EDÎRNE - Hevserokê HDP'ê yê berê Selehattîn Demîrtaş, bi riya parêzerên xwe biryara DMME'ê nirxand û diyar kir ku bi vê biryara DMME'ê rehînebûna wî ya siyasî bi awayekî hiqûqî hat tescîlkirin.
Piştî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) der barê Hevserokê Giştîyê HDP'ê ye Berê Selahattin Demirtaş de biryara “divê dawî li pêvajoya girtibûnê bînin" da, parêzerên Demirtaş Ramazan Demîr, Benan Molu û Murat Arksak, li Girtieha Tîpa F a Edirneneyê Demîrtaş ziyaret kirin. Demirtaş, bi riya parêzeran daxuyanî da û diyar kir ku bi biryara DMME'ê dîlgirtina wî ya siyasî bi awayekî hiqûqî hat tescîlkirin. Parêzeran piştî 3 saetan hevdîtin bi Demîrtaş re kir li dervê girtîgehê daxuyanî dan. Parezeran diyar kir ku Demirtaş biryar nirxandiye. Parêzer Ramazan Demîr, peyama Demîrtaş parve kir û wiha got:
‘POZÎSYONA DÎLÊ SİYASÎ TESCÎL BÛ'
Peyama Demirtaş a der barê biryara DMME'ê de wiha ye:
“Bi biryara DMME'ê da bi awayeki hiqûqî dîlgirtina siyasî tescîl bû. Wekî ku me ji roja ewil de got operasyona li dijî HDP’ê, girtina me, darizandina me ne hiqûqî bû. Bi sedemên siyasî hatin kirin. Bi vê biryarê hemû îsnat û dozên ku ez jê dihatim darizandin tev hilweşiyan. Di serî de AYM jî di navde hemû dadgehên ku ez darizandim îhlalen mezin kirin. Bi vê biryara DMME'e ev teqez û tescîl bû. Veyaseta ku bi destê siyasetê li ser daraz û demokrasiyê hatiye avakrin gefên mezin li pêşeroja civakê û demokrasiyê dixwe. Ev mesele ne giredayî şexsê min e. Wekî DMME jî di biryara xwe de tespît kir ji bo tevahiya civaka Tirkiye rewşek vahîm e. 2 salin ez neheq girtî me. Lê tevî vê yeke min baweriya xwe ya demokrasî û edaletê tu car winda nekir. Di vê milê det çavkaniya min a hevî û baweriyê gel e. Ez ji HDP’ê, gelê me û yên di nava piştevaniyê de tevan spasiyên xwe pêşkêş dikim. "
Prz. Demîr der barê biryara DMME'ê de anî ziman ku hem di serdema referandumê de û hem jî di serdema Serokdewletiyê de girtina Demîrtaş bi tu hiqûqê nayê v egotin û der barê xala 18’an a girtina Demirtaş de ne girêdayî meseleyek şexsî bû. Ev biryar ji bo hemû Tirkiye encamekê bi xwe re tîne. Wekî wi jî got darizandinên hatin kirin ne hiqûqî bû û bi vê biryarê hat tespîtkirin û tescîlkirin.
Demîr, helwesta Serokomar Erdogan a "Ev biryar me eleqeder nake" jî rexne kir û wiha got: “Ev ne daxuyaniyek ku welatekî hiqûqî bine ziman. Ev li dijî feraseta dewleta hiqûqê ye. Xala Qanûna Bingehin a 90’î li holê ye. Disa xala PMME'ê ya 46’an li holê ye. Ji ber vê yekê ne Serokomar, ne serokwezîr, ne dozger û ne jî kesekî din luksa wan a bêje "Ez guh nadim ve biryarê" tune ye."