AMED – Li Sûrê du navbera du koman de pevçûn derket, 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Li taxa Alîpaşa ya navçeya Sûrê ya Amedê di navbera du koman de ji ber sedemek hêj nayê zanîn pevçûn derket. Kom ewil ji hev qetiyan û piştî çekan ji malên xwe anîn vê carê pevçûn veguherî pevçûna çekan. Nêzî 20 deqîqeyan bi çekan şer kirin. Di pevçûnê de 4 kes birîndar bûn. Ji birîndarên rakirin nexweşxaneyan 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar in. Polîsan li taxê tedbîr girt û der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.