AMED/ÊLIH – Şaxên ÎHD’ê yên Amedê û Êlihê bal kişandin ser biryara DMME ya ji bo Demîrtş û xwestin hemû hilbijêr bên berdan.
Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê daxuyaniyek nivîska da û bal kişand ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpa (DMME) ku ji bo Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş da û got: “Ji destpêka pêvajoya girtinê ve em vê dozê neheq û bêhiqûq dibînin. Divê girtina hemû girtiyên siyasî tavilê bi dawî bibe. Lazim e di serî de birêz Demîrtaş û hemû hilbijêrên girtî demildest bên berdan.”
ÊLIH
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê jî bal kişand ser biryara DMME’yê û got: “Di warê demokrasî û hiqûqa dewletê ya Tirkiyeyê de pêwîste Demîrtaş û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven demildest bên berdan.”