ENQERE – Nûnera Polîtîkaya Bilind a Ewlehiyê û Têkiliyên Derve ya YE Federica Mogherini binçavkirina akademîsyenan rexne kir û der barê biryara DMME’yê de jî got: “Em hêvîdarin dê Demîrtaş bê berdan.”
Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, Nûnera Polîtîkaya Bilind a Ewlehiyê û Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) Federica Mogherini û Komîserê YE yê ji Polîtîkaya Cîrantiyê û Muzakereyên Berfireh Berpirs e Johannes Hahn civîna çapemeniyê li dar xistin. Rayedarên YE xwestin Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê ku DMME’yê der barê wî de biryara berdanê dabû tavilê berdan û gotin ew der barê rojnameger û siyasetmedarên girtî û binçavkirina akademîsyenan de gelek bi endîşe ne.
‘EM BI HÊVÎ NE DEMÎRTAŞ BÊ BERDAN’
Nûnera Polîtîkaya Bilind a Ewlehiyê û Têkiliyên Derve ya YE Federica Mogherini bal kişand ser biryar DMME’yê ya der barê Demîrtaş û got: “Tirkiye yek ji endamên avakirina Konseya Ewropayê ye. Divê bi vê serbilind be. Em dixwazin der barê akademîsyenên tên binçavkirin û Birêz Demîrtaş de vê yekê bêjin; biryara DMME’yê da têkildarî binçavkirin û girtinê got ku binpêkirina mafê mirovan e. Divê ez carek din bêjim têkiliyên me pozîtîf hene. Em dixwazin di warê aborî, ragihandin û veguheztinê de bi hev re bixebitin. Di xebata me ya hevpar de rojevek tije heye. Em dixwazin di mijara polîtîkaya derve ya herêmî de bi hev re bixebitin. Em hêvîdarin dê Demîrtaş bê berdan.”