NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinê ya HDP'ê û platformên jinan di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li gelek navendan çalakî li dar xistin. Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş di panela li Hezexê de axivî û got ji bo tundiya li dijî jinê ji holê rabe divê jin ji her alî li gel hevdu bin.
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de panel li dar xist. Panel li avahiya Navçeya Hezexê ya HDP'ê hat lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beşdaş, Hevserokên navçe û bajêr ên HDP û DBP'ê, TJA, Dayikên Aştiyê û gelek jin beşdarî panelê bûn. Moderatoriya panelê Hevseroka HDP'ê ya Hezexê Songul Erden kir. Endama Meclîsa Partiyê Bêrîvan Kutlu, Hevseroka DBP'ê ya bajêr Ayşe Altay, Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beşdaş wekî axaftvan beşdarî panelê bûn.
Panel bi rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Berî ku panel dest pê bike jinan dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin.
'Hat xwestin ku têkoşîna jinê têk bibin'
Di destpêkêde endama meclîsa partiyê Bêrîvan Kutlu axivî û got:"Em ê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bidomînin. Di şexsê xwişkên Mîrabel de xwestin jinê tune bikin. Hat xwestin ku têkoşîna jinê têk bibin. Lê em ê heta dawî li qada bin û dengê hemû jinên cîhanê berz bikin."
Piştre Meral Daniş Beştaş axivî û got:"Tundiya li ser jinê dewam dike. Divê jin her li gel hevdu bin. Heger em jin li gel hevdu bin em ê bikaribin bersivek xurt bidin. Her wiha binpêkirina mafan a ku li dijî Birêz Abdullah Ocalan û Leyla Guven pêk tê cureyê tundiyê ye. Em ê her li dijî cureyên tundiyê têbikoşin. Di nava siyasetê de berê jinên HDP'î hedef tên girtin. Em ê têkoşîna xwe ya di qada siyasetê de jî heta dawî bidomînin." Beşdaş di dewama axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û got divê demildest daxwaza Guven bê qebûlkirin.
Panel bi pirs û bersivên beşdarvanan didome.
MÊRSÎN
Meclîsa Jinan a HDP’a Mêrsînê di çarçoveya 25’ê Mijdarê ji jinên girtî re kart şand. Jinan li Postaxaneya Navendî kart şand. Hevseroka HDP’a Mêrsînê Zelal Onen axaftinek kurt kir û got di serî de ew li cem çalakiya Leyla Guven cih digirin û piştgirtiya hemû jinên girtî dikin.
RIHA
Platforma Jinan a Rihayê jî bi boneya 25’ê Mijdarê bernameya xwe li avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê parve kir. Zuhal Parçakçi li ser navê Platformê axivî û diyar kir ku ew ê li dijî şidet û kuştina jinan têkoşîna xwe dewam bikin û li her cihê şidet heye berxwedana jinan jî heye.
Parlakçi bernameya 25’ê Mijdarê wiha parve kir:
"* Di 22’ê mijdarê de roja pêncşemê dê saet di 14.00’an de ji jinên girtî re kart bişînin.
* Di 23’ê mijdarê de roja înê dê saet di 14.00’an de li Postexaneya Navendî ji jinên girtî re kart bişînin.
* Di 24’ê mijdarê de roja şemiyê dê têkildarî qanûna jimara 6284’an saet di navbera 13.00 û 15.00’an de Lİ Komeleya Piştevaniya Jinan a Yaşamevî gotûbêj li dar bixin.
* Di 25’ê Mijdarê de roja yekşemê saet di 12.00’an de li ber Navenda Kar a Bahçivan daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin. Saet di 13.00’an de li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê panel li dar bixin.