AMED – Biryara kontrola edlî ya der barê nivîskarê rojnameya Evrenselê Yusuf Karataş de ku tê darizandin hat rakirin.
Nivîskarê rojnameya Evrenselê Yusuf Karataş di çarçoveya lêpirsîna li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” hatibû girtin û pişt re hatibû berdan. Karataş ne girtî tê darizandin. Danişîna doza Karataş li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Karataş û parêzera xwe Yildiz Îmrek di danişînê de amade bûn. Meqamê îdiayê di danişînê de nêrîna xwe aşkere kir û xwest biryara tedbîra kontrola edlî ya der barê Karataş de bê rakirin.
Parêzer Îmrek jî xwest miwekîlê wî bê beratkirin û tedbîrên kontra edlî li ser miwekîlî pêk tê bê rakirin.
Dadgehê xwest biryara qedexeya derketina derveyî ya welat dewam bike û biryar da ku kontrola edlî ya li ser Karataş bê rakirin. Dadgehê danişîn taloqî dîrokek pêş kir.