RIHA - Polîsan li navçeya Wêranşarê ji ber şeva hinê bi sedema rengê kesk sor û zer vekirine bavê zava û 3 xwişkên zava binçavkirin.
Li taxa Hurriyetê ya Navçeya Wêranşar a Rihayê polîsan bi ser şeva hinê de girtin. Polîsên ku bi ser şahiya hinê de girtin bi sedema rengê kesk, sor û zer vekirine û govend gerandine 4 kes binçav kirin. Polîsên ku bavê zava û 3 birayên zava binçav kirin birin Şaxa TEM'ê ya Rihayê. Bavê Zava Ramazan Suer û xwişk û birayên Zava Rozerîn, Fikriye, Yazê Suer binçav kirin û birin Şaxa TEM'ê ya Rihayê.