AMED - Karsaz Hatîce Bayram a di sala 1993'an de ji Amedê koçî Bûrsayê kir û li wir xebitî, piştî hat Amedê bi hezar zor û zahmetî kargerî ava kir. Piştî 7 salan bi kedek mezin kargerî bi rêve bir, niha ji ber krîza aborî hat asta ku kargeriyê bigire.
Karsaza 34 salî Hatîce Bayram, ku di sala 1993'an de ji Gundê Xertê yê Pasûra Amedê neçar ma koçî Bûrsa bike, li gel malbata xwe ya 11 nifûsî bi salan zor û zahmetiyên mezin kişand. Bi salan karên giran kir. Hêj zarok bû ji bo aboriya malbatê dest ji dibistanê berda û di nava zeviyan de kar kir. Demekê di atolyeya tekstîlê de kar kir. Bayram piştî di karê tekstîlê de bû pispor hat Amedê û 7 sal berê li Amedê karkergiya tekstilê vekir. Bayram diyar kir ku piştî li Tirkiye krîza aborî kûr bû, êdî nikare kar bike û dawî li karê 10 karkerên xwe anî. Hatice Bayram, li ser jiyan û karê xwe ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Bayram, destnîşan kir ku ji ber şertên dijwar ên jiya zû bû xwedî tecrûbe û li dijî zahmetiyan xwe bi hêz kir. "Dema min ji gund koçî Bûrsayê kir ez pir biçûk bûm. Ez hatim cihekî ku nas nakim û nizanim. Ev yek ji bo min pir zor bû. Em malbatek 11 kes bûn. Tenê bavê min kar dikir. Vê yekê ez pir bêzar dikirim. Wîcdanê min ev yek qebûl nedikir û min li kargeriyek tekstîlê dest bi kar kir. Nêzî 2 salan min karê tekstîlê kir Pişti 2 salan bûm oste û min dest bi hilberînê kir. "
Bayram, da zanîn ku li atolyeya kar keda jinê dihat xwarin û mêr li gorî jinê heq bêtir distend. Bayram, da zanîn ku ji ber mafê wê dihat xwarin biryar da ku bi xwe karê xwe ava bike. Bayram, piştî 10 salan li Bûrsa karê tekstilê kir hat Amedê û li Amedê 7 sal berê li taxa Huzurevlerî ya Peyasa Amedê karkeriya tekstîlê vekir.
KRÎZÊ LI WAN JÎ XIST
Bayram, destnîşan kir ku piştî krîza aborî bandorek mezin a neyînî li ser wan çêbû û wiha got: "Me berê kîloya lastîkê bi 8.5. tl dikirî. Niha kîloya wê 24 tl ye. Dîsa me bîbona ta bi 4 TL dikirî. Niha 8 TL ye. Dîsa me fermuar bi 45 tl dikirî. Lê niha 85 tl ye. Her tişt ji sedî sed zem bû. Êdî hêza me têr nake ku em vî karî berdewam bikin. Beriya kirîzê di hefteyê de me 2-4 berhem sparîş dikir. Lê niha tenê berhemek tê sparîşkirin. 15 rojin bi temamî kar wasetiya. Rayedar diyar dikin ku krîz tune ye. Ger ku krîz tune be çima em nikarin kar bikin. Em çima nikarin meaşê karkerên xwe bidin."
MA / Esra Solin Dal