ENQERE - 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê biryara pêwistek a Doza Pasûrê aşkere kir. Dadgehê parast ku îfadeyên şahit û kesên tevlê bûne ne şênber in û dadgeh nikare bawerî û îtîbara xwe bi îfadeya şahidan bîne.
Li navçeya Pasûrê ya Amedê, leşkeran 11 gundî di navbera 8 û 25’ê Cotemeha 1993’an de binçav kirin û winda kiribûn. Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Enqerê, biryara pêwistekî aşkere kir. Heyeta dadgehê doz betal kiribû û bersûcên dozê Fermandarê Tugaya Komandoyê Çiya ya Bolu Yavuz Erturk bi sedema "Delîlên bi bawerî û teqez tune" beraet kiribû. Heyeta Dadgehê di biryara pêwistekî de her çend cih da îfadeyên şahidên kesên hatin kuştin, Biryara DMME'ê, Rapora Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê jî, lê îdîa kir ku ev delîl "Delîlên ne pêbawer û têr in" Dadgehê parast ku îfadeyên şahit û kesên tevlê bûne ne şênber in û dadgeh nikare bawerî û îtîbara xwe bi îfadeya şahidan bîne.
DER BARÊ BÛYERÊ DE
Li navçeya Pasûrê ya Amedê, leşkeran 11 gundî di navbera 8 û 25’ê Cotemeha 1993’an de binçav kirin û winda kiribûn. Piştî komkujiyê di 5'ê Mijdara 2004’an de gora komi ya 11 kesan hat dîtin. Hestiyê 11 kesan di gora komî de hatibû ditin. Piştî komkujiyê 20 sal şûnde di 11'ê Cotmeha 2013'an de doz hatibû vekirin. Doz li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hatibû qebûlkirin. Tozger der barê Fermandard Yavuz Erturk de bi îdîaya “Bûye sedema kuştina zêde kesan, gel teşwikî îsyanê kiriye, curum kiriye" der barê Erturk de 11 caran cezayê muebbetê û 25 sal cezayê girtîgehê xwestibû. 18 danişîn hatin dîtin. Dadgeha Bilind doza ku li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amede dihat dîtin bi hinceta ewlehiyê sewqî 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê kiribû. Di 19'ê Îlonê de 18’emîn danişîna “Doza Pasûrê” li Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Enqerê hatibû ditîn. Heyeta dadgehê doz betal kiribû û bersûcên bozê Fermandarê Tugaya Komandoyê Çiya ya Bolu Yavuz Erturk beraet kiribû.
DMME'YÊ TIRKIYE MAHKÛM KIRIBÛ
Malbatan di sala 1994'an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) dabû. DMME'ê di sala 2001'an de der barê 11 kesên hatin windakirin û kuştin de bi sedema lêpirsînek xurt nehatiye kirin Tirkiye mahkum kiribû. Dozger Feyyaz Golcuklu qebûl kiribû ku eskerna li dijî zagonan welatî binçavkirine. Meclîsa Tirkiye jî qebûl kiribû ku 11 kes di 2004'an de qebûl kiribûn ku di fermandariya General Yavuz Erturk de operasyon pek hatiye.
Şahidên bûyerê jî qebûl kiribûn ku 11 di bin çavan de hatine windakiin. Hevjîna Mehmet Salih Akdeniz Pembe Akdeniz, gotibû "Dema hevjînê min di bin çavan de bû gotibû "Êdî xwarinê ji me re nîne. Dê me bikujin." Dayika Turan Demir Zekiye Demir jî gotibû "Min 3-4 rojan di bin çavan de xwarin bir ji Tûran re. Destê wî bi kelepçe kirî bû."
Dîsa hestî hatin dîtin û di encama lêkolina Saziya Tipa Edlî de derket holê ku hestî aydî 11 kesan in. Tevî hemû delîlan 7’emin Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi hinceta delîl kêm in ser dosyayê girt û bersûc beraet kir.
Kesên di doza Pasûrê de bi zorê hatin windakirin wina ne: Abdo Yamık, Bahrî Şimşek, Behçet Tutuş, Celal Aziz Aydogdu, Hasan Avar, Mehmet Salîh Akdeniz, Mehmet Şah Atala, Mehmet Şerîf Avar, Nesrettin Yerlikaya, Umît Taş û Turan Demîr.
MA / Berivan Altan