STENBOL - Dadgerê DMME'yê yê berê Riza Turmen gotina Serokomar Erdogan a der barê biryara DMME'yê ya ji bo Demîrtaş dabû nirxand. Turmend, diyar kir ku divê dewletên endamên yekîtiyê ne li gor biryarê tev bigerin û got: "Ger Tirkiye dewleteke hiqûqê be divê li gor biryarê tev bigere."
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar dabû ku divê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattî Demîrtaş bê berdan. Lê belê piştî biryarê Serokomar Erdogan jî gotibû biryara hatiye dayîn ji bo wan ne derbasdar e. Dadgerê DMME'yê yê berê Riza Turman ev yek nirxand.
Turmen, anî ziman ku biryara hatiye dayîn biryareke girîng e û bi bîr xist ku Tirkiye yek ji alîgirên DMME'yê û divê li gorî biryara hatiye dayîn tev bigere.
Turmen, diyar kir ku di biryara DMME'yê de ji xeynî rewşa şexsî ya Demîrtaş Rewşa Tirkiyeyê ya di warê demokrasî, serbixwebûna darazê û atmosfera siyasî jî hatiye nirxandin û ev yek pir girşng e. Turmen, destnîşan kir ku DMME bi vê biryara xwe tiştekî rast kiriye û got: "Armanceke avakirina DMME'yê heye. Çî ye? Parastina demokrasiyê ye. Divê li gor vê armancê biryarê bide. Ger demokrasî, serbixwebûna darazê û dewleta hiqûqê tune be divê vê yekê biparêze. Bi vê biryara xwe ev yek pêk anî."
Turmen, gotina Erdogan a ji bo biryara hatiye dayîn got jî nirxand û got: "Wisa difikirim hêrs bûye û ji nişka ve gotiye. Gotineke wek 'Ev biryara me eleqedar nake' tune ye. Peyman aşkere ye û dibêje biryar hemû dewletên endam eleqedar dike."
Turmen, destnîşan kir ku divê Tirkiye di nav 3 mehan de tazmînata pê hatiye hikumkirin bide û ger tazmînatê nede wê faîz lê zêde bibe. Turmen şîroveyên der bar biryarê de yên wekî "Ji aliyê Daîreya Mezin a DMME'yê ve nehatiye pesendkirin. Dibe ku Tirkiye wê bişîne Daîreya Mezin. Eger liw ir bê pesendkirin wê biryar derbasdar be" jî şîrovekirin û got: "Na, ne wisa ye. Tê de tê gotin divê demildest binpêkirin ji holê bê rakirin û berdewam neke. Jixwe Daîreya Mezin ne meqama temyîzê ye. Daîreya Mezin şaşî û rastiya biryarê lêkolîn nake. Li Daîreya Mezin doz ji nû ve pêk tê. Loma beriya biçe Daîreya Mezin divê biryara berdanê pêk bê."
Turmen, destnîşan kir ku ger biryar pêk neyê wê ev yek bê wateya binpêkirineke din û wê çewisandinên li ser Tirkiyeyê zêdetir bibin. Turmen got: "Wê çewisandinên siyasî û hiqûqî rû bidin. Wê Asambleya Parlementeriyê ya Konseya Ewropayê, Komîteya Wezaretan ji bo pêkanîna biryarê hin tevdîran bigirin û ji bo pêkanîna biryarê çi hewce be wê bikin."
Herî dawî Turmen got: "Ger Tirkiye dewleteke hiqûqê be divê li gor biryarê tev bigere."
MA / Yasin Kobulan