ÊLIH – Li Êlihê, li Mehmet Emîn Cengîzê rapora wî ya "rewşa wî ji bo leşkeriyê ne guncan e" heye û berasteng e, bi hinceta "neçûye leşkeriyê" 4 hezar û 631 lîre ceza lê hat birîn.
Li Êlihê Mehmet Emîn Cengîz (34) ê ji sedî 42 rapora wî ya "rewşa wî ji bo leşkeriyê ne guncan e" heye û berasteng e, di 4'ê Îlona 2014'an de Qeymeqamtiya Mutkiyê ya Bedlîsê bi hinceta neçûye leşkeriyê 4 hezar û 631 lîre ceza li Cengîz birî. Cezayê di 2014'an de li Cengîz hat birîn 4 roj berê hat teblîxkirin. Cengîz serî li Şaxa Leşkeriyê ya Êlihê da, lê belê îtiraza wî nehat qebûlkirin.
'RAPORA MIN HEYE'
Cengîz, destnîşan kir ku Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê di sala 2014'an de rapor daye wî û got: "Çûm çend cihan lê kesî guh neda. Rapora min heye, çima ev ceza li min tê birîn? Min hemû ewraqên xwe nîşan dan lê belê dîsa jî gotin divê tu vî pereyî bidî. Ka ez ê çawa bidim? Ji ber berasteng im, dewlet çend qurîş meaş dide min û niha jî dixwaze wî meaşî ji min bistîne. Jixwe bi vî meaşî nikarim debara xwe bikim. Carinan pêlavan boyax dikim, carinan jî çayvaniyê dikim."
Cengîz xwest ev ceza bê betalkirin.
MA / Metin Yoksu