ENQERE - Karkerên Şantiyeya Etaba 2'emîn ên TOKÎ'ya Mamakê, li gel taşeronên fîrmayê dest ji kar berdan. Karkerên ku şev û roj nobetê digirin dixwazin hewê wan bidin wan û hewê sîgortayê ayrî razînin.
220 karkerên Şantiyeya Etaba 2'emîn ên Avahiyên TOKÎ ya Mamakê, 2 salin nikarin heqê xwe bistînin. Ji ber ku êdî taşeron jî nikarin heqê xwe bistînin û heqê karkeran bidin wan, taşeronan jî ligel karkeran dest bi çalakiya nobetê girtin. Karkeran û taşeronan ji 22'ê mijdarê ve dest bi çalakiya nobetê kirin.
Karkerê şantiyeyê Omer diyar kir ku inşaeta TOKÎ ji sedî 98 xelas bûye û hêj heqê xwe yê keda xwe negirtine. Omer, anî ziman ku li şûna pereyan çek dabûn wan û çekên wan tev vala derketin. Dema me dest ji kar berdan, soz dan me ku dê pereyên me bidin me. Lê piştî me dest bi kar kir dîsa pereyên me nedan me. Em gelek mexdûr bûne. Gelek ji me nikarin heqê xwarinê bibin malê.
Parlamentera CHP'ê ya Enqereyê Gamze Taşcier, di roja duyemîn de karker ziyaret kir û diyar kir ku piştî bi rayedarên TOKî re hev dîtin bike dê mijarê bîne rojeva meclîsê. Hevserokê HDP'ê yê Mamakê Mustafa Ugur Akkaya jî diyar kir ku her çend înkar bikin jî li Tirkiye krîza aborî heye û wiha got: "Her çend hikûmet bêjin krîz tune jî rewşa karkeran li halê ye. Me îro dît ku ev îktîdara patronan e. Tenê mafê patronan diparêze."