* Li Manîsayê jinên ji bo keyatiyê bûn namzet, diyar kirin ku ew ê di 25'ê Mijdarê de ber bi Qada Kolanê ve bimeşin û gotin: "Em ê li hemberî krîza aborî, şidet û xizaniyê bi hev re tev bigerin û bitêkoşin."
* Li girtîgehên Tirkiyeyê rewşa herî zêde adiziyê dide der, wexta girtiyan tînin girtîgehê li têketina girtîgehê "lêgerîna tazî" li wan tê ferzkirin. Parêzer Zelal Demîray, diyar kir ku "mudaxilekirina bedenê" derî Qanûna Bingehîn e.
* Li Êlihê, li Mehmet Emîn Cengîzê rapora wî ya "rewşa wî ji bo leşkeriyê ne guncan e" heye û berasteng e, bi hinceta "neçûye leşkeriyê" 4 hezar û 631 lîre ceza lê hat birîn.
* Li Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê rojnamevan Mehmet Guleş, diyar kir ku bi hinceta "ewlehiyê" wêneyên dîmenan jî nadin girtiyan û her wiha qedexekirina kurdî hîn jî dewam dike.
* Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, kesên bi KHK'yan hatin îxrackirin li Meclîsê tîne gel hev û diyar kir ku ji bo vegera ser kar û destûra kar ew ê li ser plansaziyekê hûr bibin.
* Bi hinceta "propgandaya rêxistinê" 5 sal ceza li Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat ê berê Îsmaîl Çoban hat birîn.
* Bi hinceta "ji bo Qendîlê alîkariya fînansî" kiriye zêdetirî 11 sal ceza li Hevşaredarê Şaredariya Hewagê ya Rihayê Zeynel Taş hat birîn. Delegetiya KCD'ê ya Taş, fealiyetên wî yên partiya siyasî, parvekirinên civaka medyayî û beşdarbûyîna wî ya merasîmên cenaze û taziyeyan sî sûc hatin hesibandin.
* Piştî kampa li Midyadê hat girtin, êdiziyên li kampê li bajêr bi cih bûn û ji mecbûrê bi heqedesteke kêm dixebitin. Êzidiyan got: "Her yek ji me bi cihekî ve çû. Êdî em jî nizanin em ê ber bi ku ve biçin."
* Li Hevşaredarê Hawagê ya Rihayê Zeynel Taş ê DBP'î 11 sal cezayê girtîgehê birîn. Endamtiya Taş a KCD'ê û ziyaretên sersaxiyan wekî sûc hat dîtin.
* 1'emîn Danişîna doza Şemzînanê dê li 1'emin Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bê dîtin. (11.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Wanê dê bi civîna çapemeniyê starta hilbijartinê bide. (12.00)
* Rêxistinên KESK, DÎSK, TTB û TMMOB dê li dijî geşedanên der barê TRT’ê de li ber Midûriyeta Herêmê ya Amedê ya TRT'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)