AMED – Jinên hiqûqnas vê hefteyê bi boneya 25’ê Mijdarê bûn mêvanê Kursiyê Mafên Mirovan a Tahîr Elçî ya Baroya Amedê. Jinên hiqûqnas xwestin şideta li dijî jinan demildest bi dawî bibe û Selahattîn Demîrtaş bê berdan.
Baroya Amedê bi boneya bûyera kuştina Serokê Baroyê yê berê Tahîr Elçî ronî bibe di hefteya 151’emîn de li ber Dadgeha Amedê çalakiya xwe dewam kir. Her hefte bi armanca mijarên girîng bên ziman di Kursiyê Mafên Mirovan a Tahîr Elçî de axaftin tên kirin. Vê hefteyê jî mêvanên vê Kursiyê jinên hiqûqnas bûn û bal kişandin ser mijara 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna û Piştevaniya Li Dijî Şideta Jinê ya Navnetewî.
Rêvebera Baroya Amedê Habîbe Deyar di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku 5 rojên din 3’yemîn salvegera kuştina Tahîr Elçî ye û got: “Heta niha di dosyeya lêpirsînê de bi qasî serê dersiyê jî tu pêşketin çê nebûye.”
'EM BI PIRSGIRÊKAN RÛ BI RÛ NE’
Deyar da zanîn ku 25’ê Mijdarê roja li dijî şideta jinê yê û got: “Di qada hiqûqê de hêj jin bi pirsgirêkên micid re rû bi rû ne. Jinên li dijî şidetê têdikoşin bi pirsgirêkên mîna girtinê re hevrû ne. Heta zîhniyeta ku şideta jinan rewa û erê dike neyê guhertin wê şidet jî xelas nebe. Siberojek bêşidet bi pêşxistina polîtîkayên bêşidet re pêkan e.”
'BILA DEMÎRTAŞ DEMILDEST BÊ BERDAN’
Deyar anî ziman ku tesîskirina aştî û edaletê bi dev jê berdana polîtîkayên şidetê re girêdayî ne. Deyar bal kişand ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) a ji bo berdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û got: “Di çarçoveya biryara DMME’yê de em bi bawerin dê birêz Selahattîn Demîrtaş demildest bê berdan. Em ê jî têkoşîna xwe ya ji bo edalet û hiqûqê bi biryardarî bidomînin. Hemû daxwazên mirovî û demokratîk daxwazên me ne.”
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.