AMED – Li navçeya Rezan a Amedê 8 ciwanên ji bo beşdariya Kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê belavok belav dikirin hatin binçavkirin.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 25’ê Mijdarê de 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Amedê li dar bixe. Di çarçoveya xebatên kongreyê de ji bo beşdariyê ciwanan li derdora Parka Newrozê ya li navçeya Rezan a Amedê belavok belav kirin. Polîsan ciwanên bi navê Ceylan Aslan, Erol Daşdelen, Mehmet Yalçin û kesê bi navê Rêber ê paşnavê wî nehat zanîn binçav kir û wan birin Karakola Polîsan a 10’ê Nîsanê.
Li aliyê din ciwanên bi navê Talip Turan, Mazlum Sonmez, Nalîn Donmez û rêveberê Rêxistina HDP’a Rezanê Kemal Baran jî yên li semta Bayindirlik a Rezanê xebata kongreyê birêve dibirin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Ciwanan birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.
Tevî ku Meclîsa Ciwanan belavkirina belavokan ji Walîtiya Amedê re ragihand jî lê ciwanên xebata kongreyê birêve dibin hatin binçavkirin.