WAN – Dozger cezayê 8 sal û 3 meh ku li Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin hindik dît û dozger serî li Dadgeha Îstînafê ya Erziromê da.
Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û hat girtin ji doza jê dihat darizandinê Dadgeha Wanê bi hêcetên cuda 8 sal û 3 meh ceza lê birîbû. Dadgehê der barê Kaya de bi boneya tevlî meşekê bûye biryara beratê dabû. Dozger li dijî vê biryarê derket û li dijî vê biryarê îtîrazî Dadgeha Îstînafê ya Erziromê kir. Dozger ê cezayê Kaya hindik dît xwest cezayê wî bê girankirin.