AMED – Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku ew tecrîdkirina Ocalan qebûl nakin û xwest demildest tecrîd bi dawi bibe. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan jî bal kişand ser biryara DMME'yê ya ji bo Demirtaş û got: “Bêyî krîz çê bibe Birêz Demirtaş berdin."
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan bi armanca ziyaretan bike hat Amedê. Buldan tevî heyetek parlamenterên HDP, Kongreya Civaka Demokratîk KCD) ziyaret kir. Buldan û heyeta HDP'ê ji aliyê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ve hat pêşwazîkirin. Di ziyaretê de Hevserokê KCD'ê Ozturk, diyar kir ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 15 rojin di grevê de ye û wiha got: “Leyla Guven ji bo şexsê xwe tu daxwazên wê tune ne. Guven di danişînê de jî diyar kir ku bi xêra Birêiz Ocalan bûye jinek kurd a siyasetmedar û li dijî tecrîdkirina Birêz Ocalan dest bi çalakiyê dike. Ozturk, anî ziman ku faşîzma AKP'ê bi tecrîdkirina Ocalan hebûna xwe berdewam dike û wiha got: "Ev tecrîd nayê qebûlkirin. Em dibînin ku dema dengê Birêz Ocalan bilind dibe li welat aştî û aramî pêş dikeve. Lê dema dengê Ocalan qut dibe, şer û kuştin pêş dikeve. Birêz Ocalan ji bo Tirkiye û gelên Tirkiye hevî ye. Em tecrîda 2 salên dawî bi tu awayî qebûl nakin. Leyla Guven jî diyar kir ku heta agahîyê ji Birêz Ocalan bigirin dê çalakiya xwe berdewam bikin.
TECRÎDA ÎMRALIYÊ RAKIN
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî li ser armanca ziyareta KCD'ê û geşedanên dawî rawestiya. Buldan, anî ziman ku bi armanca piştgiriyê bidin Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li Amedê 15 rojin ketine grevê KCD'ê ziyaret dikin û wiha got: “Birêz Leyla Guven ji bo xwe ev çalakî nedaye destpêkirin. Ji bo teridkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe dest bi çalakiyê kiriye. Birêz Ocalan 3.5 salin bi malbat, parêzer û heyetê re nikare hevdîtin bike. Tecrîd li ser tecrîdê tê meşandin. Ev tecrîd ne tenê li Girtîgeha Îmraliyê ye. Li ser gelên herêmê tê meşandin.
‘TECRÎD LI DIJÎ GELAN E'
Buldan, destnîşan kir ku Ocalan 20 salin di tecrîdê de ye û wiha berdewam kir: "Dem bi dem hevdîtin hatin kirin. Birêz Ocalan di van hevdîtinan de perspektif dan. Greva ku îro hatiye destpêkirin ne şexsî ye. Ev çalakiya grevê ne tenê ji bo rakirina tecrîdkirina Ocalan e. Ji ber ku tecrîda Ocalan di heman demê de tecrîda li ser gelan e. Li ser gelê kurd, gelê Tirkiye û gelê Rojhilata Navin e. Birêz Ocalan jî wekî hemû girtiyên din ên siyasî xwedî maf e ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike. Lê mixabin hemû mafê wî yê zagonî û hiqûqî ji destê wî hatiye girtin. Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina Tirkiye ye. Hemû kes para xwe ji vê tecrîdê digirin. Ji ber vê yekê divê hemû kes li dijî vê tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Tecrîd bandora neyînî li jin û ciwanan dike. Ji sala 2011'an heta 2015'an pêvajoyek hevdîtin û diyaloga aştiyê hebû. Em di vê pêvajoyê de dibînin ku van hevdîtinan fêdeyek çawa da Tirkiye. Di milê demokrasiyê de gavên erênî hatin avêtin. Aramî û aştî pêş ket. Lê ev pêvajo di sala 2015'an de hat xelaskirin. Bi xerakirina vê pêvajoyê re dîsa şer dest pê kir û mirovan jiyana xwe ji dest dan.
DAXWAZA LEYLAYÊ
Buldan xwest tecrîd bi dawî bibe û wiha axivî: "Em dixwazin tecrîdkirina Birêz Ocalanbi dawî bibe. Em dixwazin Tirkiye bigê aştî, aramî û demokratîkbûna ku heq dike. Çalakiya Birêz Leyla di roja 15'an de ye. Em dixwazin demek berî demekê daxwaza wê pêk bê û tecrîd bi dawî bebe. Di şexsê daxwazên Leyla Guven de dê daxwaza gelê kurd pêk bê. Birêz Leyla ji bo Birêz Ocalan ev çalakî daye destpêkirin. Diyar kir ku heta bi Ocalan re hevdîtin pêk bê dê çalakiya xwe berdewam bike. Em li vir slavên xwe ji Leyla re dişînin. Em dixwazin hikûmeta AKP'ê jî dawî li vê helwesta xwebîne. Em dîsa diyar dikin ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û ev teccrîd bi dawî bibe."
PIŞTÎ BIRYARA DMME'YÊ DIVÊ DEMÎRTAŞ BÊ BERDAN
Buldan, anî ziman ku li girtîgehan hem tecrîd heye û hem jî li dijî hiqûqê siyasetmedar girtî ne û wiha pêde çû: "Em dibînin ku girtina siyasetmedaran bûye pergala dîlgirtinê. Piştî biryara DMME divê Demîrtaş bê berdan. Helwesta hikûmetê ya lidijî biryara DMME nayê qebûlkirin. Ji vê kêliyê û şûnde girtina Birêz Demirtaş li dijî hiqûqê ye. Divê daraz serbixwe û bê alî be. Lê rojekê Edalet ji AKP'ê re jî lazim bibe. Divê hikûmet dest ji van dirûtiyan berdin. Edalet û hiqûq dê rojekê ji bo AKP’ê jî lazim bibe. Ji ber vê yekê em dixwazin Demîrtaş berdin. Beyî krîzên siyasî derkevin Demîrtaş berdin. Hewldanên me yên siyasî û hiqûqî bidomin. Divê Birêz Demirtaş bê berdan."
Buldan herî dawî li ser pirsên rojnamegeran jî anî ziman ku ji bo çalakiya Guven dê di rojên pêş de bi rayedarên hikûmetê û serokê Meclîsê re jî hevdîtin pêk bînin û bixwazin daxwazên Guven pêk bên.b
Buldan, bal kişand ser îtîfaqa partiyên kurdan û anî ziman ku hewldanên wan ên hevditin û tifaqê yên bi partiyên kurdan re bidomin û ne tenê ji bo hilbijartinê ji bo pêşerojê dê ji bo tifaqa partiyên kurdan têbikoşin.