STENBOL – Hiqûqnas Kerem Altiparmak, bal kişand ser biryara DMME'ê ya der barê Demîrtaş û helwesta Erdogan a "Biryar me eleqeder nake" û wiha got: "Di milê hiqûqî de eleqeder dike. Min jî te jî û Serokomar jî eleqeder dike."
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) duh der barê Hevserokê HDP'ê yê berê Sehelattîn Demîrtaş de biryar da û xwest Demîrtaş bê berdan. Li dijî biryarê Serokomar Erdogan bertek nîşan da û got "Biryar me leqeder nake" Bertek û nerazibûnên li dijî gotina Erdogan zêde dibe. Hiqûqnas Doç. Dr. Kerem Altiparmak, bal kişand ser biryara DMME'ê û wiha got: "DMME yekem car Tirkiye ji xala 18'emîn a PMME'ê de mahkûm dike. Ji ber vê yekê bi serê xwe biryarek girîng e. Hem Rêbere partiyek siyasî ya muxalif e û hem jî namzetê Serokomariyê bû. Ji ber vê yekê ev biryara der barê Demîrtaş de bêtir girîng e. Dadgeha bilind, ji xala 18'an cudatir tespîtên der barê nîzama demokratîk û rêveberiye de bû. Dema ev tespît kirin referanduma 2017'an û hilbijartina 2018'an destnîşan kir. DMME berê jî nîzama demokratîk a li Tirkiye rexne kiribû. Di biryarê de diyar dike ku mafê hilbijartina azad a gel hatiye astengkirin. Ne tenê wekî wekîl azadiya Demirtaş hatiye binpêkirin. Di heman demê de vîna gel û azadiya ramanê ya gel jî hatiye binpêkirin. Der barê nîzama demokratîk a Tirkiye û bê alîbûna darazê de rexneyên giran hene. Ji ber vê yekê biryara der barê Demirtaş de hatiye dayîn, ji bo girtiyên siyasî yên tên darizandin jî derbasdar e.
SÎNORÊ HER KESÎ HEYE
Altiparmak, helwesta Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan a "Me eleqeder nake" jî nirxand û wiha got: "Di milê hiqûqî de wî eleqeder dike. Divê em li gorî aqilê dewleta hiqûqê biaxivin. Erka her kesî heye. Lê her kesê erkên wan heye sînorekî wan jî heye. Serokomar ne organa darazê ye û nikare biryarê bide. Ne di ser Dadgeha Qanûna Bingehîn re ye. Tirkiye peyman îmze kiriye û divê li gorî biryarê tevbigere. Ger ku îro Tirkiye bêje 'Ji ber vê biryarê ez dê ji Konseyê qut bibim' jîsa ev biryar Tirkiye eleqeder dike. Di milê hiqûqî de eleqeder dike. Min jî te jî û Serokomar jî eleqeder dike."
HIKÛMET DIXWAZE DEMÊ QEZENÇ BIKE
Altiparmak, destnîşan kir ku hemû biryarên DMME'e diçin Komîteya Wezîran diçe Komîteya Wezîran li 3 tiştan dinere û wiha got: "Li Tazmînatê dinerin. Hatiye dayîn ya na? Dîsa li tedbîra tekakesî dinerin. Hatiye berdan an dê bê berdan li wir dinerin. Dîsa tedbira giştî hatiye girtin ya na. Li gorî rewşa girtinê pêvajoyê dişopîne. Ger ku ev welat biryarê pêk bînin, Komîteya Weziran biryarê dîsa dijşîne DMME'ê. Ev biryar der barê Rêberê partiyek ku ji sedî 10 deng girtiye ye. Ger ku Tirkiye li dijî biryarê israrê bike dê krîza siyasi derkeve. Dibe ku krîzên mezin derkevin. Hêj dozên berdewam dikin hene. Helwesta "Mafê me yê em biryarê pêk nînin heye. Em dê tezmînate bidin'
DMME hukmê biryarê mijara tazminatê û mijara berdanê li xetên cuda dinivîse. Ev biryarên dadgehên navneteweyî ne. Dadgeh dikare der barê gelek mijaran de biryarê bide. Ger ku hûn yekê pêk bînin nayê wateya ku ya din ji pêk anîye. Tazmînatê bidin naye wateya ku karin di girtîgehê de bihêlin. Ji ber vê yekê nikare bêje 'ez dê pereyan bidin û wî bernadin. Ji bo dewletê 10 hezar Euro ne pereyeki zêde ye.
MA / Yasîn Kobulan