ENQERE – Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, kesên bi KHK'yan hatin îxrackirin li Meclîsê tîne gel hev û diyar kir ku ji bo vegera ser kar û destûra kar ew ê li ser plansaziyekê hûr bibin.
Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk gergerlîoglû, akademîsyen, hiqûqnas û perwerdekarên bi KHK'an hatin îxrackirin li Meclîsê tîne cem hevdu. Wê tevî kesên hatine îxrackirin ji bo vegera ser kar, destûra kar û kooperatîfbûyîn û altrenatîfan nîqaş bên kirin.
Gergerlîoglû, destnîşan kir ku di 2 salên dawî de bi KHK'yan gelek maf hatine binpêkirin û got: "Bi îlankirina Rewşa Awarte Qanûna Bingehîn ecîqandin û KHK îlan kirin. Jiyana civakiyî fetisandin. Taliyê tiştekî nayê qebûlkirin derket holê. Du sal in bi sedhezaran mirovên mafên wan ên li qada taybet bixebitin jî hatine astengkirin hene. Nêzî 60 hezar ammsote, bi hezaran hiqûqnas, endezyar hene. Bi rastî jî mirina sivîl hatiye jibîrkirin. Ev pêkanînan wekî qirkirina siyasî ne."
Gergerlîoglû, destnîşan kir ku mirov pir bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin û bi îxrackirinan re travmayên mezin rû didin. Gergerlîoglû anî ziman ku kesên hatin îxrackirin diviya du salan bisekinin, lê belê êdî nasekinin û got: "Mirov êdî bêzar bûne. Her roj mirovên KHK'yî yên di temenekî ciwan de pençeşêr li wan peyda bûne parve dikim. Çima li evan mirovan pençeşêr peyda bûne? Çimkî dramên mezin, pirsgirêkên mezin rû didin. Rêjeya KHK'yên dev ji hev berdidin zêde dibe, rêjeya bikaranîan antî-depresîfê zêde bûye, ancax dikarin li cihên ji sedî 20 sîgortayî ne bixebitin. Hejmara kesên dest bi kar kirine û top avêtine zêde bûye. Kesên nikarin ji malên xwe derkevin jî hene. Loma divê ev mirov karibin li qadên taybet bixebitin."
‘BIL DOZA MAFÊN XWE BIKIN'
Gergerlîoglû ji bo xebata wê bikin got: "Wê ev yek hem bi kêrî ji bo destûra xebatê ya KHK'yiyan û bidestxistina mafan bê. Mînak, em dixwazin bi vî awayî karibin karên wekî kooperatîfbûyînê jî bikin û ji bo vê zemînekê amade bikin. Bila akademîsyen, hiqûqnas û mamoste werin cem hevdu û doza mafên xwe bikin. Wisa difikirim em ê bi ser bikevin. Hevalên akademîsyen ne mcebûr in biçin derveyî welat. Li vir mirov dikare hin formulan peyda bike. Dibe li zanîngehên taybet mafên wan ê xebatê bê desterskirin. Lê ji bo mamsoteyan mirov dikare formulekê peyda bike."
Gergerlîoglû, anî ziman ku berê jî ew û 80 kesên ji qadên cuda hatine îxrackirin li Meclîsê li hev civiya bûn û niha jî ew ê bi hemû koman pîşeyî re yeko yeko bicivin û civînekê çê bikin ka di vî warî de dikarin çi bikin. Gergerlîoglû anî ziman ku ew ê ewilî di 22'yê Mijdarê de bi akademîsyenan re li hev bicivin.
MA / Diren Yurtsever