Jinên kurd ên rojnamevan li dervê welat rêxistina ROJIN ava kirin

  • jin
  • 10:40 20 Mijdar 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kurd ên kedkarên çapemeniyê yên li derveyî welat, li Belçîkayê konferansek li dar xistin û Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN) ava kirin.
 
Jinên Kurd ên kedkarên çapemeniyê li Belçîkayê konferans pêk anîn û rêxistina nû ya rojnamegeran ROJÎN ava kirin. Jinan di konferansê de gotin: "Em jinên Kurd ên kedkarê çapemeniyê ku mecbûrî sirgûnê bûne, lê çavê me û dilê me her tim li rêya welat e, ji niha û pê ve bi Ragihandina Jin ên Kurdistanê ROJIN karê xwe dewam dikin." Konferans li bajarê Charleroî yê Belçîkayê bi tevlêbûna 50 delegeyên di saziyên çapemeniyê de dixebitin, pêk hat. 
Li salona konferansê pankartên "rastî wê di tariyê de nemînin", "Jin Jiyan Azadî", "ROJIN wê rastiya jin û gelan ronî bike" û wêneyên şehîdên çapemeniyê hatin daliqandin. Kedkarên çapemeniyê di rojeva konferansê de rewşa dawî ya siyasî, rêxistinbûyîn nirxandin û plansazî kirin. 
 
Beşdarên konferansê  bal kişandin ser şerê Cîhanê yê 3'emîn û gotin: "Ev şerekî bîrdozî ye û herî zêde bi rêya çapemeniyê tê kirin. Şexs an civak an jî welat; cihê desthilatdar dixwazin dagir bikin, pêşî bi rêya çapemeniyê bingeha wê ya zêhnî û derûnî ava dikin, hewl didin dagirkeriyê rewa bikin û çapemenî dagirkeran weke hêzên rizgar dikin nîşan didin. Pûçbûna çandî û exlaqî, dijbertiya jinan, zimanê tundiyê desthilatdarî herî zêde bi rêya saziyên çapemeniyê digihînin civakê. Kevneşopiya me ya çapemeniyê hewl dide rûyê rastî yê şerên desthilatdariyê nîşan bide, dengê bindest û berxwêderan esas digre û ev kevneşopî bi bedelên giran hatiye avakirin. Destketiyên tevgera me ya azadiyê mezin dibin û ev jî derfetên rêxistinbûyînê yên fireh ji bo saziyên çapemeniyê ava dike. Di vê pêvajoya tevlîhev de têkoşîna jinê hêza herî mezin a çareseriyê ye. Berpirsiyariya me ya li hember şoreşa jinê mezin e, hewceye em wê ragihînin."
 
ROJIN AVA KIRIN
 
Jinên rojnameger piştî konferansê daxuyanî dan û avakirina ROJIN ragihandin. Endama Desteya Weşanê ya Stêrk TV Gulîstan Îke bi Kurdî, endama Desteya Weşanê ya Medya Haberê Heval Aslan bi Tirkî daxuyanî dan.
 
Di daxuyaniyê de wiha gotin: "Medyaya ku armanca xwe ya damezrandinê ew e der barê bûyeran de raya giştî agehdar bike û yekser bandorê li cîhanê dike, roja îro mixabin ji reseniya xwe hatiye bidûrxistin û bûye navgîna şer, dezenformasyonê û manîplasyonê ya desthilatan û navendên sermayeyê. Medyaya ku bi vê 'mîsyon'a xwe ve nikare zanyariya objektîf ji bo raya giştî veguhêze û tûşî rojên tarî bûye heta ku jê tê civakê jî dike apolîtîk û li ber rûdanan hestên wê ko dike.
 
Ev medyaya ku bi fermanên desthilatan kar dike agirê neteweperestiyê, cinsiyetparêziyê, olperestiyê û milîtarîzmê geş dike, bi vê jî nayê ser, bi rêya bê jimar dane û angaştên derew rastiyê serobino dike, pê re jî dagiriyê, kedxwariyê û kuştinê rewa dike.
 
Bê guman wê bibe xapandineke mezin heke em li hêviyê bimînin ji vê medyaya bi destê dewletê, desthilatê û mêran yektîp kirî wê tiştên çêbin ku ji bo qenciya jinan bin. Di nezera medyayeke wiha de, ya ku şer û kuştarê rewa dike, jin bi tenê 'obce'yek e ku reytîngê dabîn dike û tîrajan bilind dike.
 
Ji bilî kodên cinsiyetparêz ên nûçeyên der barê jinan di dezgehên medyaya nîzamê de ya xwe spartî dewletê û patronan, di saziyan de jî nêzîkatiyên cudakariyê, tundûtûjiyê û tacîzê yên arasteyî rojnamevanên jin her dewam in û keda jinan nayê dîtin.
 
HEVPARÊ KUŞTINAN
 
Çawa ku ji nimûneya Tirkiyeyê ya ku veguheriye rejîma zor û zerbê jî wê bê fêhmkirin; sedema tundûtûjiyê û kiryarên kuştinê yên ku jin bere bere bêtir tûş dibinê, bi qasî qanûnên hişk ên dewletan û pergala baviksalar, ev medya bi xwe ye ku cinsiyetparêziyê gurr dike û wê ji nû ve pêk tîne. Serdestên ku têkoşîna jinan a ji bo maf û azadiyê ya bi sedan salan e berdewam ji desthilata xwe re wekî gefekê dibînin, bêhtir ji hemû rêyên din, bi rêya medyayê êrîşê dibine ser nasnameya jinaniyê, mêraniyê ji nû ve tînin rojevê, tundûtûjiya arasteyî jinan di hemû warên jiyanê de teşwîq dikin û li bal xwe hewil didin ku civakê 'bînine rayê û terbiye bikin'.
 
LI DIJÎ SERDESTAN BERXWEDANEK HER TIM HEBÛYE
 
Li dijî vê zilma ku bi hevkariya dewletê, mêran, artêşê û medyayê di nava qonaxên dîrokê re heta îro ji mirovan re rewa hatiye dîtin, bê şik û guman her tim mirov jî hebûne ku pakî, bedewî û ronahî parastine û pê jiyane. Mirovayî di oxira rastiyan de li dijî êrîşên serdestan ên bi her cureyî ji berê û paş de di nava berxwedaneke berdewam de ye. Digel hemû amrazên zilmê yên nepakan, çênebûye ku mirovayiyê ji hişmendiya wê ya azad biqetînin û wê derdest bikin.
 
ŞERVANÊN HEQÎQETÊ
 
Di dîroka medyayê de jî helwesta kesên ku xwe avêtine nava êgir da ku bi tenê û bi tenê rastiyan ragihînine civakê, heta helwesta kesên di vê oxirê de xwe feda kirî pirr fêrdar e. Ku ji aliyekî ve nepakî her lê xebitiye rastiyan dapoşîne, ji aliyekî ve jî her tim kes hebûne û bi dil û can beziyane ku bibin şervanên heqîqetê.
 
KÊMASIYA MEDYA ALTERNATÎF
 
Her çend dezgehên medyayê yên ku wekî alternatîvên medyaya nîzamê peyda bûne mafê civakê yê agehdarbûnê heta asteke girîng dabîn bikin jî, bi têra xwe serketî nebûne ku keda jinan xuyatir bikin û civak bikaribe kodên cinsiyetparêziyê li pey xwe bihêle. Ji ber ku dezgehên medyayê yên alternatîv nekarîne kodên cinsiyetparêz başebaş li pey xwe bihêlin, ji bo rojnamevanên jin bûye cihê neçariyê ku di warê medyayê de jin sazîbûna xwe û birêxistinbûna xwe jî pêk bînin.
 
ÇAPEMENIYA KURD A AZAD
 
Çapemeniya Kurdan a Azad a ku bi destûra 'Wê rastî di tariyê de nemînin' daye ser rêyê û bi dehan pakrewanên xwe hene ku di oxira heqîqetê de giyanên xwe bexşandine, tevî mişextiyê, komelkujiyê û êrîşên bi her cureyî, her û her li ser rêya rastiyan bûye û di têkoşînê de li dijî serdestan rêberî kiriye. Çapemeniya azad bi xeta xwe ya weşanê ya xwedan rêgez û exlaq rastiyên bi destên serdestan dapoşandî û rûçikên karê medyayê ya desthilatê eşkere kirine.
 
ROLA JINÊN KURD
 
Di nava ragihandina Kurdan de ya xwedî dîrokeke bêhtirî sed salekê rola ku jinên Kurd lîstiye misoger e. Kedkarên çapemeniyê yên jin ên Kurd bi dehan salan li gel kodkirinên nêr têkoşiyan û serkêşî kirin ku zanebûna li ser medyakariya azad a li ser bingehê azadiya jinan pêk bê. Bi dehan kedkarên çapemeniyê yên jin ên Kurd ên ku di vê oxirê de ne bi tenê xwêdana xwe, lê xwîna xwe jî rêtine fêr bûne ku mesele ne ew e mirov objektîf bigire, lê mesele ew e ka pêwîst e mirov berê objektîf bi kîjan armancê bide kê derê.
 
KEDKARÊN JIN ÊN CANÊ XWE FEDA KIRINE
 
Emel Çelebî, Ronahî, Gûrbetellî, Zeyneb, Canda, Dîdar, Rojînda, Berfîn, Hebûn, Yildiz, Şîlan, Zîlan, Ekîn, Arjîn, Sarya, Nûjiyan, Denîz û Dilîşan ên medya wekî warekî têkoşînê dîtî di vê têkoşînê de giyanê xwe gorî kirin û li hemberî dijminên jinan û civakê daketine meydanê.
 
Em barê vê mîrateya têkoşînê ya watedar a wan hiştî hiltînin û wekî berpirsyariyeke exlaqî û wijdanî dizanin ku em berdewam bibin bi doza wan a 'nehiştina rastiyan di tariyê de' ya ku wan di oxirê de giyanên xwe bexşandine.
 
RÊWÎTIYA BI ROJIN RE
 
Wekî kedkarên çapemeniyê yên jin ên Kurd ên ku neçar hatine hiştin li mişextiyê bixebitin û berê dilê wan her tim li welatê wan û bûyerên li wê derê ye, ji vir û wiha em ê bi ROJIN'ê (Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê) di rêya xwe de berdewam bibin."
 
Kadroyên din ên di nava saziyên çapemenî weşanê yên ROJIN de cih digirin, wê Meclîsa ROJIN pêk bînin. Ji bo rêveberiya ROJIN jî 23 kesên ji nûnerên saziyên çapemenî weşanê hatin hilbijartin.
 
ROJIN WÊ ÇI BIKE?
 
Li ser sekn û armanca ROJIN jî ev agahî hate dayin:
 
* Yekser berevajî medyaya nêr a ku hebûna takekesî ya jinan înkar dike, bi armanca bidestxistina tîrajê yan jî reytîngê wê di nav rûpelên magazînê re dike, nûçegihaniya li ser bingehê azadiya jinan yek ji girîngtirîn prensîbên weşanê yên ROJIN'ê ye.
 
* Yek ji karên pêşîn ên ROJIN'ê wê ew be ku ew ê têbikoşe li dijî medyaya nêr, kevneperesta tundrew, ya ku zimanê regezperestiyê û nefretê bi kar tîne û jihevqutbûna gelan gurr dike, jinan di her warê jiyanê de bêhêma dike, bi dijayetiya kedê û siruştê bangewaziyê ji bo şer dike.
 
* ROJIN a ku xwe wekî parçeyekî têkoşîna jinan pênase û bi cih dike wê rêça berxwedanên jinan ên di dîrokê de veşartî mayî û wêneyên wan bigerîne û wê bibe şopînera têkoşîna rêxistinên jinan ên cîhanê yên ku xwediyên wê armancê ne wekî tora jinan a gerdûnî vehonin û wê bibe nûnera wê yekê.
 
* ROJIN, bi îdiaya ku ji hunerê heta bi siyasetê, ji kûçeyê heta bi malê, ji têkoşînê heta bi rêxistinîbûnê, ji aboriyê heta bi ekolojiyê, ji tenduristiyê heta bi werzîşê, di hemû warên jiyanê de bibe deng, pênûs û hêviya jinan, wê di şopandina nûçeyan de berdewam bibe.
 
* Çi bav, çi bira, çi destgirtî, çi mêr, çi karbidest, çi dewlet, çi jî biyanî, kî dibe bila be, heke ji mêran mêrekî yan jî ji mekanîzmayan mekanîzmayekê bi awayekî ji awayan êrîşek bire ser jinan, ya jî îstismara cinsî li wan sepand, ROJIN wê heta dawiyê mil bi mil li gel wan têbikoşe û bibe şopdara rastiyê.
 
 
 

Sernavên din

21/11/2018
10:52 Kiliçdaroglu: Divê em li gorî biryara DMME bimeşin
10:38 Parlamenter Surucu banga doza Pirsûsê kir
10:18 Qeyqemamê Bismilê destûr neda komxebata çotkaran
10:04 Cezayê dîsîplînê dan Leyla Guven
10:00 Dayika Wekîla HDP'ê Beştaş jiyana xwe ji dest da
09:50 Birayê Abdullah Comert: Edalet pêk nehat
09:25 Kerestecîoglu: Serlêdana Erdogan dibe lê dema Demîrtaş serî lê dide nabe gelo?
09:23 Êzidiyên koç kirine: Êdî em jî nizanin em ê bi ku ve biçin
09:22 Ji ber çû taziyeyê ceza lê hat birîn
09:21 5 sal ceza li midûrê Azadiya Welat ê berê birîn
09:21 KHK'yî li Meclîsê dicivin
09:20 Rojnamevan Guleş: Wêneyên xwezayê jî nadin
09:20 Berastengê bi hinceta 'leşkerî' nekiriye ceza lê birîn
09:19 ‘Lêgerîna tazî' li dijî Qanûna Bingehîn e
09:18 Namzetên jin ên ji bo keyatiyê: Em ê bi hev re li dijî şidetê têbikoşin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2018'AN
06:56 Di kana madenê te teqîn: 3 karker asê man
20/11/2018
19:25 Karkerê kasa kamyonê bi ser wî de ket jiyana xwe ji dest da
17:56 Demîrtaş: Bi biryara DMME'ê posîzyona dîlgirtnê hat tescîlkirin
17:39 Ciwanên HDP’î yên belavokan belav dikirin hatin binçavkirin
17:31 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
17:12 Beştaş: Em ê li dijî şidetê gotina xwe bêjin
17:01 ÎHD: Li Tirkiye 743 zarok girtî ne
15:40 ÎSİG: Di 5 salan de 354 zarok di cînayetên kar de hatin kuştin
15:36 ‘Em dê şaredariyên xwe ji destê qeyûman rizgar bikin'
14:48 Parêzeran ji bo dîtina Ocalan cara 765'an serî li serdozgeriyê dan
14:40 DMME: Pêwiste Demîrtaş bê berdan
14:05 Buldan: Tecrîd li dijî şoroşa jinê ye
13:03 Rêxistina HDP'ê ya Amedê starta hilbijartine da
12:33 Masîh Alinejad: Li gorî rejîma Îrane ez sûcdarek har im
12:02 Di şeva hinê de ji ber rengê kesk sor û zer 4 kes binçav kirin
11:02 Leyla Guven: AKP hesasiyetên gel negire ber çavan dê têk biçe
10:40 Jinên kurd ên rojnamevan li dervê welat rêxistina ROJIN ava kirin
10:37 Dayika Asya Yuksel jiyana xwe ji dest da
10:28 Polîsan bi ser mala nivîskar Nezîr Çakan de girt
10:24 Dr. Yerlikaya: Bila Pêşnûma Torbe bi tevahî paşve bê kişandin
10:23 Li Amedê pevçûn: 2 kes mirin û 2 kes birîndar bûn
10:01 14 sal in berpirsên 13 guleyan nehatine cezakirin
09:20 Muzîkjen Erkan Benlî 2 sal e nayê emeliyatkirin
09:19 Keça Araratê: Lênûska Leyla
09:18 Waliyê Şirnexê û AKP'î, li dijî HDP'ê 'îtifaq' çêkirin!
09:15 Jin dê li Dersimê di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan
09:14 Siyasetmedarên li Sûriyeyê: Bila DYA dev ji biryara xwe berde
09:14 Prz. Demirbag: Derbkirina li Girtîgeha Manisa bûye sîstematîk
09:13 Parêzerê şahidê Girtîgeha Pozantiyê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da
09:12 Xebata ewil a Yekîtiya Jinê ya Serbixwe 25'ê Mijdarê ye
09:11 Nivîskaran ji bo xwedîderketina li DÎSA-DER'ê bang kir
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2018'AN
19/11/2018
16:46 Rojnameger Sedat Sûr hat girtin
16:38 Saziyên Wanê bi daxuyaniyekê bal kişandin çalakiya rojiya mirinê ya girtiyan
15:59 Gardiyanan gefa kuştinê li girtiyan xwar
15:57 Dayiken Aştiyê piştgirî dan Guven
15:46 ÎHD’a Dersîmê girtin û ceza şermezar kir
15:45 Baroya Amedê: Bîrdoziya ‘Tirkî biaxive pir biaxive’ li girtîgehan didome
15:09 Polisan daxuyaniya wekîlên jin ên HDP’î asteng kir
14:59 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Em piştgiriyê didin Platforma Zimanê Kurdî
14:44 TJK-E'yê dest bi kanpanya 'Tundiya li dijî jinê polîtîk e' kirin
14:43 Bîlgen: Lîjneyên partiyê dê biryar bidin
14:29 Ewil navê taxan kirin tirkî, piştre qeyûm tayîn kirin
14:21 ÎHD: Peymana zarokan li ser kaxize ma
13:06 ‘Li Girtîgeha Bakirkoyê di hefteyeki de 3 caran lêgerîn dikin'
12:43 Dermankirina Endamê Koma Aştiyê Îpek didome
12:31 Li Denîzliyê balafir ket
12:25 Meclisa Jinan a HDP'ê meşiyan Girtîgeha Amedê
12:06 Gardiyanan cîhaza amûrê şekir a girtiyê nexweş desteser kir
11:37 Dag a HDP’î: Daxwaza ciwanan azadiya Ocalan e
11:24 Li Efrînê komên çekdar bi hev ketin û pevçûn dijwar bû
10:53 Komek Kurdên li Îngilîstanê li dijî sansora twîtterê dest bi kampanya hashtagê dikin
10:28 Kujerê Musa Anter bû bernamzetê AKP’ê
10:28 Ji bo neyê jibîrkirin: Li Xirarê Tofan Rabû
10:20 Gezgîncî: Ji ber ku min eba li xwe kiriye rastî peyvên DAIŞ'ê têm.
09:45 Komisyona zarokan a ÎHD'ê: Di 5 mehan de 27 zarokan can dan
09:13 'Ji bo aştiyê divê tecrîd rabe'
09:12 Endamê Koma Aştiyê Turgut: Divê çalakî bibin bertekên civakî
09:10 Derûnînas Şenol: Di çavkaniya tundiya zayendî de îktîdar heye
09:10 Li vê derê personel ji xwendekaran zêdetir in
09:10 Piştevaniya Mor, ji bo 25'ê mijdarê kolan bi kolan digere
09:09 Esnafên Colemêrgê ji ber krîzê hatin asta dikanan bigirin
09:09 Ozsoy: Tirkiye firsendê bibîne dê êrîşî Kobanê û Qamişlo jî bike
09:08 ÎHD’a Agiriyê: Li Girtîgeha Panosê pêdiviyên bîngehîn jî nayin bi cih anîn
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2018'AN
18/11/2018
19:47 Çalakiya ji bo piştgiriya Leyla Guven bi dawi bû
17:00 Hevserokê DBP'ê Arslan serdana çalakgeran kir
16:33 Temellî: Hemû gelên Tirkiyeyê di tecrîdê de ye
16:20 Kurtulan: Di hilbijartina rêveberiyên herêmî de emê bersîva herî baş bidin qeyûman
15:51 Jinên Amedî ji 25'ê Mijdarê re Amade ne: Em ê li dijî pargala mêr li qadan bin
15:23 Ocalan: Sedema krîza heyî tecridkirina Ocalan e
15:01 HDP'a Şirnexê piştgiri da çalakiya Leyla Guven
13:44 Endamê Meclisa ciwanên HDP'ê hatin binçavkirin
13:34 Colemêrgiyan piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
13:23 Li Şirnexê starta hilbijartinê hat dayîn
13:00 ‘Heta tecrid rabe çalakî dê bidomin'
12:49 Cengîz Holdîng, dînamîtan diteqîne, bi kepçeyan daran jêdike
10:39 Wekîlê CHP'î Bircan jiyana xwe ji dest da
10:33 Di operasyona Gezî kesek girtin
09:52 ‘Ji bo rakirina tecrîtê em ji her tiştî re amaden e’
09:18 ‘Tecrîd dê bi têkoşînê rabe'
09:16 'Em bibin dengê Guven û dawî li tecrîdê bînin'
09:14 Li Girtîgeha Kirikkaleyê girtî hatin derbkirin
09:12 Aydenîz: Ger çalakî li tevahiya civakê belav bibin wê dawî li tecrîdê bê