STENBOL - Prof. Dr. Yaman Akdenîz, têkildarî helwesta hikûmetê ya li dijî biryara DMME'ê ya der barê Demîrtaş de got: "Ev helwesta hikûmetê ne rast e. Ji ber ku biryara dadgehê dixwaze îhlalên heyî bi dawî bike. Dixwaze îhlalên hiqûqî bi dawî bikin û ferman dike ku bi lez Demîrtaş serbest berdin. Tika nakin. ferman didin. Ji ber vê yekê divê teqez fermanê pêk bînin.
Hîndekarê Zankoya Hiqûqê ya Zanîngeha Bîlgî Prof. Dr. Yaman Akdenîz, têkildarî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) ku der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selehattîn Demîrtaş de daye û helwesta hikûmetê ya li dijî biryarê nirxandin kirin. Akdeniz, diyar kir ku DMME'ê di serlêdana Demîrtaş de nasnameya wî ya siyasî li ber çavan girtiye û li gorî vê yekê xala 18'emîn a Peymana Dadgeha Mafên Mirovan (PMME) betîr cîddî girtiye. Akdenîz, da zanîn ku DMME yekem car der barê Tirkiye de biryara îhlalê dide. Biryar girîng e. Piştî ev derî hat vekirin divê DMME ji niha û şûnde vê nirxandinê ji bo wekîlên girtî û rojnamegeran jî bide. Serlêdanên ji bo wekîlên girtî û rojnamegerên girtî bên kirin jî divê DMME heman biryarê bide. Ji ber biryara der barê Demirtaş de hewa siyasî û demokrasî ya der barê darazê de heye. Ne tenê ji bo serledana Demîrtaş ji bo hemû serlêdanên heyi divê heman biryarê bide."
Akdeniz, helwesta Erdogan a "Ev biryar me eleqeder nake" jî rexne kir û wiha got: "Ev daxuyaniya Erdogan nişan dide ku biryara der barê Demirtaş de çiqas rast e. Li Tirkiye daraz di bin kontrola siyasetê de ye. Di bin zextên siyasî de ye. Biryarên DMME ne pêşniyar û tika ye. Biryarên DMME ferman e. Tirkiye jî biryarên DMME li gorî xala 90'an qebûl kiriye. Ji ber ku DMME di ser AYM'ê re ye. Biryara DME li gorî xala 46'an a peymanê Tirkiye eleqeder dike û mecbûrin pêk bine. Erdogan li Tirkiye hişekî şaş ava dike û dibêje 'Pereyê çi?' Ev ne rast e. Ji ber ku di vê biryarê de DMME dixwaze vê îhlalê bi dawî bike û li bez serbest berde. Tika nake. Ferman dire. J ber vê yekê divê teqez biryarê pêk bîne. Di encamê de Daraz dê vê biryarê bide. Ger ku biryarê pêk nînin û Selahattin Demirtaş serbest bernedin, ev yek dê ji bo Tirkiye encamên wê yên siyasî hebin. Dibe ku heta Tirkiye ji Konseya Epropa derxin jî biçe. Ev raste rast dê bandorê li Têkiliyên Tirkiye û Yekitiya Ewropa (YE) jî bikin. Ger ku ev pêk neyê de krîza siyasî pêş bikeve."
MA / Yasin Kobulan