MANÎSA - Meclîsa ÎSÎG'ê diyar kir ku Mamosteyê Zanistiyên Civakî ku tayîna wî derneket û di Fabrîqeya Plastîk a Sarpê de kar dikir, di roja mamosteyan de di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da.
Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM), li ser hesabê medya civakî daxuyanî da û diyar kir ku di 24'ê Mijdarê Roja Mamosteyan de Mamosteyê Zanistiyên Civakî Hasan Songur ê 25 salî yê tayîna wî derneket û di Fabrîqeya Plastîk a Sarp ya Manîsayê de kar dikir, di roja mamosteyan de di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da. Hasan, Endamê Ciwanên Kede bû. Di heman demê de birayê Berxwedêrê Standart Profil Orhan bû.
MAMOSTEYÊ NEKARÎBÛ DEYNÊ XWE BIDE ÎNTÎHAR KIR
ÎSÎS'êli ser heman hesabê twîtterê diyar kir ku Dogukan Ozyilmaz mamosteyê Zmanê Tirkî bû û ji ber tayîna wî derneket di fîrmayekê de karkerê ewlehiya taybet bû. ÎSÎG'ê da zanîn ku ji ber şîrketê 3 mehan meaşê wî neda û nekarîbû deynê xwe bide întîhar kir.
JI BER BETAL BÛ ÎNTÎHAR KIR
Mamosteya Zanyarên Civakî Merve Çavdar a 25 salî jî ji ber ku tayîna wê derneket û demek dirêj betal bû, serê sibê got 'Ez diçim kar bibînim' û dawî li jiyana xwe anî.