'Berpirsiyarê sereke yê şewata li kursa Qur'anê miftî ye' 2018-12-06 09:07:37   AMED - Li Pasûrê di 2015'an de agir bi kursa Qur'anê ketibû û di vê şewatê de 6 zarok miribûn. Di rapora nû ya pêzaniyê de hat diyarkirin bersiyarê sereke Miftiyê Navçeyê Selahattîn Ozçelîk e û berpirsiyarê duyem jî hîndekarê kursê Farûk Işik e.    Li gundê Karaagaç ê Pasûra Amedê di 1'ê Kanûna 2015'an de bi şev agir bi Kursa Qur'anê ya girêdayî Miftîtiya Navçeyê ketibû di şewatê de zarokên bi navê Nûr Muhammed Bayka, Mehmet Bîngol, Sûat Çankaya, Serhat Sancar, Şahîn Kahraman û Sabahattîn Altûn miribûn. Di doza der barê bûyerê de hat xwestin bi hinceta "peywira xwe baş bi cih neanîne û bûne sedema mirina û birîndarbûna gelek kesan" di navbera 3-18 salan de hîndekarê kursê Farûk Işik û keyayê gund Ozcan Ceylan bên cezakirin. Her wiha Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Amedê xwest bi hinceta "ji ber bûne sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan" ji Heyeta Keyatiyê ya Gund Abdullah Cengîz, Hanîfî Dîzmen, Hiyasettîn Bartar û Sebahattîn Çankaya jî "di navbera 2-15 salan de bên cezakirin.    Miftîtiya Pasûrê ji bo avahiya derî qanûna îmarê hatiye çêkirin û tesîsata wê ya ceryanê qaçax e û saeta wê ya ceryanê tune ye û ji bo wekî kurseke leylî bê bikaranîn serî li Serokatiya Karên Diyanetê dabû. Lê belê der barê rayedarên Serokatiya Karên Diyanetê û berpirsiyarên din de tu doz nehatin vekirin.    TU TIŞT NE LI GORÎ MEWZÛATÊ YE    Piştî bûyerê 6 mehan şûnde rapora ewil a pêzaniyê hat amadekirin û piştî 3 salan şûnde jî rapora pêzaniyê ya duyemîn hat amadekirin. Di raporên pêzaniyê yên daxilî dosyeya dozê hatin kirin binpêkirinên mafan derketin holê.    Rapora pêzaniyê ya ewil ji aliyê Zanîngeha Akdenîzê ve hat amadekirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku ceryana avahiya kursê li gorî mewzûatê nehatiye çêkirin û ev tişt hatin gotin: "Aîdî bînayê saeta ceryanê tune ye û sîgortaya qaçaxê tune ye. Ceryan derî rêziknameyê hatiye kişandin. Pergala kalorîferê nebaş e an jî qet nehatiye xebitandin. Bêyî şert û mercên kursê li gorî fen û tenduristiyê bên amadekirin destûr hatiye dayîn xwendekar lê bimînin. Bêyî kurs bibe xwedî statuyeke leylî û bêyî qeyda xwendekaran bê çêkirin destûr hatiye dayîn xwendekar lê bimînin. Kalorîfera divê ji aliyê kesekî xwedî sertîfîka bê vêxistin ji aliyê xwendekarê kursê ve hatiye vêxistin. Kablo û sîgorta bi awayekî lezgîn hatine girêdan."    Li gorî rapora pêzaniyê hîndekarê kursê Farûk Işik qisûrdarê yekemîn e, fîrma û heyeta extiyaran a tesîsata ceryanê dane çêkirin qisûrdarê duyemîn in. Lê belê di raporê de hat diyarkirin ku Miftiyê Navçeyê ne qisûrdar e.    Piştî îtiraza parêzeran Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Amedê xwest raporeke pêzaniyê ya nû bê amadekirin.    RAPORA PÊZANIYÊ: MIFTÎ BERPIRSIYARÊ SEREKE YE    Di rapora pêzaniyê ya nû de ku ji aliyê endezyarên ceryanê yên pispor, pisporên ewlehiya kar û hiqûqnasan ve hat amadekirin, hat destnîşan kirin ku berpirsiyarê sereke yê bûyerê miftiyê berê Selahattîn Ozçelîk e. Di raporê de hat diyarkirin ku şewat ji ber sobayea ceryanê ya UFO'yê ku zarok berî rakevin vêxistine derketiye.