AMED - Rêveberê ÎHD'ê Parêzer Ercan Yilmaz, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji ber qanûnên heyî nayên sepandin bi sedan zarok tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne û tevî girtiyên mezin zarok jî bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Ylmaz ji bo ev yek bê çareserkirin bang li partiyên siyasî û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê kir.
Li Tirkiyeyê li gorî daneyên Wezareta Dadê yên 16'ê Mijdara 2018'an ve 260 hezar û 144 kes girtî ne û li gorî rapora Adara 2018'an a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî 743 zarok tevî dayikên xwe di girtîgehê de ne. Rêveberê ÎHD'a Amedê Parêzer Ercan Yilmaz, diyar kir ku zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne bi her cure binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin û ji 15'ê Tîrmeha 2016'an ve herî zêde ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan mirov serî li ÎHD2ê didin.
Yilmaz, diyar kir ku zarokên tevî diya xwe di girtîgehan de ne, temenê wan di navbera 0-6'an de ye. Yilmaz, anî ziman ku li gorî agahiyên bi dest wan ketine zarokên tevî diyên xwe di girtîgehê de ne xwarina wan baş nayê dayîn û ji bo wan xwarina taybet tune ye. Yilmaz got: "Şîr û zewadayên din ên ji bo zarokan nayên dayîn. Xwarina ji bo girtiyan çi be, wê didin zarokan jî. Ger li qawîşekê tevî 25 kesan 3 zarok hebin, ew zarok nayên hesibandin û xwarin tenê ji bo 25 girtiyan tê şandin. Ji ber vê dayik mecbûr dimîne xwarina xwe dide zarokê xwe."
Yilmaz, destnîşan kir ku ji bo zarokên temenê wan di nav 0-2 salan de mama nayê dayîn û ji bo vê wan serî li Wezareta Dadê û saziyên eleqedar daye lê belê bersivên hatine dayîn ji rastiyê dûr in.
‘JI BO ZAROKAN QADÊN PERWERDEHIYÊ TUNE NE'
Yilmaz, destnîşan kir ku qadên perwerdehiyê yên zarokan hema bêje tune ne. Yilmaz, diyar kir ku divê li girtîgehê qadên lîstikan ên zarokan hebin û got: "Beriya her tiştî ew der ne cihê zarokan e. Zarokên tevî dayikên xwe di heman qawîşê de dimînin, her sibeh dibin şahidê lêgerînan û nîzama leşkerî. Tevî dayikên xwe di radizên. Rasterast dibin şahidên hemû binpêkirinên mafan ên li girtîgehan. "
Yilmaz, anî ziman ku bi taloqkirina înfazê û hepsa malê dikarin rê li ber evan binpêkirinan bê girtin.
Yilmaz, destnîşan kir ku zarokên çend mehan di girtîgehê de dimînin paşê nikarin li gor şertên derve tev bigerin. Yilmaz, da zanîn ku zarokên di girtîgehê de heta 6 saliya xwe dikarin tevî dayikên xwe bimînin û paşê wan dişînin cem bavê wan an jî xizmên wan û wexta kes tune be wan dixin wargehên dewletê.
Yilmaz, anî ziman ku divê di vî warî de dadgeh û Wezareta Dadê tev bigerin û ji bo ev mijar bê çareserkirin divê partiyên siyasî û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê jî tev bigere.
MA / Esra Solin Dal