Mamosteyan li eniya zarokan heyv û stêrk xêz kirin 2017-10-28 12:42:29 SÊRT - Li dibistana seretayî ya gundê Zoqeydê ya Misircê, mamosteyan  li eniya zarokan heyv û stêrk xêz kirin, al xistin destên wan û şandin malê.   Piştî ku li Şirnexê mamosteyekê axaftina kurdî qedexe kir û li navçeya Bismila Amedê, mamosteyê ala Tirk şewqî depa biaqil kir û li ber nîşaneya bozkurt kir; niha  jî mamosteyên navçeya Misirca Sêrtê îmze avêtin binê skandalek din. Li gorî nûçeya direnişteyiz.org’ê li dibisana seretayî ya gundê Zoqeydê ya Misirca Sêrtê, mamosteyan li ser eniya zarokan heyv û stêrk xêz kirin, al kirin destên wan û şandin malê.  Malbatên boyexa li ser rûyên zarokên xwe paqij kirin, bertek nîşan da û diyar kirin ku tu wate nedan vê helwesta mamostayan û zarok ji rewşên wiha bi bandor dibin.