WAN – Hat diyarkirin ku gardiyanên li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê îşkence li 10 girtiyan kirin e û piştî bûyerê jî cezayê dîsîplînê li girtiyan birîne.
Hat diyarkirin ku gardiyanên Girtîgeha Tîpa a Tokatê li 10 girtiyan dane. Ji girtiyan Sabahattîn Nergîz bi rêya hevdîtina telefonê ya heftane li malbata xwe geriyaye û bi binpêkirina mafan re ku rû bi rû mane ragihand. Nergiz diyar kir ku gardiyanan îşkence li wî û 9 hevalên wê yên li qawîşê kirin e û piştî bûyerê jî cezayê dîsîplînê li wan birîne û dest danîne ser pirtûkên wan. Nergiz got her tim jimartina ji piya û tekmîlê dispêrên wan.
Malbata Nergîz a ku ji ewlehiya canê zarokên xwe bi xetere ne dê serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bidin.