RIHA - Bi hinceta "ji bo Qendîlê alîkariya fînansî" kiriye zêdetirî 11 sal ceza li Hevşaredarê Şaredariya Hewagê ya Rihayê Zeynel Taş hat birîn. Delegetiya KCD'ê ya Taş, fealiyetên wî yên partiya siyasî, parvekirinên civaka medyayî û beşdarbûyîna wî ya merasîmên cenaze û taziyeyan sî sûc hatin hesibandin.
Hevşaredarê Şaredariya Hewaga Rihayê Zeynel Taş di 12'ê Kanûna 2016'an de hat binçavkirin û paşê hat girtin. Di dema binçavkirin û girtinê de Taş bi "ji bo Qendîlê alîkariya fînansî" hat atwanbarkirin. Paşê der barê Taş û 21 kesên pê re hatin binçavkirin îdianame hat amadekirin û îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 6'an de Rihayê hat qebûlkirin. Taş di îdianameyê de tişta pê hat tawanbarkirin qebûl nekir.
Dadgehê di 18'ê Tîrmehê de biryara xwe daxuyand û bi îdiaya "endamtiay rêxistinê" û "prpgandaya rêxistinê" 11 sal û 9 meh û 22 roj ceza li Taş birî. Bi hinceta delegetiya Kongreya Civaka Demîkratîk (KCD) a Taş, parvekirinên li ser civaka medyayî, fealiyetên partiya siyasî û beşdarbûyîna merasîmên cenaze û taziyeyan hat tawanbarkirin.
Parêzer Îsmaîl Taş, diyar kir ku di dema binçavkirinê de muwekîlê wî bi îşkenceyên derî rûmeta mirovahiyê rû bi rû maye û bi îdiaanameyeke derî hiqûqê hatiye cezakirin û ev yek tê wateya qetilkirina hiqûqê. Taş, anî ziman armanca vê darizandinê tenê ji bo tayînkirina qeyûm amadekirina zemînê ye.
Parêzer Taş, diyar kir ku îdianame ji 693 rûpelan pêk hatiye û di 79 rûpelên wê yên pêşî de fealiyetên KCD'ê hatine rêzkirin. Taş, diyar kir ku di vê beşa der barê KCD'ê de doz li endamên KCD'ê Seydî Firat, Ramazan Ozbek û Halîs Bîlen de jî li Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê doz hatiye kirin, lê belê di danişîna ewil de hatine berdan. Parêzer Taş, bilêv kir ku sedema berdana endamên KCD'ê ew bû ku KCD ne avaniyeke derî qanûnê ye.
'PARLEMENTERÊ AKP'Î JÎ TEV LI HEMAN TAZIYEYÊ BÛ'
Taş, anî ziman ku muwekîlê wî ji ber tev li taziyeyekê bûye jî hatiye tawanbarkirin, lê belê Parlementerê AKP'ê yê Rihayê Ahmet Eşref Fakibaba jî tev li heman taziyeyê bibû.
Taş, anî ziman ku wexta muwekîlê wî Endamê Meclîsa Bajêr a BDP'ê bûye tev li civînekê bûye û ev civîn wekî "civîneke awarte" hatiye nîşandan. Taş, destnîşan kir ku tişta herî xwezayî ew e endamê meclîsekê biçe partiya siyasî ya endamê wê ye, lê belê li vir wekî ew civîn civînên îllegal bin hatine nîaşndan.
Taş destnîşan kir ku di dosyeyê de delîlên derî hiqûqê hene û ev yek nayê qebûlkirin.
DADGEHA ÎSTINAFÊ QEBÛL KIR, DOSYE ŞANDIN DADGEHA BILIND
Taş diyar kir ku wan serî li Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê daye, lê belê dadgeha îstinafê di 22'yê Cotmeha 2018'an de daxwaza wan red kiriye û cezayê hatiye birîn qebûl kiriye. Taş, anî ziman ku ew ê dosyeyê bişînin Dadgeha Bilind.