MÊRDÎN – Derket holê ku li Dêrika Mêrdînê jinek bi navê E.E. (48) bêyî ku haya wê jê hebe ev 6 sal e wek endama Rêxistina AKP’ê ya navçeya Beyoglu qeyd kirin e. E.E. got ew nizane Beyoglu li ku derê ye û tevî daxwaza wî jî qeyda wê jê nehatiye birin û serî li noterê daye jê biriye.
Derket holê ku Rêxistina AKP’ê ya navçeya Beyogluyê bêyî haya kesan jê hebe kiriye endamê xwe. Li gundekî navçeya Dêrika Mêrdînê jina bi navê E.E. (48) dema ji bo endamtiya fermî serî li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da hîn bû ku bêyî haya wê jê hebe kirin e endama AKP’ê.
Di rojên derbasbûyî de E.E. çû Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Mêrdînê û li ser pergala elektronîk li endamtiya xwe ya partiya siyasî pirsî.
E.E. ya ku lêpirsîn kir û tevî heta îro tu endamtiya wê ya partiyek siyasî nîne jî ji 2012’an vir ve dît ku endama Rêxistina AKP’ê ya Navçeya Beyogluyê ye.
QEYDA XWE BI NOTERÊ DA JÊ BIRIN
E.E. li dijî vê rewşê ji bo endamtiya wê bê jê birin ewil daxwazname şand Rêxistina AKP’a Beyogluyê. E.E. demek dirêj sekinî û endamtiya wê jê nehat birin. Li ser vê yekê E.E. çû noterê. E.E. diyar kir ku bêyî haya wê ji hebe endamtiya wê çêkirine û ji bo bibîne va endamtiya wê jê hatiye birin îstîfanameyek amade kir û şand rêxistina AKP’ê.
'AKP ŞERMA MEZIN E’
E.E. anî ziman ku dema navê wê bi AKP’ê tê nasîn şerma mezin dide wê û xwest navê wê veşartî bimîne.
‘CIHEK KU NIZANIM LI KU YE MIN KIRIN ENDAM’
E.E. destnîşan kir ku heta îro neçûye tu rêxistinên AKP’ê û got: “Hêj nizanim avahiya rêxistina AKP’ê ya Mêrdînê li ku ye. Jixwe hewceye dizanibim li ku ye jî. Çimkî dema navê bi AKP’ê bîra mirovan ji bo min di jiyanê de tişta herî xerî xerab e. Bi kîjan mafî xwe digihînin agahiyên nasnameya me û endamtiyek wisa pêk tînin. Tişta ku kirin e ne xeletiyek pergalî ye. Em vê qebûl nakin. Bi rêkûpêk nizanim hêj Beyolgu li ku dere ye. di 2014’an de çûm Stenbolê. Piştî wê qet neçûm. Çawa dibe ku cihek ez qet neçûmê min dikin endamê xwe? Kî kiriye û çawa kirin e kesî bersiv neda. Ji min re gotin divê rêveberî kom bibe û filan. Xwestin biçim noterê îstîfaname bişînim. Ev rewş di kîjan hiqûqê de heye? Wek min gelek mirovan bêyî haya wan jê hebe kirine endamên xwe. Min got ez giliyê sûc bikim ji xwe partiya desthilatdariyê ye dê tu tiştek jê dernekeve, ji ber vê yekê min giliyê sûc nekir.”
MA / Ahmet Kanbal