AMED – Der barê Hevserokê Rêxistina HDP’a Amedê Şerîf Çamçi de bi daxwaza heta 15 salan cezayê hepsê doz hat vekirin. Di îdianameya Çamçi de endamtiya wî ya komeleya têkoşîna li dijî xizaniyê wek sûcê “endamtiya rêxistinê” hat nirxandin.
Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 9’ê cotmehê de di operasyona navenda wê Amed bû li 9 bajaran di nav de rojnameger jî ku hebûn 142 kes hatibûn binçavkirin. Yek ji van kesên hat girtin jî Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Amedê Mehmet Şerîf Çamçi bû. Der barê Çamçi de bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” bi daxwaza heta 15 salan cezayê hepsê îdianame hat amadekirin û ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.
HEMÛ XEBATÊN WÎ KIRIN ‘ENDAMTIYA RÊXISTINÊ’
Di îdianameyê de hemû xebat û beşdariya Çamçi ya rêzeçalakiyên partiya xwe û endamtiya wî ya Komeleya Sarmaşik a têkoşîna li dijî xizaniyê jî sûc hat dîtin û wek “endamtiya rêxistinê” hat qebûlkirin. Daxuyaniyên çapemeniyê ya ji bo Leyla Guven û gelek çalakiyên din jî sûc hat dîtin.
NÛÇE, BEŞDARIYA KONGRE Û MERASÎMÊN CENAZE BÛ SÛC
Balkêş e ku 36 sûcdariya Çamçi jê tê tewanbarkirin hemû spartine nûçeyên xebatên ji raya giştî re aşkere ne û xebatên partiya wî ne. Tevlîbûna Çamçi ya merasîmên endamên PKK’ê kû jî wek “hêmanên sûc” hat dîtin û wek “tevlîbûna cenazeyê gumanbarê endamê rêxistinê” hat şîrovekirin. Beşdariya Çamçi ya kongreyê rêxistinên partiya xwe yên navçeyan jî bû delîlê sûc û beşdariya wî bi sûcdariyê tewanbar kirin.