HATAY - Polîsê di bûyerê Gezî de bi bombeya gazê Abdullah Comert kuşt rastî 6 sal û 10 meh û 15 rojan hat. Birayê Abdullah Adnan Comert bertek nîşanî biryarê da û diyar kir ku edaletê cihê xwe nedîtiye û wiha got: "Edalet tune ye." Prz. Hatice Can jî diyar kir ku dê biryarê temyîz bikin.
Li Hatayê di serdema çalakiyên Gezî de polîsan bi bombeya gazê Abdullah Comert kuştibûn. Der barê bûyerê de doz hatibû vekirin û danişîna biryarê di 19'ê Mijdarê de li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Balikesirê hat dîtin. Heyeta dadgehê li polîsê bersûc Ahmet Kuş bi sucdariya "Dibe bi zanebûn kuştiye" 6 sal û 10 meh û 15 roj ceza birîn.
Birayê Comert Adnan Comert û parêzera Comert Prz. Hatice Can biryar nirxandin.
'EDALET TUNE YE'
Adnan Comert bertek nîşanî biryarê da û wiha got: "Divê li şûna Dibe bi zanebûn kuştiye' sucdariya "Bi zanebûn kuştiye" bê kirin. Em li bendê bûn ku edalet pêk bê. Lê edalet pêk nehat. Edalet tune ye. Di 3'ê Hezirana 2013'an de birayê min bi bombeya gazê ya polîsan hat kuştin. Ji bo edaletê em hezar û 300 kilometre çûn Balikesirê. Em li benda edaletê bûn. Lê edalet tune ye. Ez carek din bang li Serokomar dikim. Serokomar dibêje 'Me darazek bê alî û serbixwe ava kir.' Na daraz bi alî û girêdayî ye. Hem birayê min kuştin û hem ji em bûn wekî bersûc. Edalet pek nehat."
'EM DÊ SERÎ LI DMME'Ê BIDIN'
Prz. Hatice Can jî anî ziman ku anî zimanku polîsê bersûc Ahmet Kuş ji ber erkdarê cemaweriyê ye bi zagonan tê parastin. Can, destnişan kir ku ew dê ceza temyiz bikin û ger hiqûqa Tirkiye bê encam bimîne dê serî li Dadgeha MAfên Mirovan a Ewropa bide. Can, da zanîn ku erka polîsan ewe ku ewlehiya welatiyan biparêze, lê li şûna erka parastinê welatî Comert ê diçû mala xwe bi bombeya gazê kuştiye. Têkoşîna me ya hiqûqê dê bidome.
MA / Hamdullah Kesen