AMED – Li navçeya Rezana Amedê 8 ciwanên HDP’î ku ji bo kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê belavok belav dikirin hatin binçavkirin hatin berdan.
Li navçeya Rezan a Amedê 8 ciwanên HDP’î yên ku di çarçoveya xebatên 2’yemîn Kongreya Asayî ya Meclîsa Ciwanên HDP’ê de belavok li gel û esnafan belav dikirin di 20’ê mijdarê de hatibûn binçavkirin. Piştî karên li Miduriyeta Polîsan a Amedê îfadeyên 8 ciwanan hat girtin hatin berdan.