NAVENDA NÛÇEYAN – Şaxên Komeleyên Mafên Mirovan bi minasebeta 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan, li gelek bajaran daxuşanî dan. Parazvanên mafên mirovan diyar kirin ku li Tirkiye 743 zarok girtî ne û xwest Tirkiye li gorî peymana mafên mirovan tev bigere.
Şaxên Komeleyen Mafên Mirovan (ÎHD), bi minasebeta 20'e Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê li Amed, Stenbol, Hatay, Êlih û Edeneyê li komeleyên xwe daxuyanî dan çapemeniyê û rapor parve kirin.
AMED
Baroya Amedê bi minasebeta 20'e Adarê Roja Mafê Zarokan civîna çapemeniyê pêk ani. Kordînatorê Navendî yê Mafê Zarokan ê Baroya Amedê Prz. Mehmet Ali Çoban, diyar kir ku li gel tirkiye di sala 1995’an de peymana Mafên Zarokan îmze kiriye jî gelek xalên wê binpê dike û wiha got: “Wekî hemû cîhanê li welatê me jî binpêkirina mafên zarokan didome. Di demên dawî de bi taybetî li herêmê binpêkirina mafan zêde bûye. Li gorî peymanê divê Tirkiye mafê perwerde, aborî, tenduristiya zarokan biparêze û bide ser xwe. Divê zarok karibin azad xwe bînin ziman. Divê karibin azad bi zimanê zikmakî bi axivin. Ji ber vê yekê divê fikarên li ser xalên 17, 29 û 30'an bi lez bên rakirin."
ÎHD: LI TIRKIYE BINPÊKIRINA MAFAN ZÊDE DIBE
Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi heman armancê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê pêk anî. Revebêrê ÎHD'ê Prz. Ercan Yilmaz, diyar kir ku mafên zarokan ên bi peymanê hatiye parastin her roj li Tirkiye tê binpêkirin û wiha got: "Her roj bi dehan caran mafên zarokan tê binpêkirin. Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya Hezîrana 2018'an li Tirkiye her sal nêzî 8 hezar zarok rastî îstîsmarê tên. Li gorî rapora ECPAT’ê ya Tirkiye ya 2015'an li Tirkiye heri zêde zarok rastî îstîsmarê tên. Li Tirkiye di sûcên zayendî de ji sedî 46 li dijî zarokan pêk tê. Di îstismara zayendî ya zarokan de Tirkiye di lîsteya cîhanê de di rêza 3’emîn de cih digire. Li gorî darneyên TUÎK'ê di 10 salên dawî de bi destûra dewletê 482 hezar û 908 zarokên keç hatine zewicandin. Di 6 salên dawî de 142 hezar û 298 zarok bûne dayik. Piştî 2002’an heta niha li Tirkiye 440 hezar zarokên kêmî 18 salî zarok welidandine. Jê 15 hezar û 937 kes di bin 15 salî de ne.
‘743 ZAROK GIRTÎ NE'
Yilmaz, bal kişand ser rewşa zarokên girtî jî û wiha got: "Li Tirkiye niha 743 zarok li gel dayikên xwe ji neçarî girtî ne. Li gorî peymanê divê her zarok bi zimanê zikmaki perwere bibin. Lê li Tirkiye ev yek pêk nayê. Divê li gor3i standartên navneteweyî mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bê parastin. Disa divê zarok bên parastin. Lê ji ber polîtîkayên ewlehiyê yen dewletê minak li Silopî Muhammed û Furkan dema li mala xwe razabûn panzêra polîsan ket hundir û li malê ew eciqandin û kuştin. Ev nîşan dide zarok li mala xwe jî ne di ewlehiyê de ne. Divê bi her awayî mafê zarokan bê parastin û piştgirî bê dayîn.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî bi heman armancê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Hevseroka ÎHD'ê ya Êlihê Devran Yildiz û Deniz Rumeysa Kaya û aktîvîstên zarokan amade bûn.b Berdevkê Komîsyona Mafên Zarokan ê ÎHD'ê Ercan Başar jî diyar kir ku Tirkiye li gorî peymana navneteweyi tev nagere û xwest erk û berpirsiyariya xwe ya li hemberî zarokan pêk bîne.
EDENE
Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê jî bi heman armancê li avahiya komeleyê rapora 2018'an a mafên zarokan aşkere kir. Berdevka Komîsyona Zarokan a ÎHD'ê Berivan Aydemîr, diyar kir ku ji ber binpêkirina mafan zarok trajediyek mezin dijîn û rapora salekê parve kir. Aydemir, di raporê de wiha got: "16 jê kur bi giştî 46 zarok rastî tacîzê hatine. Jê 13 zarokên kur bi giştî 475 zarok ketin nava têkiliyên zayendî yên nekamil. Jê 87 zarokên kur bi giştî 520 zarok rastî îstîsmara zayendî hatine. Jê 105 zarokên kur bi giştî 260 zarok li nava malê rastî tundiyê ha tine. Jê 8 zarokên kur bi giştî 14 zarok di bûyerên edlî de jiyana xwe ji dest dane. Jê 661 zarokên kur bi giştî 1015 zarok bi zanebûn birîndar kirin. 68 jê zarokên kur, bi giştî 214 zarok hatin revandin. * Zarokekî kur întîhar kir. 20 jê kur bi giştî 338 zarok ketin hewldana întîharê. 6 jê zarokê kurd bi gişti 7 zarok di avê de fetisîn. 33 zarok di çalakiyên civakî de hatin binçavkirin.
HATAY
Şaxa ÎHD'ê ÎHD'ê ya Îskenderûnê ji li avahiya komeleyê bi heman armance civîn pêk anî. Hevseroka ÎHD'ê ya Stenbolê Hulya Ateş, anî ziman ku di demên dawî de gelek zarok rastî binpêkirina mafan tên. Ateş, xwest girtîgehên zarokan bên girtin.
STENBOL
Komîsyona Mafên Mirovan a Zarokan a ÎHD'ê, bi heman armancê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pek anî. Endama Komîsyona Mafê Zarokan a Şaxa ÎHD'ê Çagla Seven daxuyanî da. Seven, bal kişand ser sonda xwendekaran û wiha got: Tirkiye peyman îmze kiriye. Lê mafê zarokan ê raman, bawerî, ziman û nasnameyê îhlal dike.
DI 18 MEHAN DE 21 HEZAR Û 957 ZAROK DUCANİ MAN
Seven, destnîşan kir ku di sala 2017'an û 6 mehên 2018'an de bi giştî 21 hezar û 957 zarok ducanî man û ketin qeydan û wiha got: "Li Nisêbîne di qedexeya kolanan de zarokên hatin derxistin ji bo her kesekî 76 sal cezayê muebeta giran ji wan hat xwestin. 17 zarok 5 danişîn tên darizandin lê nehatine berdan. Ev li diji xala peymanê ya zarokan yên 37, 38, 39 û 40'an e.
Divê bi lez girtîgehên zarokan bên girtin û zarokên girtî bên berdan. Divê mafê zarokan ê ziman, perwerde, denturistî aborî û wekheviyê bê parastin. Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bê parastin. Divê rê li pêş xizaniyê bê girtin û zarok di kar de nexebitin. Zarokên bi zorê koç kirine divê ji hemû mafê zarokan sûdê bigirin û mafê wan bi taybet bê parastin. Divê zarok di temenê biçûk de bi zorê neyên zewicandin. Zarokên ku pêdiviyên wan bi alîkariyê heye divê li gorî peymanên navneteweyî alîkarî bê dayîn."
ÎZMÎR
Konseya Bajar a Îzmirê û Komeleya Weliye Xwendekaran (Veli Der), jî bi heman armancê li pêş İzban a Karşiyaka daxuyanî da. Weliyên xwendekaran jî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Ez bi mafê xwe yê zarokan heme." vekirin. Serokê Konseya Bajar a Îzmire Selman Boyacioglu, metnê danezana gerdûnî xwend û bal kişand ser mafên zarokan.b