SÊRT - Li dibistana seretayî ya gundê Zoqeydê ya Misircê, mamosteyan li eniya zarokan heyv û stêrk xêz kirin, al xistin destên wan û şandin malê.
Piştî ku li Şirnexê mamosteyekê axaftina kurdî qedexe kir û li navçeya Bismila Amedê, mamosteyê ala Tirk şewqî depa biaqil kir û li ber nîşaneya bozkurt kir; niha jî mamosteyên navçeya Misirca Sêrtê îmze avêtin binê skandalek din. Li gorî nûçeya direnişteyiz.org’ê li dibisana seretayî ya gundê Zoqeydê ya Misirca Sêrtê, mamosteyan li ser eniya zarokan heyv û stêrk xêz kirin, al kirin destên wan û şandin malê. Malbatên boyexa li ser rûyên zarokên xwe paqij kirin, bertek nîşan da û diyar kirin ku tu wate nedan vê helwesta mamostayan û zarok ji rewşên wiha bi bandor dibin.