STENBOL – Dayikên Şemiyê di vê hefteyê de aqûbeta Hayrettin Eren ê 38 sal berê di bin çavan de hat windakirin pirsîn. Birayê Hayrettîn, Faruk Eren bertek nişanî qedexekirina Qada Galatasarayê da û wiha got: "Ji bîr nekin ku ÎHD mala me û Qada Galatasarayê jî gora me ye. Me ne mala xwe û ne jî gora xwe tu car terk nakin.
Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û edaletê bixwazin di hefteya 713’an de xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Dayikên Şemiyê ku li Şaxa ÎHD'ê kom bûn û xwestin bimeşin Qada Galatasarayê dîsa rastî barîkata polîsan hat. Polîsan beriya çalakiyê dora avahiya ÎHD'ê dorpêç kir û destûr neda ku dayik biçin Qada Galatasarayê. Dayikên Şemiyê tîşortên wêneyên kesên hatin windakirin li ser heye li xwe kirin, wêneyên windayan rakirin û qurnefîl xistin destê xwe. Dayikên Şemiyê derî û şibakeyên ÎHD'ê jî bi qurnefilan xemilandin. Di çalakiyê de Hevseroka Gişti ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan â Parlamenterê HDP'ê Zeynel Ozel jî amade bûn. Di çalakiya îro de çîroka Hayrettîn Eren ê di 21'ê mijdara 1980’an de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin xwendin.
GOTIN 'KESEK WISA DI BIN ÇAVAN DE TUNE YE'
Ewil endama Dayikên Şemiyê Sebla Arcan axivî û wiha got: "Em dixwazin li gorî dewleta hiqûqê beşên zagon û birêvebirinê hemû çalakî di bin kontrola hiqûqê de bin. Em dixwazin Tirkiye wekî welatê hiqûqê gavan bavêje. Lê mixabin 14 hefte ye çalakiyên me yên demokratîk ên li Qada Galatasarayê li dijî hiqûqê bi awayekî keyfî tên astengkirin. Piştî darbeya 12'ê Îlonê der barê Hayrettin Eren de biryara lêgerinê hat dayîn. Piştre di 21'ê Mijdara 1980'an de hat binçavkirin û carek din agahi jê nehat girtin. Dema bi maşîna bavê xwe ya plakeya wê 34 F 6798'an li gel hevaleki xwe ji malê derket, li Buhuroka Haşim Îşcan a Saraçhane hat binçavkirin û birin Qereqola Karagumrukê ji wir jî ligel 8 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Gayrettepe. Dayika Hayrettîn Elmas Eren dema çû Qereqola Polîsan a Gayrettepe texsiya Eren li baxçeyê qereqolê dît. Li gel vê yekê polîsan ji Elmas Eren re got 'Kesekî wisa di bin çavan de tune ye' û paşve vegerandin.
‘LÊPIRSÎNEK BI BANDOR NEHAT MEŞANDIN'
Arcan, destnîşan kir ku 8 kesên di heman operasyonê de hatin binçavkirin û sewqî dadgehê hatin kirin, gotin "Hayrettin Eren li gel me hat binçavkirin' û serlêdana sûc kirin.
Arcan, destnîşan kir ku malbatê serî li her derê da, lê rayedarên dewletê tu lêpirsînên bi bandor nemeşandin û xwestin bi biryara bêşopandinê ser bûyerê veşêrin. Arcan, da zanîn ku piştî rêyên hiqûqî bi dawî bûn di sala 20147an de do birin Dadgeha Qanûna Bingehîn."
Piştre xwişka Hayrettin Eren İkbal Eren, peyama dayika xwe Elmas Eren xwend.
Eren, di peyama xwe de wiha got: "Berî her tiştî ji Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê ku tevî hemû zext û zordariyê çalakiyên xwe berdewam dikin re silavên xwe dişînim. Tu zerara kurê min nedigihişt kesan. Me jî wekî kurê xwe bêyî zerarê bidin derdorê li Qada Galatasarayê daxwazên xwe anîn ziman. Ma me çi kir Galatasaray li me qedexe kirin? Dewlet dixwaze aqûbeta Cemal Kaşikçi aşkere bike. Em pir asayî dibînin. Lê em 23 salin li windayên xwe digerin. Li şûna wan bibînin em wekî ‘terörist’ îlan kirin. Niha dewlet heman tiştî dike. Em dixwazin dest ji vê dirûtiya xwe berdin."
Piştre Birayê Cemîl Kirbayir ê di 8'ê Cotmeha 1980’an de hat windakirin, Mikail Kırbayır axaftinek kir. Kirbayir jî anî ziman ku 38 sal berê Hayrettin Eren, ji aliyê cunta ve hat qetilkirin û wiha got: Hayrettin Eren û hevalên xwe ji bo başî û xweşiya vî welatî derketibûn rê. Lê reya wan qut kirin. Heman hişmendi îro rêya me jî qut dikin. Ji ber vê hişmendiyê îro em dengê xwe li şûna Galatasaraye li ber ÎHD'ê bilind dikin. Em bi biryar in. Galatasaray hebûna me ye em dest ji Galatasarayê bernadin.
FARUK EREN: GALATASARAY GORA ME YE
Birayê Eren Faruk Eren jî bertek qedexeyan da û got: “23 salên me li Qada Galatasarayê derbas bûn. Bila ji bîr nekin ÎHD mala me ye û Galatasaray jî gora me ye. Heta niha tevî hemû zext û zoran me dest jê berneda û ji niha û şûnde jî em dest jê bernadin.
Herî dawî dayika Murat Yildiz ê di 23'ê Sibata 1995’an de hat windakirin, Hanife Yildiz bertek nîşanî polîsan da. Hanife Yildiz ,bertek nîşanî girtina qada Galatasarayê da û got: “Em birîndarin birîndar. Em li gorên zarokên xwe digerin. Polîsên xwe ji vir bikişînin û qadê li me vekin.