EDENE – Malbata endamê HPG’ê Bariş Er yê li Çiyayê Amanosê di encama êrîşa SÎHA’yê de jiyana xwe ji dest da piştî 8 mehan wergirt û veşart.
Di 6’ê nîsanê de endamê HPG’ê Bariş li Çiyayê Amanosê di encama êrîşa Maşîneya Hewa ya Bêmirov a bi Çek de (SÎHA) jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Er li goristana bêkesan hatibû definkirin. Malbatê piştî 8 mehan ku testa DNA’yê bi encam bû cenazeyê zarokê xwe wergirt û bir li Koristana Kuçukoba ya navçeya Seyhana Edeneyê veşart.