sîgorta bi awayekî lezgîn hatine girêdan." 
 
Li gorî rapora pêzaniyê hîndekarê kursê Farûk Işik qisûrdarê yekemîn e, fîrma û heyeta extiyaran a tesîsata ceryanê dane çêkirin qisûrdarê duyemîn in. Lê belê di raporê de hat diyarkirin ku Miftiyê Navçeyê ne qisûrdar e. 
 
Piştî îtiraza parêzeran Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Amedê xwest raporeke pêzaniyê ya nû bê amadekirin. 
 
RAPORA PÊZANIYÊ: MIFTÎ BERPIRSIYARÊ SEREKE YE 
 
Di rapora pêzaniyê ya nû de ku ji aliyê endezyarên ceryanê yên pispor, pisporên ewlehiya kar û hiqûqnasan ve hat amadekirin, hat destnîşan kirin ku berpirsiyarê sereke yê bûyerê miftiyê berê Selahattîn Ozçelîk e. Di raporê de hat diyarkirin ku şewat ji ber sobayea ceryanê ya UFO'yê ku zarok berî rakevin vêxistine derketiye. 

Sernavên din

10:18 Cîvan li Edeneyê çalakiya dengderxistin li dar xistin
09:48 Surme yê di greva birçîbûnê de: Dayik şoreşgerên demê ne
09:11 Bi hinceta 'pêwendiya xwe bi rêxistinê re nebiriye' nehat berdan
09:10 ZMO: Îsal berê genim ji sedî 10-15 kêm e
09:09 Şaredarê ku YSK'ê ew tayînkir kesên nêzî xwe li şaredariyê bi cih dike
09:09 Li 13 parêzerên xwestin balê bikişînin ser grevên birçîbûnê lêpirsîneke din
09:08 Hasass ê greva xwe li malê didomîne: Divê her kes bi berpirsiyarî tev bigere
09:07 Keyayên ji peywirê hatin girtin: Vîna gel hatiye xespkirin
09:07 Qeyûm 33 milyon TL ji bo avê xerc kir, lê av tune
09:06 Parêzerê Ocalan Koklu: Divê CPT encamên serdanê aşkere bike
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2019'AN
08:38 Leyla Guven 198 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 25'an de didome
23/05/2019
17:15 Îşkenceya Xalfetiyê li Parlamentoyê Îngilistanê bû rojev
16:47 Endamên meclisa şaredariyê: Li dijî bêhiqûqiyê deng derxin
16:33 Li 3 girtîgehên Çukurova rewşa dawî
16:02 Tabeleya Dersimê Bahçelî aciz kir
16:01 Kaya: Têkoşîna dayikan ji bo hemû Tirkiye ye
15:34 Ji rojnameger Demîr re ceza hat xwestin
15:28 Dayikên li Enqere di çalakiyê de: Em ji zarokên xwe fêrî berxwedanê dibin
15:00 Di doza TÛAD û OHD'ê de klasor derketin 150'yî
14:17 'Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li qadan bin'
14:13 Saziyên Jinan li dijî bersûcên îstîsmara zarokan serlêdana sûc kirin
13:45 Dê li Amedê 'Ceribandinên Afrîkaya Başûr' bê axaftin
12:55 Ji baroyên herêmê daxuyaniya Xalfetiyê: Kesên îşkence kirin dê hesab bidin darazê
12:15 Xwişka Leyla Guven: Leylê jinek wêrek e
12:06 Serdozgeriya Stenbolê ji Kaftancıoglû re 11 sal ceza xwest
11:27 Welatiyên Amedê: Heke em biaxivin em nizanin dê çi bê serê me
11:14 Bazara Tirkiye ya li ser Idlibê didome
10:47 Hêjmara kesên li Mersînê hatin binavçirîn zêde bûn
10:23 Baş: Ji bo qadek fireh deng bide Îmamoglu emê xebatê bimeşînin
10:04 Gardiyanan pirtûk û radyoyên çalakgerên greva birçîbûnê desteser kirin
09:41 Wezîr li Wanê 2 keya ji peywirê girtin
09:21 Bariş: Kîjan namzet nêzî demokrasiyê be em ê dengê xwe bidin wî
09:20 'Gef û zextên polîsan çi dibin bila bibin ez ê tim dakevim qadan'
09:19 3 birayên di greva birçîbûnê de: Tecrîd wê bi berxwedanê bişkê
09:18 Piştî ew û keça xwe bi KHK'ê îxrac bûn, hevjîna wî bi pençeşêrê ket
09:17 Xizmên windayan êdî wê di bin banê ANYAKAY-DER'ê de li edaletê bigerin
09:17 Kadîfekaleyê xera dikin Em naxwazin dev ji Mêrdîna biçûk berdin
09:16 Krîzê pişta Çarşiya Kemeraltiyê şikand
09:14 Rênas Jiyan: Dayik in helbest in, mafdar in, wê bi ser bikevin
09:11 Leyla Guven 197 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 24'an de didome
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2018'AN
08:39 Li Antalyayê welatiyan çalakiya deng li dar xist
07:52 Dadgehê Çawîşe pispor M.T. yê şivan kuşt serbest berda
22/05/2019
18:53 Eskeran Velî Encu binçavkirin
18:21 Dayikên Laçik Spî li Bedlîs, Mêrdîn û Mêrsînê li qadan bûn
17:29 Waliyê Riha: Bi şiklê neyê kuştin gule berdane karkeran!
16:58 Parêzerên Ocalan ji Îmraliyê vegeriyan
16:37 Çalakiya dayikan a li Dîlok û Riha didome
16:18 Heyeta ÎHD'ê ji bo lêkolînkirina angaştên Îskenceyê li Rihayê ye