ENQERE – Parêzerên Selahattîn Demîrtaş diyar kirin beriya 20’ê Mijdarê DMME biryar bide, dosyeya Demîrtaş a jê 4 sal û 8 meh ceza xwariye hatiye lêkolînkirin.
Parêzerên Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş têkildarî biryara DMME’yê û helwesta desthilatdariya siyasî ya der barê miwekîlên xwe de daxuyaniya nivîska dan.
Daxuyaniya parêzeran wiha ye:
“Daxuyaniya ‘Ev biryar me eleqedar nake, em ê pêngava li dijî vê bikin û vî karî xelas bikin’ ya Serokomar Erdogan a pêngava li dij tê çi wateyê maraqek daye çêkirin. Ji bo biryara DMME vala derkeve cezayê ku ji aliyê 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hatibû birîn erê kirin. Ev yek baş tê fêmkirin.
Ev dosye di 25’ê mijdara 2018’an de gihîştiye Dadgeha Îstînafa Stenbolê. Beriya vê dosyeyê bi sedan dosye di rêzê de bûn. Li gel ewqas dosye di dorê de bûn jî li gorî darizandina DMME’yê vê dosyeyê dane pêş û di 19’ê mijdara 2018’an de ji aliyê dadgehê ve hatiye lêkolînkirin. Dadgehê bi şêwazek dij asayî vê lêkolînê pêk aniye. Ev geşedan ji aliyê me bi matmayî û îbret tê şopandin.”
Di dewama daxuyaniyê de agahiyên di nanaveroka dosyeyê de hat parvekirin.